"Enter"a basıp içeriğe geçin

Çîroka Destana Filîtê Quto

VERSIYONA 1.

Filîtê Quto ji Reşkotî ye, kurrê quto yê duduwa ye. binyata mala quto, ji rexê hekarîya hatine û dighê mala ferhoyê ‘uzêr axa. ji êlên kurdîstanê yên navdar, ji “heft bavêsîna” ne. felît, weke êl (‘eşîr), reşkotîye û weke malbat, ji pîroka (piroya) ye.

Filît, mêrxasekî hezjixwekirî û navdar bû. Dilê wî di keçekê de hebû. ew û peyayekî xwe suryanî (filleh), berbi gundê dergîstîya xwe bi rê de diçûn. peyayê wî ji felît re dibêje;

-Li kanîya baderesê, karwanê etmaniya li ser kanîyê danîne, sîlahên baş li ba wan hen in. belkî em tivingeke baş ji te re ji wan bistînin û bi tivingeke rind em herin ba hezkiriya te.

felît, gotiye:

– em herin.

gava gîhaştine ba kanîya baderesê, rastî karwên hatine. birastî çekên baş, hêja bi karwanê etmanîya re hebûne. felît ji yekî tivinga destê wî xwestiye da ji bo kirrînê, lê binêre. xwediyê tivingê, ji ber ku xerîbê herêmê bûye, bawerî bi felît neanîye û gotîyê;

-merev sîleha destê xwe nade destê nenasa.

felît qeherîye, gotiye;

– bi zorê be jî, ezê ji te bistînim.

mêrik:

-ev tiving wê bibe qelenê (nexdê) dîya te!

bi van devjengîyan, gotinên wan bi serê hevûdu de neçûye, gotinek ji wî, yek ji yê din, şer dest pê kiriye. etmanî dişkên. hem şer dikin û hem berê xwe ber bi welatê (eşîra) xwe vedikin û karwanê xwe dajon. şer ji kanîya baderesê dest pê dike heta ziyareta şêxê vindê-navbera wan 10- 15 km ye-didomîne. dîsa li gora nameya ahmed aydin, ji 120 kesên etmanîyan bi tenê mahmê elîyê etmên sax dimîne, darê xwe datîne, dest ji ber xwe berdide, xwe dispêre felît. felît dighê ba wî, dibêje;

-te dît, tu bû sebebê evqas însanan. ma rast bû, te weha kir? de ka wê tivingê bide min!.

gava felît destê xwe dirêjî tivingê dike, mahme elîyê etman nigê tivingê dikşîne, felît birîndar dibe. felît li zîyareta şêxê vindê birîndar dibe, lê bi saxî wî tînin gundê taharîyê. li ber sîdana dara tûyê can dide.

awayê duduyan, bûye weke efsaneyekê ku bêtir li derveyî herêmê deng vedaye, kesên ku yek bihîstîye, dehên din bi ser vekirîye, belav bûye, ew jî ev

VERSIYONA 2.

Filît mêrxas û mezinekî êla reşkota ye. di zarotîya xwe de sêwî maye, dîya wî şemê ew xwedî kirîye. dema destê wî dar digre, yanî dibe zilam, doza mezinaya reşkotan dike û mezinaya reşkotan bi darê zorê digre destê xwe. koçer û karwanên di nav axa reşkotan re derbasdibûn, baca rê, xûkîtîya çêrê didane felît. gava karwan ji alîyê silîva dihatin, li deşta silîva, likanîgulanê diçû pêşîya wan, yan peyeyên xwe rêdikirin, baca xwe ji wan distend. yan koçer ji zozanan, ji bîngolê, şerefdînê, ber bi qerejdax û berrîyê ve pezên xwe tevgel dikirin û koçemal berjêr dibûn, di nav kîjan êlê re derbas dibûn hesabê çêra pezên xwe dikirin û heqê erdê, baca rê didane wan. her weha gava di nav reşkotan re derbasdibûn-ku rîya wan, bibê nebê di wir re bû- xûkîtîya rê, çêrê ya reşkotan, didane felît. etmanî, êleke bi xwe bawer in. li pişta bayqanê li dora xîzana bedlîsê cîwar in. karwanê etmanîyan, li xwe danaynin bac û xûkîtîyê bidin kesî, tew kurrê jinebîyekê (felîtê quto), gava xûkîtîyê ji wan bixwe, serhevdîyeke gelek mezin e. li ser baca rê şerê wan dest pê dike.

”filît lawo, maman î xweş maman î

nebxêr, nizanim çi karwan bû hate bi giranî

mi dî bavê hesen çend peyayên reşkota bi xwe re hilanî

xwe berda pêşîya mamê etman, vî karwanî

go: -lawo, ka baca te ji min re anî?

mamê etman digo:- filît lawo

em karwan in, karwançî ne,

lawo, em xerîb in, em rêwî ne.

filît digo:- ez bi enîya bavê xwe kim,

ezê tivinga pîkê te ji te bistînim.

mamê etma digo:- ez ê tivingê bi te dim,

ezê dîya teya şemê ji yextyarê bavê xwe re bînim.

mamê etman derbek berda bejn û bala bavê hesen

di zincîra seetê re lê dixîne

roka me hilatî ji aliyê bota

şewq û şemala xwe da bejn û bala bavê hesên

her çar peyên me reşkota.

xwezî mamê etman biçûya cî-warê xwe,

li ser kurrê min, li gor şîr û bextê xwe bigota.

roka me hilatî ji alî silîva,

şewq û şemala xwe da peyayên reşkota, van tivingên toqezîva.

mamê etman derbek berda kurrê mi rebenê,

serê wî birrî ji balîf û nazbalîfa.

filît lawo, maman î xweş maman î

mi kes nedî, nala mamê etman

li welatê xerîb, şer dikir, mêr dikuşt û dest hilanî

bira diya wî bi tenê, bê:- mi çog da erdê, lawek anî

çawa çira mala quto vemir an, konê me datanî …”

felît û dîya xwe li gundê baderesê rûdiniştin. gundê baderesê di qontara çîyayê qêre di tixûbê reşkotan û sînkîyan de ye. kanîya baderesê di guhereke pirr mezin de wek ava aşekî ji binê tahtekê derdikeve, di biniya wê re darên fêkî, bax û bîstan in (di vê dema dawîyê de hecî nûrîyê mala nêsir xanîyek li ser vê mêrgê ava kiriye, bi cîran û derûdora xwe bûye şênîyekî gelek xweş.

 

Klama Filîtê Quto

Hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo
Hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo

şemê dibê:
Filîto lawo dilê min dibê ye
berxê min sed carî dilê min dibê ye
Min ji te re nego
neçe pêşiya karwanê Mamê Emê ye
lawo vêga çavê jin û zarê wan li rê ne
ew jî weka te mêrkuj in
lawo karwanî şelê ne
Dibê dilê min dibê ye
sed carî dilê min dibê ye
Filîtê Quto bavê Hesen cewrê şeme
xwe daye ser taxê ye
îro ji Mamê Emê Etmankî dixwaze
qedar û baca rê ye

Mamê bi sê denga banî dike dibê Elî
gazî Filît dike dibê: Lawo
eger te jin revandibe
were ezê bidime te qalanê jinê ye
eger te mêr kuştibe
bidime te xwîna mêrê ye
eger ehtaciya te bi malê dinyayê heye
were rûnê bi erf û adetê dinê ye
tu cara îcar nebûye rikê Etmankî ye
nedaye baca rê ye

Filîtê Quto bi sê denga
Li Mamê Elê Etmankî dikir gazî:
Dilê min dibê ye sed carî dilê min dibê ye
îro tê bidî min qedar û baca rê ye

Mamê dîsa gazî Elê dike:
Elî rabe lezke bilezîne
hêstira sor a pêşiyê hêstira boz a paşiyê
bi barê wê ve ji Filîtê Quto ra bîne
Lawo me şixûl ji vê bela hanê tunîne
Hewara Etmankan dûr e dereng e
îro bi degmê xwe bi me dibîne

Mamê dîsa gazî Filît dike dibê:
Were hêstira sor a pêşiyê
Hêstira boz a paşiyê bi barê wê ve
bibe qedara te ye
lê tu cara îcar nebûye rikê Etmankî ye
nedaye baca rê ye

Hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo
Hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo

Filîtê Quto bi sê denga
li Mamê Emê Etmankê dikir gazî
Dibê: hêstira sor a pêşiyê hêstira boz a paşiyê
Barê wê qadara min e
Bazinzera milê xwe tê deynî baca rê ye

Mamê dibê Filîto lawo xeberê te ye
hêstira sor a pêşiyê hêstira boz a paşiyê
barê wê bive xwîna te ye
kalekî bavê min heye li malê ye
her roj serê siba radibe
simbêlê xwê yê sorê sor sosinî
dişo bi sabûnê ji kefa hinê ye
çavê kalê bavê min hêja li zewacê ye
Bazinzîva milê min
qelanê heft qîza ye heft bûka ye
Heydeyne erdê baca rê ye
were bazinzîva milê min bibe
qelanê dayika xwe şemê ye

Mamê dibê Emê bab û bira bi min Emê
bavê min bûyino goreşa degerînin
bara biqûlibin bikin kozik xwe bidine berê
hûnê mîratê kurm û kurmanca dagirin
barûdê bi terha bi derhema berdin serê
nîşanê bigirin siwarê pêşî
siwarê serbixelî
jê re dibêjin Filîtê Quto cewrê şemê
qey lawo nayê bîra we
cara min digo xwezîka serê min û
Felîtê Quto bavê Hesen cewrê şemê
li kevanê Qîrê li hev de derê
ezê îro şerekî li Kevanê Qîre daxim
bikim wekî roja şerê Eshabiyan
dewra berê

Hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo
Hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo

şemê digo: Felîto lawo banî Qîre li vî banî
min ji te re nego neçe pêşiya karwanê
Mamê Emê bavê Meyro lawo vî karwanî
ew jî weke te mêrkuj in lawo karwanî şelê nin
çûne Diyarbekir ji xwe re genimê sor e
Vêga çavê jin û zarokên wan li rê ne

şemê digo: Felîto lawo
karwan rabû ji Bilêyderê
şewq û şemala xwe da
bejn û bala Felîtê Quto bavê Hesen
rextê qatiya lawo qevda vê xencerê
carê min ne digo were
li Tapiyê rûnê
di nava xulam û xizmetkaran de
belkî qasekî behna şemika diya te bi te derê

şemê dibê: Felîto lawo
banê Qîre ore or e
ji xerî mala xweziyê Xwedê re
çaxê li Mamê Emê Etmankî
li wir pêsîr tengî tê de derketa
serê birek xortê Etmankan
Sernijdevan Derweşê Por e

Hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo
Hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo

Mamê dibê: Fîlîto lawo
banê Qîre bi simaq e
ezê bikim teyr û tolê çewrê
li ser cinazê kurê bava
ji xwere îro bikin waq e waq e

şemê digo: Filîto lawo
Ji Delana Paşo heya mîrata Tapiyê
birêne çend neqeb e
tivinga li ser destê Mamê Emê bavê Meyro
bi kewkeb e lawo bazinzer e
carê min nedigo xwe nede ser kozika
Mamê Emê bavê Meyro
Lawo qetil û xwîn e tev xezeb e.

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın