"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Kerîm Zend

Kerîm Zend sala 1925ê li taxa Melkendî ya Silêmaniyê ji dayîk bûye û di temenê xwe yê 92 salî de li bajarê Silêmanî koça dawî kir.

loading...

Kerîm Mihemed Salih Selîm Zend ku wek Kerîm Zend tê nasîn ji ber nexwaşiya xwe koça dawî kir .’Kerîm Zend sala 1925ê li taxa Melkendî ya bajarê Silêmaniyê ji dayîk bû û 13 pirtûkên wî yên çap kirî hene.’’

Nivîskar û xebatkarê kevin ê kurd Kerîm Zend yekem mamostayê Komara Kurdistanê ya Muhabadê ye û ji başûrê Kurdistanê ve diçe Muhabadê û li dibistana Gelawêj de ders û wane dane û ew kulawê ku Pêşewa Qazî Mihemed wek diyarî daye wî jî heta dawiya temenê xwe jî her li serê wî bû.

Kerîm Zend di jiyana xwe de gelek xelat jê re hatine dayîn û ya herî berçav jî madalyaya Barzanî ye.

Kerîm Zend xwediyê bi dehan pirtûk û babetên bihêz ku nivîsandiye ye û ya herî giring jî pirtûkên ‘’Tomara Temen’’ ku 5 berge ye û behsa erdnîgarî û devokên gelên di nav Kurdistanê de dike. Herwaha yekem kese ku pirtûka Încilê kiriye kurdî. Erdnîgareke baş ê kurd e û heman demê derbarê fêrkirina zimanê kurdî de jî xwedî pirtûke. Mamosta Kerîm Zend di serdema Komara Kurdistanê ya li bajarê Muhabadê de mamostayê zimanê kurdî bûye.

loading...

Bir Cevap Yazın