Jiyana Enîse Şîrîn

Enîse Şîrîn Çager, Niviskara Kurd Enîse Şîrîn Çager di 21’ê Berfanbara 1972’yan de li Amedê hatiye dinyê. Dibistana seretayî, ya navîn û lîseyê li Amedê xwendiye. Di sala 1992’ê de lîseyê kuta kiriye.

Piştî lîseyê salekê xebitiye û di heman demê de di nav xebatên siyasî de cih girtiye. Di sala 1993’yan de bi sedema endamiya PKKê li Amedê hatiye girtin.Di encama darizandinê de 22 sal û 6 meh ceza girtiye. Sal û nîvekê li girtîgeha Amedê, 10 salan jî li girtîgeha Sêwazê girtî ma ye. Li girtîgehê dest bi werger û niviskariyê kiriye. Di 21’ê Berfanbara 2004’an de hatiye berdan.

Piştî ku ji zindanê hatiye berdan li Enstîtuya Kurdî ya Amedê dest bi xebatê kiriye. Niha yek ji endama lijneya rêveberiyê ya Enstîtuya Kurdî ya Amedê ye û kar û barê wergerê dimeşîne.Tîprêzî û Tîpguhêziya erebî-latînî dike.Her wiha piştî ku Kovara W dewrî Enstîtuya Kurdî ya Amedê bûye, edîtoriya Kovara W girtiye ser xwe.

Lê Binêre

Rewşen Bedirxan û Çaçanê Haco

Du kesayetîyên aristokrat û otantîk: Rewşen Bedirxan û Çaçanê Haco

Abit Gürses Min nîyet bû li ser pêşnîyara kek Mahmûd Lewendî hin bîranînên hevdîtina xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !