"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Siyabendê Îsmaîlê Îbrahîm

Siyabend 20ê tebaxa 1964an, li gundê Hebilkenda Masîsa Yêrevana Ermenistanê ji diya xwe dibe. Navê gund paşê dikin Kalînîn. Di malbateke rêncber de mezin dibe.

loading...

Jiyana zozanan tu caran ji bîra wî naçe. Li gund her sal çûyîna zozanan ‘dewleta’ wî bûye. Heta sala 1985an jî kêfa çûyîna zozanan dibe para wî. Lê malbat piştî wê salê êdî naçe zozanan. Siyabend sala 1981an koma 10an xelas dike. Heman salê dikeve ‘Enstîtuya Pedagojiyê ya Xaçatûr Abovyan’ û sala 1985an diqedîne.

Di navbera salên 1985-1987an leşkeriya Sovyetê dike. Leşkeriya Artêşa Sor li Ûkraînayê dibe serî. Piştî leşkeriyê ji bo xwendinê diçe bajarê Xarkovê. Lê naxwîne û li fabrîqeyekê kar dike. Li Ûkraînayê li dibistanê dersa fîzîk-kulturê dide. Sala 1989an vedigere Yêrevanê.

Siyabendê Îsmaîlê Îbrahîm, yek ji wan kurdan e ku wekî ‘sirgunên sêyemîn’ têne naskirin. Di jiyana wî ya 50 salan de, serpêhatiyên sê welatan hene. Zarokatî û destpêka ciwaniya wî li Ermenistanê derbas bûye. Piştî çend salên li Bakûya Azerbaycanê, ji 20 salan zêdetir in ku jiyana xwe li Alma Atayê berdewam dike.

loading...

Bir Cevap Yazın