"Enter"a basıp içeriğe geçin

Çîroka Bizin û Gur

Carek ji cara, mame Xidir kerê xwe hilda çû dara, le bû wexte êvara. Mamê Xidir bala xwe daye Gurekî ji we da hat, çû lêxist kere wî xwar! Mamê Xirdir je ra got; ey heywanê hovê liar, qe li berûya jêrin tunebûn berx û kar, tu hat te kerê min evdalî xwar?

loading...

Gur jê ra diranê xwe li hev xist û got; mamê Xidir bes e bike guregur, vî kera çû here ji xwe ra yeke din bikire:

Hebû tunebû Bizineka kûvî hebû. Bizin rojeke li beyabanekî dize û cotekî karan tîne. Nave karen xwe datîne Elîçengîlo û Mengîlo. Ji karê xwe ra dibê zaroken min, ez ji bo we diçim Zozana, dixwim çayir û çîmena, av dikim zîl û pehna, şîr dikim guhana, têm we tînim dana. Hûn ji kesî ra derî venekin, de zirare bidin we.

Kar dibêjin; dayê tu mereqa me neke, em ji kesî ra derî venakin. Tu nave gurê qelaş bi dizî li wan guhdarî û temaşe dike.

Bizin diçe Zozana.

Gurê qelaş tê dibê: “zaroken min ka ji min ra derî vekin, ez im dayîka we!” Lê dengê Gur ji wan ra xerîb tê. Kar ditirsin û derî venakin.

Gur pirr bi wan da dikeve, lê nikare wan bixapîne. Gurê qelaş pirr neçar dimîne û xwe li wan vedişere, bala xwe baş dide wan û li wan temaşe û guhdarî dike.

Bizin tê bang dike dibe: “Zarokên min ‘Elîçengîlo û Mengîlo, dayîka we çû Zozana, xwar çayîr û çîmena, av kir zîl û pehna, şîr kir guhana hatî we tîne dana. Ji kerema xwe ra derî vebikin?”

Kar dengê dayîka xwe nas dikin û ji dayîka xwe ra derî vedikin, têr bi guhanê dayîka xwe dimijin, zikê xwe têr dikin.

Roja din dîsa bizin diçe Zozana.

Gurê qelaş demekî di piştre tê û di tona dengê bizinê de gazî karan dike. Dibê,: “’Elîçengîlo û Mengîlo, ez im dayîka we. Ez çûm Zozana min xwar çayîr û çîmena, av kir zîl û pehna, şîr kir guhana, ez hatim we tînim dana, ji kerema xwe ra ji min ra derî vebikin!”

Ji kara wetrî dayîka wan e, dema ku derî vedikin, bala xwe didinê ne ku dayîka wan e û Gurê birci ye qelaş e! Kar pirr ditirsin. Gurê qelaş bi hovîtî herdu karan jî dixwe, zikê xwe têr dike û jixwe ra li wir paldide û xwe direj dike.

Dema ku Bizin tê bala xwe dide Gur herdu karên wê jî xwariye:

Bizin bi dilekî şewat êriş dike ser Gur, dibe:

– Gurê qelaş, te çima zaroken min ê bêguneh xwarin, wan çi zirar û ziyana te kiribûn? Gur dibe:

loading...

– Here ji wir, bela xwe di min nede, eger ku tu hêrsa min bînî, ez ê te jî wekî wan bixwim.

Bizin êrişî ser Gur dike.

Gur û bizin hevdû digrin. Bizin çawa qiloçê xwe di zikê gur ra dike, zikê Gur diqelişîne û wî dikuje, heyf û tola zarokên xwe ji Gurê harê qelaş distîne û dilê xwe rihet dike. Her wiha Gur diçe di kertî ya xwe de. Bizin jî dimîne bi dilê xwe ye bi kulê birîn.

Çîroka mi l’ civata yaran Rehmet li de û bavê guhdaran Ji xencî xayîn û gemaran

Çîrok: Gelerî

Berhevkar:Ebdurehîme Mûşî 

NIVÎSÊN BALKÊŞ

loading...

Bir Cevap Yazın