"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana dengbêj Silo Qiz

Silo Qiz li gundê Millî ser bi Dêrsimê ve, bi tenê di malekê de dima û di kilam û berhemên xwe de cih dida êş û kulên bi serê Kurdan hatine di komkujiya Dêrsimê de û bi wan kilamên xwe yên li ser komkujiyê dihat naskirin.

loading...

Silo Qiz di 5 saliya xwe de, ji bavê xwe fêrî kemanê bûbû û piştî demekê jî dest bi gotina kilaman kiribû û weke dengbêjê êş û kulên komkujiya Dêrsimê dihat naskirin.

Silo Qiz, di komkujiya Dêrsimê de, ji nav kesûkarên xwe tenê ew rizgar bûbû û şahidiya wê êriş û komkujiya li ser Kurdan kiribû li herêma Dêrsimê.

Ew dengbêjê Kurd jî bi saya kemana xwe ji wê komelkujiya sala 1938an xilas bûbû ku serbazên Tirkiyê yên ku beşdarî komelkujiya Kurdan bûbûn, li gor belgeyên hatine belavkirin, gotine ew dê bo wan li kemanê bide û ji ber hindê Silo Qiz nekuştibûn.

Dengbêjê Kurd Silo Qiz ku hemû kesûkarên wî di êrişa ser Dêrsimê de hatibûn kuştin,li sala 2019an di 104 saliya xwe de koça dawî kir.

loading...

Bir Cevap Yazın