"Enter"a basıp içeriğe geçin

Cil û bergên jina kurd

loading...

Çawa tê zanîn, ji bilî rabûn û rûniştin, xeyset, xî, ziman, durv û reng di zanav, nasname û jihevnaskirina milletan de tiştekî sereke û bingehîn heye ku di rewş û rêdana berçavkirin û nîşandana gelan ya netewî de roleke girîng û kêrkirî di derûn û giyanê wî de dilîze, belê ev nîşana diyar û darîçav cil û berg in.

Ez dixwazim tenê di vê gotara xwe de hineke ruhnî bavêjim ser cil û bergên jina kurd, nemaze yên ku ji pêma û folklorê me yê pîroz û giranbuha têne vekêşan û tevgirêdan, û pêwendîyên wî bi dîroka kurdî ya Kevin û dûr û dirêj di gel regezên surişt û xwezaya kurdistanê re vewejêrim û bidim şirovekirin enegorî dîtina xwe.

Bêguman, çi millet, an hûrgel, gurûp û komizên nijadî û neteweyên ku li ser goga zemînê û cîhana gêtî de hatine afirandinê û dijîn, talî û şêraniya jiyanê bi her tewrên wê dîtine, çi di sînorê xaknîgariya xwe de, çi di avakirin û damezirandina mezintirîn şaneşîn û impiratoriyên şaristanî de bi cil û bergên cuda û têvil hatine dîtinê.

Devera Qamişlo

 

Belê, em dikarin bibêjin ku ew cudabûn ne xweber hatiye nitirandin, afirandin û kivşê, lêbelê li gorî surişt û xwezaya wî welatî û xelkên wî ne, an li gor kar û barê wî gelî ku bi çi awayî dane û standine bi hêsanî û dijwariya xwe ve, bi regez û afrîdeyên wê re, ji bo berçavkirina jiyan û pêvajo û rêveçûna xwe di cîhan û gerdûnê de bîne qanê.

Gelê me, gelê kurd bi xwe ji kevintirîn gelên ku li vê herêmê (bi taybetî Kurdistan û herêma rojhilata navîn) cihê xwe di kûraya sing û berên rûpelên dîrokê de bi dewlemendî girtiye, û di biwara rêveçûn û pêvajoya xwe de  xwedî çalaktirîn derbasok û şaristanî ye, çawa ku belge û dakomentên mûzîxanan vê şaristanî û şarezatiyê bi her cûreyên xwe ve eşkere û diyar dike, her wisa jî xwediyê impiratorîyên kivş, fireh û berbiçav e weke : (Zobar, Gotî, Horî, Mîtanî û Mîdya).

Weke ku em tevde dizanin Horî û Mîtaniyên kurd dewlet û şaristaniyên xwe li jêrî çiyayê Toros damezirandibûn, ku niha çiyayê (Omeriyan, Qerejdax, Tora banî, Tora jêr, û Bagok) jê re tê

loading...
Kobanê

gotin, ku vedigere nîveka paşî ji sêhezarsaliya berî zayînê, piştî ku ji welatê xwe yê makderî ji hindam û devera Wanê hatibûn û paytexta wan Waşokanê bû ku heya niha xomar û şûnwarên wê li derdorê Serê Kaniya îroyî ne, bi taybetî di fêza çavkaniyên çemê Xabûr de ne.

Mebest û kama sereke ji vê raxistinê ewe ku ez karibim bi xurtî cil û bergên jina kurd li vê herêmê weke li (Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Amûdê, Qamişlo û Tirbesipiyê) bi hemî gund, êl û eşîrên wê ve-çi serxet û çi binxet- û dapoşîna van cil û bergên taybet bi dewleta Mîtaniyan ve girêbidim.

Berî her tiştî, cil û bergên vê devera ku min li jor nîşanda tev yek terz in, ji vî terzî li devera Şingal û Wanê jî têne dîtin, nexasim ew jinên ku li deşt û bestan dijîn.

Ez dixwazim bînim ziman ku ev cil û berg û terz Mîtanî ne, ji ber ku heya niha pîrejinên kurd dibêjin keça xwe, yan xuşk û jinên cîranên xwe :

(Keçko, mîtanê xwe li xwe ke)

Derbêsiyê

Yan jî, di helkeftin, cejin û govendan de dibêjin :

(Xemil û xêza mîtanî xwe lê dixwar)

Berê, çaxê ku mûsim û debarê xwe hiltanîn, û dema kinckirrînê dihat, mezina malê diçû bajêr, cil û berg ji malî, dot û kuflet re dikirî û soz dida keça xwe ya nazik û delalî ku mîtaniyekî jê re bîne.

Ji bilî van gotinan, gelek dengbêjên kurd di stranên xwe de-nexasim yên li ser dilan- çêla Mîtan dikin. Em binerin li Kerebêtê Xaço, çaxê lawikê metînî dibêje bi vê hevokê diqîre :

Kanîkê me şêxan û mîran çendî bi rêz in

Keçikê me xwe girêdane bi mîtanê firêz in

Xeberê bidin lawikê metînî, heger tê min dixwaze bera bê min bixwaze

Heger min naxwaze wê sibehê min biguhêzin.

Gotina (Mîtan) û şûnde (lawikê metînî) gelo çima di yek firdika stranê de hatine gotin ?

Metîna bi xwe jî navê çiyakî ye, û navê gundekî û eşêrekê ye jî li zinara çiyayê Torosê ku me ew li jor nîşanda, û ev nav, Dêrika Çiyayê Mazî (Şebextanê)

 

Devera Alîyan

bi xwe ve girê dide. Her wisa, gundek bi navê Metîna li devera Omeriyan heye, ev gund dikeve eynî wî çiyayê gotî ku mîtaniyan li rajêrî wî şaristaniya xwe li dar xistibûn.

Helbet kurd ji xeftan re dibêjin (Mîtanê kobekirî), her wisa ji qutikê çox re jî dibêjin (Mîtanê surmekirî). Hêjayî gotinê ye ku sîmbol û şana dewleta Mîtaniyan nîgarê kevokê bû.

Ji bo ku em karibin hîn xurtir cil û bergên jina kurd bi Mîtaniyan ve girêbidin, divê em hemberî û pêwendiyekê di navbera cilên wê û per û postê kevokê de çêkin, û engorî hev nîşan û raçav bikin.

Ku mirovek bi hûrbînî li xeftanê jina kurd binêre û xweşik ji paş ve lê sêre bike, bêguman dûv û terriya kevokê tê de dibîne. Qutikê çoxê surmekirî ku mîtan jê re tê gotin, pişta kevokê nîşan dide. Hûçikên kirasê wê, nemaze çaxê ku destê xwe wek bask dirêj dike û tîne semta millên xwe, ji paş ve, baskên kevokê nîşan dide. Şêl, derling yan serkab, per û pûta lingê kevokê tîne kifşê, nemaze ku lastîka teng li derbaseka ling di texma gwizekê de şellandî be. Girêdana qezê bi şûtika rengîn, heyasê zîvîn an şohiya bi gulik û gulabenda destçêkirî ku li newqê girêdayî be jêr û jor, ew sîng û ber û pêsîrên hildayî ji pêşî û kêlekê ve, sînga kevokê ya bedew û spehî raçav dike. Girêdana temezî û doraniya rengîn, nexasim bi ser hibriya Mûsilî de gava ku fitil û girênîvkê di ser fitla dî re digerîne û li pêşaniya xwe girêka temam çêdike,  kubar dinêre û serê xwe pêre hildide, nikilê kevokê tê berçavkirin.

Piştî vê kurtenerîn û ravekirinê li kunc û bergên jina kurd û pîvana wê bi per û postê kevokê re, em dikarin bi senayî vê yekê bi mîtaniyan ve girêbidin, nexasim çaxê em zanibin ku kevok ji keştî û keleka Nûh pêxember firiyaye û çûye devera pîroz û aşîtiyê nîşankiriye, ew devera pîroz û rengîn, xweş û tenahî, cîgehê evîn û aşîtiyê, çiyayên Kurdistanê bûn.

Ez kevok im lê lê

Kevoka şîn im way way

Li ser bana, bin bana

ez datînim way way

Per û postê lê lê

xwe d’xemlînim way way

Ez aşiqê lê lê

kurkê dîn im way way….

Salihê Heydo

NIVÎSÊN BALKÊŞ

loading...

Bir Cevap Yazın