"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Pîr Kerîm Reş

Pîr Kerîm Reş di 2 Çileya 1936an li gundekî Kurdî bi navê Ako li Ermenistanê jidayîk bûbû, di sala 1963an de kolêja rojnamegeriyê li zanîngeha Lînîngradê temam kiribû.

loading...

Nivîskar û dîroknivîsê Kurd Pîr Kerîm Reş yek ji girîngtirîn nivîskarên Kurd tê li Rûsyayê tê hejmartin, ku yek ji sekreterên Yekîtiya Nivîskarên Rûsî bû û xwedî çendîn pirtûk û nivîsandinên li ser kurd û dîroka Rûsyayê bû.

Herwiha Pîr Kerîm Reş daxwaza wî hebû serdana Herêma Kurdistanê bike, lê ji ber ku ew di akadîmiya îstixbarata Rûsyayê de jî mamoste bû, rê pê nedihat dayîn serdana derveyî Rûsyayê bike.

Pîr Kerîm Reş 15 salan li Sîbîryayê jiya bû, di sala 1977an de jî, hatibû Moskoyê, dest bikarê nivîsandin û mamostetiya di Akademiya Leşkerî û Ewlehiyê kiribû.

Nivîskarê Kurd Pîr Kerîm Reş 24 Tîrmeha 2016an li Mosko koça xwe ya dawî kir.

loading...

Bir Cevap Yazın