"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Seyadê Şamê

Seyad, li Bazîda bajarê Agirî di sala 1922yan de tê dinê
Ew zarokê ewil yê malbatê ye. Zaroktîya wî di ber sîya Serhildana Agirî û komkujîya Zîlan de derbas dibe.
Ew yek têsîreke mezin lê dike.Di sala 1940î de Seyad ji ber xizanîyê lê dixe ku here Îranê.

loading...

Li ber sînorê Îranê Seyad tê girtin û wî diavêjin zindanê.
Li zindana Erziromê nêzî salekê girtî dimîne.
Di wextê girtîbûna wî de malbata wî ji ber doza welêt tê sirgûnkirin. Berê malbata wî ji Agirî diçe Çorûmê.Li Erziromê sê salan di girtîgehê de dimîne
Di navbera van sê salan de dengbêjê me têkilîyeke xurt bi leşkerekî Bazîdî datîne.
Ev têkîlîya wan xurt dibe û wekî Mem û Tajdîn bi hev re dibin destbirak.
Çawa Tajdîn ji bo Memî mala xwe şewitandibe, leşkerê Kurd ji bo Seyad birrekekê tîne û teslîmî wî dike.
Seyad bi wê birrekê stûnên hesînî dibirre û fîrar dike
Seyad vê carê bi siûd e û bi derbekê re sînorê Îranê derbas dike.
Wextê Seyad dighîjê Îranê, sal 1945 e û salek şûnde SSCB lêşkerên xwe dişînê Îranê ji bo alîkarîyê û kî dikeve ber destên wan, wan dîl digirtin û bi xwe re dibirin Sovyetê.Li Rewanê (Yerîvan) bi saya hin hevalên diçe radyoya Yerîwanê.
Li wir, ji dengê Seyad û ji şexsîyeta wî hez dikin û teklîf didin ku di radyoyê de dengbêjîyê bike.
Yê ku vê teklîfê didiyê Xelîlê Çaçan Miradov e
Xelîl Miradov berpirsîyarê beşa zimanê Kurdî bû û keyfa wî gellekî ji dengê Seyad re dihat.
Seyad vê teklîfê bi keyfxweşî qebûl dike û di Radyoya Yerîvanê de dest bi dengbêjîyê dike.
Kilamên xweş û nazîdar bi saya dengbêjê deng zîz ji Radyoya Yerîvanê difûrin. Bêhn û tama wan kilaman li welat belav dibe
Seyad, berî ku dest bi strana xwe bike wiha digot: ”Ez im Seyadê Şamê, firarê destê Romê penaberim li Rewanê.
Cara pêşî pismamê wî dengê wî ji radyoyê seh dike û çawa dengê wî tê guh hema lê dixe û diçe cem malbata wî û ji wan re dibêje ku lawê we nemirîye û hîn sax e.
Coşek mezin li malbatê peyda dibe û hemû malbat bi hev re li dengê Seyad guhdarî dikin.
Birayê wî lê dixe û diçe Yerîvanê û li wir kekê xwe dibîne û her du bi hev re vedigerin cem malbatê.
Lê heta tên Bazîdê sal dibe 1991.
Wextê Seyad vedigere hemû malbat û cîran li hev kom dibin û dikevin sohbetek giran.
Di nava civatê de çavên Seyad bi jinike kinc reş dikeve û ji birakê xwe dipirse: “Ev dayîk kî ye? Min ew nas nekir” Bira jê re dibêje: “Mala te neşewitiyo! Ew Zulfînaz e, dergîstîya te ye û hîn jî li benda te ye.
Zulfînaz 49 salan li benda Seyad dimîne, lê Seyad li welatê xerîbîyê zewîcîye û xwedî zarok e jî.
Seyad şerm dike û serê xwe dixe ber xwe û roja din lê dixe carek din diçe Yerîvanê
Du meh şûn de nameyek ji malbata wî re tê
Di nameyê de dinivîse ku Seyad rehmet kirîye.

Ji nivîsa Mela Mihyedîn hatiye stendin.

 

 

 

loading...

Bir Cevap Yazın