"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Xelîl Xeyalî

Berê vê nivîsê divê em jêrenotekê deynin ku bila xwendevanên me nekevin dubendiyê. Di hin çavkaniyan de zayîna Xelîl Xeyalî nêzî sala 1848-1950 tê nîşandan, hin çavkaniyan de jî 1876 û nêzî vê salê.

Xelîl Xeyalî (….-1926) ji Modka ye, ji qebîleya “Mûdan” e. Li cem Seîdê Nûrsî (1876-1960) ders girtiye û gelek di bin bandora wî de maye. Di dawiya sedsala 19an de çûye Stenbolê û li wê derê li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî xebat kiriye. Di sala 1908an de li Stenbolê di damezirandina komeleyên bi navên “Kurd Te’avun û Teraqî” û “Kurd Neşrê Me’arif” de cih girtiye.

Ji bo perwerdekirina zarokên kurdan bi zimanê kurdî di sala 1910an de ji aliyê  komeleya “Kurd Neşrê Me’arif” ve li Çemberlîtaşê yekemîn dibistana kurdî bi navê “Kurd Nimûne İbtidaîsi-Meşrutiyet” hatiye veki- rin. Xelîl Xeyalî di vekirina vê dibistanê de rolek mezin lîstiye. Di vê dibistanê de li gor elfabeya wî ya ku em ê jê behs bikin, perwerdeyî bi zimanê kurdî hatiye kirin. Di sala 1912an de li Stenbolê ji aliyê hinek xwendevanên kurd ve komeleya “Hêvî” hatiye damezirandin û heta Şerê Cîhanê yê Yekem dewam kiriye. Xelîl Xeyalî di damezirandina vê komeleyê de jî roleke girîng lîstiye.

Armanca herî girîng ya vê komeleyê ji bo hêsankirina xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî amadekirina elfabeyeke kurdî bû. Xelîl Xeyalî di kovara bi navê “Rojî Kurd” de, ku organa weşanê ya vê komeleyê bû, li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî û standardkirina elfabeyek ku ji bo temamê zaravayên kurdî bi kar bê, çend gotar nivîsandine. Bo nimûne di hejmara sisêyan de di gotara xwe ya bi sernavê “Ziman” de pirsek wiha kiriye: “kurd îro muhtacê çi ne? Em ewan bêjin”. Paşê jî tiştên ku îhtiyaciya kurdan bi wan heye di 10 madeyan de rêz kiriye. Di madeyên duyemîn, sêyemîn û heştemîn de wiha gotiye:[2]

2) Ser terzek nû elifbayek.

3) Ji bona temamê zimanê kurdîtiyê qamûsek (ferhengek mezin).

8) Ji bo zimanê kurdan serf û nehwek (rêzimanek).

Çawa ku ji madeya duyemîn jî tê fêmkirin ji ber ku baweriya Xelîl Xeyalî bi diviyatiya amedekirina elfabeyek standard ya kurdî hebû, di sala 1909an de li Stenbolê yekemîn elfabeya kurdî ya bi tîpên erebî çêkiriye û navê wê daniye “Elifbayê Kurmancî”. Seîdê Nûrsî (Kurdî) derbarê wî û elfabeya wî de wiha dibêje:

“Ez mînakek neteweperwerî ji we re pêşkêş dikim ku ew jî Xelîl Xeyaliyê Motkî ye. Mîna her beşek miletperweriyê di beşa ziman de jî xelata pêşbaziyê a wî ye. Wî elfabe û serf û nehv (rêziman) a ku bingehê zimanê me ye çêkiriye. Vî zatê han nimûneyek miletperweriyê nîşan daye û ji bo zimanê me yê ku mihtacê temamkirinê ye bingehek daniye. Ez ji ehlê hemiyetê (ji miletperweran) re tewsiye dikim ku li pey rêça wî herin û zimanê me li ser wê bingehê ava bikin”

Çawa ku ji gotinên Seîdê Nûrsî tê fêmkirin wekî niha di wê demê de jî rewşenbîrên kurdan ji bo standartkirina zimanê kurdî li ser elfabeyek standard nîqaş kirine. Di nîqaşên di vî warî de Se‘îdê Nûrsî xwestiye ku elfabeya Xelîl Xeyalî wekî bingeh bê qebûlkirin. Nexwe di nîqaşên îro de jî divê ev elfabe neyê jibîrkirin, beranberiya wê bi elfabeyên din bê kirin, kêmahî û zêdehiyên wê bên dîtin û jê were îstîfadekirin. Loma di vê nivîsa xwe de me xwest ku em vê elfabeyê bidin naskirin û wê ji tîpên erebî veguhêzin ser tîpên latînî. Beriya ku em elfabeya wî qeyd bikin em dixwazin çend gotinan bibêjin:

1- Elfabeya Xelîl Xeyalî yekemîn elfabeya kurdî bi tîpên erebî ye.

Xelîl Xeyalî di sala 1926an de jiyana xwe ji dest dide.

Çavkaniya asas ya nivîsê: Mamoste Qedrî

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın