"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Azer Osê Siwêş

loading...

Azer Osê Siwêş helbestvan û rojnemagerekî kurd e, li rojavayê Kurdistanê, li gundê Xirbe Xedîr yê girêdayî bajarê Amûdê di payîza sala 1964’an de hatiye dinê û dibistana seretayî li gund a Amadeyî li bajarê Amûdê qedandiye. Siwêş ji bo zanîngehê çûye Helebê û liv ir Beşa Endezyariyê di sala 1988’an qedandiye. 

Azer Osê Siwêş di nava malbateke naskirî û welatparêz de ku di tevgera rizgariya netewî kurdî de gelek xizmet û canfidayî kiriye mezin dibe û hestê helbest nivîsê li ser niştiman û eşq û evînê, piştî salên 1990’î di bin bendora xweza û helbestên kilasîk de dest pê dike û helbestên tijî eşq û hezkirin dinvîsîne. Ew sê berhemên helbestan diweşîne û digel helbestnivîsînê karê rojnamegerî jî dike. Pêwendiyên wî yên bi rojnamegerên ereb li Beyrûtê pêş dikevin û di kovar û rojnameyan de gotar û nivîsên wî belav dibin. Niha ew li welatê Almanyayê dijî. Par pirtûka wî ya helbestan bi navê “Delal Can” ji Weşanên Belkî derket.

loading...

Bir Cevap Yazın