"Enter"a basıp içeriğe geçin

Du ‘Bîr’ê Teqiyayî : Sirgûn û Helbest – Ülkü Bingöl

                                     

loading...

     Derdî dûrî, derdî dûrî kuştimî

     Derdî wuşyarî sebûrî kuştimî

    Yadî yaran û wilatim roj û şew

    Lê heram kirdim qerar û xurd û xew

      Ev çarîna li jor girînek e,girînek bi zimanekî hatiye sirgûnkirî(Kurdî) ji hosteyê peyvê û helbestê ji alî Hêmin ve hatiye ristandin.Derûniya sirgûnê ewqas xweşik nisiliye vê çarînê.

     Ji bo neteweyên ku zext û zordarî li ser ziman,çand,hebûna wan hene sirgûn,her tim wek lûleya tifingê li ser serên wan digere.Helbestkar û nivîskarên van neteweyên zimanê wan hatiye sirgûnkirin ‘şew û roj’ rêwiyê sirgûnê ne.

  Sirgûniya helbestkarên neteweyên serdest bi vegera li welêt xelas dibe.Lê ‘Birîna Sirgûniyê’ ya helbestkarên neteweyên bindest bi vegerê jî nakewe.Birînek vekirî ye sirgûniya van helbestkaran.Ji ber ku helbesta wan li welatên wan jî dergûşa ango zarokek zimanêkî sirgûnkirî ye.

 Di dîroka mirovahiyê de ‘Çîroka Sirgûniyê’ji her nifşî tê vegotin.Ev çîrok bi navikbirîna ji bihuştê destpê dike û wek çemekî diherike di heybera mirovahiyê de.Bi vê mîtosa Cîhan wek cihekî nîvçe di heyber û hişê mirov de tê cîhkirin.Cîhan cihê sirgûniyê ye û hewldanên mirov yên bo vegera bihuştê/welêt bêhnê li mirovan diçikîne.Wek birînek pekiyayî dimîne jiyana li vê sirgûnê.

Jana sirgûniyê wisa tê gotin din Nav kantoyê Dante Alighieri de:

       ‘’ Nanê wan çiqas şor e

          Derketina pêpelûka wan

         Çiqas dijwar e, tuyê bibînî’’

Edward Saîd wisa pênase dike sirgûn ê:

‘’ Sirgûn,di navbera mirov û ciyê ku mirov lê welidiye,lê mezin bûye de; di navbera ezitî û hêlîna heq ya ezitiyê de bi zordarî vekirina neqebek ku êdî nayê girtin e.(Xewa Zivistanê)’’

loading...

Lava dike Mahmûd Dervîş bo were girtin ev neqeba ku giyanê wî kiriye du qatî di vê helbesta xwe de:

‘’ Belam ez sirgûn im

 Bi çavên xwe min nîşan bikin

 Hûn li ku bin,min bibe wir

Hima hûn li ku bin,min bibe wir

L imin vegerînin rengê rûyê min

Û germahiya bedena min

Çiraya dil û çavan

Xwêya nên û rîtmê

Ekla ax ê…Welatê min

Bibin stare bo min, bi çavên xwe

……

……’’

Sirgûn diltirsiyekê bi xwe re dibe û herî kêm bi qasî vê diltirsiyê tirsekî dihêli li dû xwe ji yên li welêt maye.Ermenan li dû wê karesata bi qirkirin û sirgûniyê hatiye peçandin gotinek û tirsek ji kurdan re hişt: ‘’Niha em taştê ne lê hûn ê jî bibin navroj’’

Vê derûnî û diltirsiya sirgûniyê wisa tîne ziman Mehmed UZUN:

‘’ Ez jî tev li wî karwanê sirgûniyê bûm,ew karwanê li 200 salî belavbûyî.Dor a min bû…

Neçar mam û derketim derveyî welatê xwe.di şevek germ ya havînê de,,piştî wendabûna ronahiya heyvê min di zulûmatekî de sînor derbas kir,gava xwe ya ewil min avêt tariya welatê xeribiyê.Di serên min de partên xewn û diltirsiyê

…..

……(Mehmed Uzun-Nar Çiçekleri)’’

Du bîrên teqiyayî ye sirgûnî û helbesta sirgûniyê li deşta janê.

loading...

Û hê jî dizê sirgûnî û helbesta sirgûniyê ji dilên me yê bi tirs.

 

 

 

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ

loading...

Bir Cevap Yazın