"Enter"a basıp içeriğe geçin

Çîroka Pepûkê

Hebû tunebû, pir zeman berê, kes nizane li ku derê xwişk û birayek hebûne. Diya wan dimire, ew sêwî dimînin. Bavê wan dizewice. Kurik jî pir kêf didin û dibêjin: Êdî dayîkek me jî heye! Lê dêmariya wan pir dilreş bûye. Ji kurikan heznekiriye.
Xwestiye serê zarokan wenda bike.

Dêmarî rojeke biharê binê tûr kun dike, dide pişta lêwik û wan dişîne kerengan. Keçik û lawik kerengan berhev dikin, tûr tijî dikin. Keçik tûr dide pişta birayê xwe. Kereng di rê de, di cihê kunkirî re dikevin. Dema ew nêzîkê gund dibin, keçik dibîne ku di tûr de kereng nemane. Ew ji birayê xwe re dibêje:
– Te kereng gi xwarine, di tûr de tişt nehiştiye. Wê dêmariya me me bikuje.
Lawik li tûr mezidike. Dûvre dibêje:
– Na min kereng nexwarine!

       Li ser vê meselê lawik û keçik berhev re terin. Di paşiyê de keçik diqare û gilçê
kerengan li serê birayê xwe dêxe. Birayê wê, li wê derê dikeve û dimire.
Keçik berê ji tirsan nizane çi bike. Rûdine û digîrî. Paşê birayê xwe dike mezel.
Lê newêre here mal. Li ser kevirekî rûdine û bang dike digîrî.

Dibêje:
– Pepûk ev çi bû, min kir. Min kuşt, min şuşt,
min hilanî! Ez çi xweliyê li serî xwe kim?
Ez bi kûva herim?

Ji Xwedê re dua dike ku xwedê wê ji vê tengaye
bifilîtne. Li gor çîrokê Xwedê wê dike çûgekî.

Navê wê jî dike pepûk.
Ew roj e, ev roj e. Pepûk heroj ji bo birayê xwe digîrî
û dibêje:
– Pepûk! Kê kuşt, min kuşt, kê şûşt min şûşt. Pû pû pû pû pepûk pepûk!
Lema gava jinên kurdan jî digîrîn û hawar dikin, dibêjin:
Pepûk!… Wî li min, li min!.. Pepûk!… Pepûk!…

kurmanciyacelika.blogspot.com

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın