"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Izet Findî 

Nivîser û Rojnamevan Izet Findî

Navê wî yê sê qolî (Izet Findî Yehya) ye, di bîyavê nivêsîn û karî de pêtir bi navê (Izet Findî) berniyase û berhemên xwe weşandine.
Li sala 1960 an li Duhokê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya (despêkî, navincî, amadeyî) li Duhokê bi dawî aniye. Li sala xwandinê 1980-1981ê li zankoya Silêmaniye, pişka psikolocî hatiye wergirtin, piştî rijêma bexda zanîngeh veguhastiye bajarê hewlêrê, dû salên din li wir berdewamî da xwendina xwe. Bawernama bekaloryos bi zanistên ciyolocî ji zanîngeha selahedîn wergirtiye.

Li 23.11.2000 an bawernama masterê li zanîngeha selaheddin wergirtIye. Li sala 1977 an êkemîn nivêsîna xwe di rojnama Hawkarî de li bexda weşandiye. Wek nivîser ji sala 1980 an were bi berhemên xwe berdewame û pişkdarî di çendîn rojname û kovaran de kiriye mina (Hawkarî, Beyan, Roşinbîrî nuwê, Karwan, Bizav, Dicle, Botan, Gazî, Metîn, Peyman, Peyama Zankoyê, û gelekên din).

Li salên (1992-1993) an li Kurdistan TV / Duhokê kar kiriye. Li salên (1994-1996) an wek nivîskar li rojnama (Peyman) kar kiriye. Li salên (1996-1998) an wek endamê desteka nivêsîne li kovara (Gazî) kar kiriye. Li sala 1998 an ta rawestandina wê li kovara (Dicle) wek rêveberê nivêsînê kar kiriye. Wek nivîskar li kovara (Metîn) Kar kiriye. Li sala 1986 an bûye endamê yekêtiya nivîskarên Kurd / Duhok.

Endamê Sendîka Rojnamenivîsên Kurdistanê ye. Ji sala 1992 an were heya niha sikirtêr û endamê komela psikolociyen Kurdistanê / Duhokê ye. Her ji damezrandina zanîngeha Duhok li zanînegaha navbirî kar kiriye, wek (tomarkerê giştî, mamosta li kolîjên endaziyarî, çandin). Li 01.11.2013 an de bûye alîkarê serokê zanîngeha polîteknîkî ya Duhokê bo karûbarên kargêrî û darayî û qutabiyan. Li 01.10.2017 an bûye alîkarê serokê zanîngeha Newroz bo karûbarên kargêrî û darayî û qutabiyan. Li 01.07.2018 an heya 04.03.2020 bûye serokê zanîngeha Newroz. Zimanên Kurdî (Dîyalêktên Kurmancîya Jêrî û Jorî), Erebî, Ingilîzî bi başi dizanît.

Berhemên çapkirî:
– Hindek babetên sikolocî, danan, 1992, bi zimanê kurdî ye.
– Şunwarên devera Duhokê, danan, 2002, bi zimanê kurdî ye.
– Despêkek bo zanistê çandinê, danan, 2013, bi zimanê ingilîzî ye.
– Cîyolocî û axx û rûwek û seqayê parêzgeha Duhokê, danan digel çend vekolerên din, 2014, bi zimanê kurdî ye.
– Rêber û rênmayên ezmûnan bo zanîngeha polîteknîkî ya duhokê, berhevkirin, 2015, bi zimanê kurdî ye.
– Rêber û rênmayên ezmûnan bo zanîngeha polîteknîkî ya duhokê, berhevkirin, 2017, bi zimanê kurdî ye.
– Rênmayên xwandina êvaran li zankoya polîteknîkî ya Duhok, berhevkirin, 2017, bi zimanê kurdî ye.

Berhemên berhev bo çapê:
– Li dûr zimanê kurdî, danan, bi zimanê kurdî ye.
– Ferhenga zanistî, danan, bi zimanên kurdî, Ingilîzî, Erebî ye.
– zêdebarî çendîn berhemên dî.

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın