"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Elî Paksirêşt

loading...

Elî Paksirêşt di sala 1976an li bajarê Makûyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Li zankoya Tehranê fransî xwendiye, çend salan li zanîngeha weke mamosteyê ziman û edebiyata fransî kar kiriye, li Navenda Kurdên li Têranê 7 salan dersa Kurmanciyê daye.

Li Zankoya Tehranê li ser zimanên kevn ê Îranê master xwendiye û li ser zimanên kevn ê Îranê kar kiriye.  Demekê pêşkêşvanê TVyên kurdî û fransî bûye li Îranê. Bi dehan pirtûkên derbarê ziman û wêjeya kurdî wergerandiye ser kurmanciyê gelek nivîsar jî ser vê mijarê nivîsiye. Ji sala 2018an va bi navê Weşanxaneya Pênivîs weşanxaneyek ava kiriye û kitêbên kurmancî çap dike.

loading...

Bir Cevap Yazın