"Enter"a basıp içeriğe geçin

Kürtçe Sıfatlar – Rengdêrên Kurdî

 Rengdêrên Çawaniyê
 Rengdêrên Namdariyê
 Rengdêrên Diyarker
 Rengdêrên Nîşanî
 Rengdêrên Jimarîn
 Rengdêrên Jimarîn yên Resen
 Rengdêrên Jimarîn yên Rêzîn
 Rengdêrên jimarîn yên Dabeşiyê
 Rengdêrên Jimarîn yên Kesrî
 Rengdêrên Nediyariyê
 Rengdêrên Pirsiyariyê
 Ravekên Rengdêran
 Payeya Rengdêran
 Biçûkirina Rengdêran
 Perçînkirina Rengdêran
 Avaniya Rengdêran
 Rengdêrên Xwerû
 Rengdêrên Pêkhatî
 Bi Pêrkîtan
 Bi Parkîtan
 Rengdêrên Hevedanî
RENGDÊR
Ew peyv in ku tên ber navan û wan li gorî: reng, rewş, teşe, çawanî, cih, hejmar û rêzê dinimînin. Di Kurmancî de rengdêrên çawaniyê her tim li paş in; yên hejmarî jî hinek ji wan li paş û hinek ji wan jî li pêş in.
Mînak: Deriyê sor, xaniyê paqij, maseya gilover, deriyê rind, çar zilam, keçika pêncemîn
Rengdêr li gorî wate û peywira xwe dibin du beş:
A- RENGDÊRÊN ÇAWANIYÊ:
Ev cure rengdêr reng, rewş û teşe û jêçêbûna navdêran diyar dikin.
Rewş: Jinika pîr, pola qirêj, keçika xweşik…
Reng: Pênûsa sor, mirîşka reş, pêlava gewr…
Teşe: Deriyê xwar, topa çargoşe, pênûsa stûr…
Jêçêbûn: Deriyê darîn, xencera zêrîn, şala hirî…
Rengdêrên Namdariyê
Ev cure rengdêr jî paye, rade, peywir û asta civakî ya navên taybet nîşan didin. Carinan tên pêşiya navan, carinan jî tên dawiya navan. Rengdêrên namdariyê jî bi tîpên mezin tên nivîsîn.
Mînak: Kek Ehmed, Xalê Reso, Xaltika Îsra, Nûriyê Necar, Evîn Xanim, Xwişka Neslîxan
Hişyarî: Peyvên mîna “xaltî, xal, ap” dema ku weke rengdêrên namdariyê jî û mîna navdêrê jî bin bi heman awayî çê dibin.Dîsa di hin bikaranîn din jî de ev tevlihevî çê dibe.
Mînak: Xaltîka Eyşeyê(raveka rengdêrî, xaltîk Eyşe bixwe ye)
Xaltîka Eyşeyê(raveka navdêrî, xaltîk ya Eyşe’yê ye)
Kûçikê Beşîr(raveka rengdêrî,kûçik Beşîr bixwe ye)
Kûçikê Beşîr(raveka navdêrî,kûçik yê Beşîr e)
Nîşe: Carinan rengdêr tê pêşiya peyvê jî.
Mînak: Ew xweş mirov e.
B- RENGDÊRÊN DIYARKER:
Ev cure rengdêr jî navan di hin waran de dinimînin. Li gorî peywira xwe dibin çar bir:
1- RENDÊRÊN NÎŞANÎ: Navdêran bi riya nîşanê diyar dikin. Rengdêrên nîşanî ev in: ev, ew, vî ,vê, wî ,wê, van, wan.Rengdêrên nişanî dema ku bên diyarkirin(vî,vê,wî,wê,van,wan) navdêrên ku piştî wan jî tên diyarkirin.
Mînak: Vê keçikê xwend.
Vî kevirî ji vir rake.
Wî xortî dibînim.
Wê hevalê çi xwest?
Van daran nabirin.
Wan xwendekaran kêfa min anîn.
Ev dinya bi min pir xweş e.
Ew mamoste nema hat.
Hişyarî: Divê cînavkên nîşanî û rengdêrên nîşanî neyên tevlihev kirin. Cînavkên nîşanî rasterast cihê navan digirin; lê rengdêrên nîşanî tên pêşiya navdêran û wan dinimînin.
Mînak: Ew Heval çi dike?( peyva “ew” peyva “heval” nîşan dide û rengdêr e)
Ew çi dike(peyva “ew” ciyê “heval” girtiye û cînavk e)
2- RENGDÊRÊN JIMARÎN: Ev cure rengdêr heyberan li gorî mêjerê diyar dikin. Di nava xwe de dibin çar beş:
a- Rengdêrên Jimarîn Yên Resen : Ev cure rengdêr hejmara heyberan bi hejmarên resen vedibêjin.
Mînak: Deh dar, pênc şerwan, bîst milyon
b- Rengdêrên Jimarîn Yên Rêzîn: Ev cure rengdêr jî rêza heyberan diyar dikin. Bi qertafên –an, -em, -em-în çê dibin. Wekî din “xal” jî peywira van qertafan çê dike.
Mînak: Mala çaran, mala çaremîn
Dersa sêyem, dersa şeşemîn
Pirsa 7.
c- Rengdêrên Jimarîn Yên Dabeşiyê: Ev rengdêr mêjera parvekirinê diyar dikin. Bi piranî bi dûbarekina hejmaran çê dibe; bi daçeka “bi”yê û bi gihaneka “û”yê jî çê dibe.
Mînak: Rêzên çar çar
Guliyên şeş bi şeş
Darên heft û heft
Nîşe: Ev hejmarên ku hatine dubarekirin dema ku aresteyî lêkeran bibin dibin hoker.
Mînak: Daran çar çar av bidin
Pirtûkan yek bi yek bixwînin.
d- Rengdêrên Jimarîn Yên Kesrî: Ev cure rengdêr jî hejmarên kesrî diyar dikin.
Mînak:
Nîv nan kirî.
Min ribik hîsse kirî
3- RENGDÊRÊN NEDIYAR: Ev rengdêr wateya nediyariyê didin navdêran. Hin rengdêrên nediyar ev in: hin, hinek, gelek, filan, her, hemû, çend, yek, din, çi, tu, her, evqas, pir, zehf…
Mînak: Gelek kes hatin serdana me.
Hin mirov gêj bûne.
Hemû xwendekar dersê dibînin.
Tu kes nikare bi me.
Hişyarî: Divê rengdêrên nediyar û cînavkên nediyar neyên tevlihevkirin.
Mînak: Hemû kes hatin( peyva hemû berî navdêrê hatiye û rengdêr e.)
Hemû hatin( peyva hemû, şûna kesan girtiye û cînavk e.)
4- RENGDÊRÊN PIRSIYARIYÊ: Ev rengdêr bi rêya pirsê navdêran dinimînin. Bersiva ku bê dayîn jî divê dîsa rengdêr be. Hin rengdêrên pirsiyariyê ev in: kîjan, çend, çi, çawa, çiqas, çilo…
Mînak: Te çend nan xwar?
Kîjan çiya bilind e?
Karê çawa rind e?
Çiqas pirtûk lazim in?
Hişyarî: Divê rengdêrên pirsiyariyê û cînavkên pirsiyariyê neyên tevlihevkirin.
Mînak: Te çend nan xwar?(peyva çend berî nan hatiye û rengdêr e.)
Te çend xwar?(peyva çend şûna navdêrekî girtiye û cînavk e.)
RAVEKÊN RENGDÊRAN
Rengdêr jixwe di nava ravekê de ne. Di nava ravekê de rewşa raveberê diyar dikin.
Mînak: Sêva sor, deriyê mezin, çar sêv
– Dibe ku du an jî pirtir rengdêr navekî binimînin.
Mînak: Mirovê jîr û xebatkar
– Hinek rengdêr hene ku hêdî hêdî, ravebera xwe winda dikin û êdî di şûna navekî de tên bikaranîn.
Mînak: Mirovên pîr bi rê de dimeşin → Pîr bi rê de dimeşin
Keçika xweşik di ber me re derbas bû→ Xweşik, di ber me re derbas bû
PAYEYA RENGDÊRAN
Radeya taybetmendî û payeya navdêran bi alîkariya rengdêran çê dibe. Ev, hem bi qertafan hem jî bi hin peyvan çê dibe.
a- Bi qertafan
-tir: Ev qertaf dema ku bê rengdêran wateya “bêtir” dide wan.
Mînak: Zarokên xweşiktir, kuçeya paqijtir
-tirîn: Ev qertaf dema ku bê rengdêran wateya “herî bêtir”dide.
Mînak: Zarokê xweşiktirîn, kuçeya paqijtirîn
b- Bi peyvan
Bi qasî(wek, wekî): Ev peyv jî wateya wekheviyê dide rengdêrê.
Mînak: Marê weke şerîtê mezin, zarokên bi qasî axê pir
Gelek, pir, zehf, zor…: Ev peyv jî dema ku tên beriya rengdêran wateya wan ji hêla zêdebûnê ve xurtir dikin.
Mînak: Zarokên baş→zarokên pir baş
Welatê xweş→ welatê zehf xweş
Herî: Ev peyv jî dema ku tê beriya rengdêran asta rûberiyê bilindtir dike.
Mînak: Zarokê baş→ zarokê herî baş
Biçûkirina Rengdêran
-e,-ik: Ev qertaf dema ku weke parkît tê dawiya navên rengan û navdêrekî dinimînin,wateya nêzîkbûna rengan dide.
Mînak: Keçika zere, xwendevanê sore, miya şîne
Keçika zerik, xwendekarê sorik, miya şînik
Bi peyvên mîna “piç, hin, heb, parî…” jî biçûkirin çê dibe, dema qertafa –ik’ê jî bistînin bêtir biçûk dibin.
Mînak: Piçek nan piçikek nan,
Hebek tirî, hebikek tirî
Hinek av hinikek av
Perçînkirina Rengdêran
Perçînkirin ew tişt e ku mirov wateya peyvê an jî peyvan xurtir dike. Bi qertafên mîna -ip, -ipî, -im’ê perçînkirin çê dibe. Tîpa serê peyvê tê berî van qertafan û dîsa bi peyvê re tên bikaranîn. Bêtir bi qertafa –ipî tên çêkirin.
Mînak: tîpa serî qertafa peyv peyva perçînkirî
S -ipî sar sipîsar
T -ipî tarî tipîtarî
R -ipî rast ripîrast
G -ip germ gipgerm
S -im spî simspî
Nîşe: Di Kurmancî de perçînkirin bi peyvên dubestî jî çê dibe:
Mînak: Zarokê şilfûtazî, zilamê şilopilo, welatê tarûmar
SAZBÛNA RENGDÊRAN
Rengdêr jî li gorî sazbûna xwe dibin sê bir: Rengdêrên xwerû, pêkhatî û hevedanî.
a- Rengdêrên Xwerû: Ev rengdêr parçe nabin. Jixwe ew kok in. Qertafên çêker negirtine.
Mînak: Psîka reş, dara mezin, keçika xweş, mêrikê kor…
b- Rengdêrên Pêkhatî: Ev regndêr ji navdêrên pêkhatî çê dibin. Navdêr dema ku qertafên çêker bigire dibe pêkhatî û dema ku bikeve peywira rengdêrê, rengdêrên pêkhatî çê dibin. Ev rengdêr bi alikariya pêrkît û parkîtan pêk tên.
Mînak:
Bi Alîkariya Pêrkîtan:
Keçika bênesîb, zarokên bihêvî, qedera bêbext, xwendekarên nezan
Bi Alîkariya Parkîtan
Mirovê nêçîrvan, însanên guhdar, dariyê darîn, kuçikên xewar
– Navdêrên pêkhatî ku bi parkîta -î’yê ji lêkeran çê bûne jî weke rengdêr tên bikaranîn.
Mînak: nanê şewitî ava kelandî hevalê çûyî zilamê geryayî
c- Rengdêrên Hevedanî: Ev rengdêr herî kêm ji du peyvan pêktên. Carinan jî daçek dikeve navbera wan.
Mînak: Lawikê çavsor, mirovê pozmezin,
Dewletên kedxur, hevalên çîroknivîs, însanên rastgo,
Evîndarên dilbikul, gurê devbixwîn.

loading...

http://mamosteye-zimane-kurdi.blogspot.com/

NIVÎSÊN BALKÊŞ

loading...

Bir Cevap Yazın