"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Emîn Fewzî

Emîn Fewzî an Emîn Fewzî Beg (z. ? , Silêmaniye – m. 1928 Stembol) zanistvanê kurd yê sedsala 19’an û 20’an e ku li ser felsefe, matematîk û fizîk xebitiye.[1]

loading...

Jiyan

Dîroka ji dayîkbûna wî bi temamî ne kifş e. Bi xwe ji wîlayeta Mûsilê ji bajarê Silêmaniyê ye demek di Artêşa Osmaniyan de jî xebitiye. Zanistvanek pir mezin bû li ser matematîk, fizik, kimya, felsefe û wêjeyê gelek berhem nivîsand. Bi fikr û ramanên xwe yên li ser fen û wêjeyê gelek ateîstan kerr kiriye. Ji bo heca xwe çûye Mekeyê jî, û ji wêderê çûye Hindistanê jî geriyaye. Piştî wextan çûye Viyana û Parîsê jî geriyaye. Emîn Fewzî di sala 1928an de nexweş dikeve û li Stenbolê wefat dike.[2]

Şêx Rizayê Talebanî di helbestek xwe de besna wî daye.

Pirtûk

  • Îcmalû Ennea
  • Hawayî Nesîmî
  • Tefrîkatûn Riyaziye
  • Şecerat
  • Encumenî Edebiyatî Kurd

Çavkanî

  1.  Mihemed Emîn Zekî, Meşahirê Kurd û Kurdistan
  2.  Mehmet Çağlayan, Şark Uleması, r. 147
loading...