"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mihemed Omer Osman – (Generalê Payîzê)

Sala 1957an li taxa Dêrgezên a bajarê Silêmaniyê ji dayîk bû. Sala 1980yî ji ber şerê navbera Iraq û Îranê neçar ma dest ji xwendina xwe berde ku wê hingê di Kolêja Zanist û Wêjeyê de pola şeşem dixwend. Ligel karê rojnamenivîsiyê karkerî jî kiriye. Sala 1975an dest bi karê nivîsandin û rojnamenivîsiyê kir.

1985an take-dîwana xwe ya bi navê “Le Xurbeta (Li Qurbetê)” çap kir.
Ji ber şi’reke bi navê “Generalê Payîzê” ya di nav vê dîwanê de navê wî wek Generalê Payîzê belav bû
Şi’rên di vê dîwanê de di demeke kurt de di nav wêjedostan de belav bûn û Generalê Payîzê bû îdolê xortan.

Şi’rên di dîwanê de heta niha bi zêdeyî 10 zimanan hatine wergerandin
General, bi vê dîwanê re reng û şêwazeke nû anî nav şi’ra kurdî
Sala 1991ê di Kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurd de li Şeqlawe bû endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd
Şi’rên wî niha di polên 11em ên dibistanên navîn de û herwiha di beşên wêjeyê de li zankoyan tên xwendin.

Heta niha çendek tezên master û doktorayê li ser take-dîwana wî hatine nivîsandin
Berhemên wî wek şi’r, kurteçîrok û wergêran bi awayekî berbiçav heta niha di gelek rojname û kovaran de hatine belavkirin.

Yek ji pirtûkên wî bi navê “Li Xurtebê” di sala 2013’yan de li Bakur ji aliyê Weşanên Avestayê ve hatibû çapkirin.

Mihemed Omer Osman di sala 2019an de xwe kuşt. Sedema xwekuştina Mihemed Omer nehat zanîn. Têkildarî mijarê midûriyeta polîsên Silêmaniyê lêpirsîn da destpêkirin.

Helbestek ji Mihemed Omer Osman

Generalê Payîzê

Ez im generalê payizê..
Ez ê tu carî xêrnedî
Ez general im..
Generalê bi hezaran darên rût û bi milyaran pelên weşiyayî

Ez im generalê payîzê..
Şifqeya li serê min ewr e
Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî
Sakoyê li min nermeba ye
Û şûreê min çiqlê dareke riziyayî

*
Ez generalê payîzê..
Dara rût ev nasnav xeletî min kir..
Min jî nasnavê şehîd da pelê weşiyayî..
Û min ew kir take dildarê xwe
Di yek kêliyê de ez bi xwe zarokê pelweşînê me
Û ez her bi xwe jî bavê payîzê me

Ez im generalê payîzê..
Xwîneke zer bi nav demarên min de digere
Û çavê min her mîna ewrê hêwî
Tenê ez bûm ku di tabûta camî de..
Min çendîn pel bi xakê spartin

*

Ez im generalê payîzê..
Ez bûm ligel bahoza jibîrçûnê..
Ez ketim cengê
Û min gelek pel deranîn ji pencê
Ez bûm min şeva pelên xwe..
Xiste bin perrê heyveron û tava soringê

Ez im generalê payîzê..
Payîz bêyî min sêwî ye
Û ez bûm min got belê meytê siya kesk e..
Pelê weşiyayî koçkirî
Bi tenê ez im ku di mihraba payîzê de..
Ji bo giyanê zindî yê pelan..
Nimêja şehîdan dikim..
Navê wê nadeynim nimêja miriyan

Silêmanî / Şeva 28/2/1990

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın