Reûf Hesen

Jiyana Reûf Hesen

Reûf Hesen yek ji çîroknivîs û wêrgêrên Kurd bû ku li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûbû û di salên şêstî de dest bi nivîsandinê kiriye. Yekem pirtûka wî jî sala 1967´an bi navê Gerdûn hat çapkirin û belavkirin.

Piştî wê, li gel Fûad Sirac û Selam Menimî pirtûkeke bi navê Çeger di sala 1973´yan çap kir. Ew endamê Yekîtiya nivîskarên Kurd a baskê Silêmaniyê bû.

Nivîskar Reûf  Hesen kesekî rewşenbîr û çalak bû di warê nivîsa çîrok û wergerê de û derbarê vê yekê de gelek berhemên wî hatibûn çapkirin.

Di sala 2018an de li bajarê Silêmaniyê çîroknivîs û wergêrê kurd Reûf Hesen ji ber nexweşiyekê wefat kir.

Lê Binêre

Êzidî li Îraq û Kurdistanê

Êzidî li Îraq û Kurdistanê / Eydû Baba Şêx

Êzidiyatî Olekî baweriyê bi Xwedê û Milyaketên wî tîne, û rêzê li hemû Pêxember, Welî …

Bir Cevap Yazın