"Enter"a basıp içeriğe geçin

Serhildana Mala Eliyê Ûnis û Mihemedê Eliyê Ûnis

Mihemedê Eliyê Unis (bi tirkî: Mehmet Ali Yunus ), wekî gelek pêşîvanê kurd, mêrxasekî di dîroka nivîsandî de, bi layiqî ne qeyd kiriye. Destana ku di şerrê çîyayê Sasun da afirandiye nehatiye nivîsandin. Jenosîd û dijwariyên bi serê wan de hatine di qeydên dewletê yê eşkere de derbas nabin. Bi kurtayî dewlet navê wê qirkirinê danîye “hereketa tedîp, tenkîl û pakişkirinê.” Lê belê serpêhatiyên wan wekî piringekî agir tim li ser dil û cigerê malbata wî pê dikeve.

loading...

Mihemed Axa di sala 1863 de li herêma Xerza li gundê Mêrgan ku bi Hezoyê (Kozluk) ve girêdayî ye hatiye dinê. Mihemed Axa di nav zaruwê Elî de yê herî mezin bû û serekeşîr jî ew bû. Eliyê Unis, ji Mala Şeref e. Mala Şeref, milek ji milê eşîra Kîka(Kîkî) ye.

Mihemed Axa mirovekî bîrewer û di çanda eşîrî de mêrxasekî di ser xwe de bû. Ji xelqê xwe re gelek dilovan bû. Bi doza welatê xwe ve girêdayî bû û li himber kolonyalîstên ku çav berdabûn welatê wî tekoşerekî bê hempa bû. Bi tu awayî tawîz neda dijminan û şerekî bi mêrxasî da. Kesê biketa tengavîyekî, xwe dispart Mihemedê Elî. Ew jî alîkariya ku ji destê wî bihata dikir. Dîndarekî mutewazî bû û tim jî ji zordara re şûrê wî kişandî bû.

Mihemed Axa kiryarên Osmaniya û bi taybetî jî sîyaseta wan a li ser Kurdistanê baş nîrxandibû. Zanibû ev pêvajo weha dom nake û wê erdê wan ji destê wan bêne girtin û mafê kurdan bêne perçikandin. Pêdiviya welat bihata parastin, lê belê bi çi awayî? Ji bo vî çareserî diviya. Mihemed Axa xema vî tiştî dixwar. Her weha pêwendiyên eşîra xwe bi eşîrên der û dorê xwe re zêde dikir. Dostanî û mirovatiya xwe xwirttir dikir. Hay û gumana xwe ji şêx û alim û ronakbîr û rêxistinên kurd re nedibirrî.

Dewleta Tirk jî vala nedisekînî û dixwest her bi çi awayî be Mihemed bi hinek tiştan tema bike û bêxe bin bandora xwe. Rojekî midurê tapuwê yê Zoqê tê gundê Girêewês ba Mihemed Axa. Midur dibêje: ” Mihemed Axa, tu çima erdê xwe tapu nakî?” Mihemedê Elî: “Ji min re tapu ne lazime.” Midurê Tapuwê: “Axa, eger tu bixwazî heta ciyê ku tu destê xwe pêve dirêj bikî ezê li ser te tapu bikim.” Mihemed: “Ne xêr ezbenî, ez tapu jî nakim û bac jî nadim dewleta Tirk.” Mihemed Axa doza welatekî dikir, ne ew kes bû ku bi van bertîl û fen û fûtan bixapiya. Di jîyana xwe de di bin tu şertî de prîm bi leşker û birokrasiya dewletê neda. Wekî çîyayê Sasun serbilind, bi sebir û qayim bû.

Beriya serhildana Şêx Seîd, wekî tê zanîn pêşîvanê rêxistina Serxwebûna Kurdistanê, Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya bi gelek zor û zehmetiya xebatekî li dar xistibûn. Di heman demê de her ronakbîr û dozkarê kurd bi awayekî li çareserîyek digeriya. Di vî warî de, xebatên dîplomatîk û leşkerî xwedî ci- yeke girîng bûn. Ji bo vî yekê Abdulrezaq Bedîrxan jî çûbû Rusya û hinek hevdîtinên wî bi Rusya re çe bûbû.

Rojekî nameyek digîje destê Mihemedê Elî. Mihemed vê nameyê dixwîne û gazî birayê xwe Evdirhman û Derwêş dike. Name dide wan û wan rê dike ba Cemîlê Çeto. Evdirhman û Derwêş diçin ba Cemîlê Çeto wê nameyê didinê. Di nameyê de weha dinivîse: “Ez Evdilrezaq Bedirxan im. Ez niha li Gokmeydana Bilîsê li ber gora Şehîdên me Seyîd Elî, Şêx Şabedîn û Mele Selîm rûniştîme û vê nameyê ji we re dinivîsim. Gelî Şêx û Axayên Kurdistanê; vêga tirk ser tenişt ketine, eger me dahfekî li wan da û me wan da erdê, ji xwe em gîhiştin meqseda xwe û emê serfiraz bibin. Yan nexwe ku tirk fersend dîtin û ketin ser lepê xwe, wê zikê jinê kurda yê bi zaru (hemle) bi singoyê tifingê xwe biqe- lêşin û zarukên di zikê dayika xwe de bikujin. Min bi Rusya re peymanek çêkirîye. Bi gorî vî peymanê wê Rusya bi leşkerê xwe alîkariya me bike. Herkes bila qertê xwe bistîne û wextê Rus hatin bila nîşanê wan bidin û wextê serhildanê her eşîr bajarê xwe bigrin.” Cemîlê Çeto ev name dixwîne û wiha bersiva Evdirhmanê Elî dide: ” Wun bi vî nameyê ve ser seran û ser çavan hatin, lê mixabin ez niha ji we re nikarim bêjim erê yan jî na. Eşîra min (Pencenarî) mirîdê Şêx Mahmud in. Ezê ji Şêx Mahmud re bibêjim eger Şêx go erê, ez bavê Feremez im, Zoqê û Sêrtê jî têra min nake. Eger Şêx go na, wellehî wê Gêncoyê Çeto ku birayê min e, wê devê tifingê bêxe tenişta min û tilî bikişîne, wê bêje min destê xwe bi kesk kir, min kafirekî hevalê Urus(Rus) kuşt.” Li ser vî bûyerî, Cemîlê Çeto diçe ba Şêx Mahmud û vê meselê jê re dibêje. Şêx Mahmud, li civatê ji mirîdê xwe re dibêje: “Wun dizanin Cemîl ji bo çi hatiye? Nameya Evdilrezaq Bedirxan anîye, di nameyê de dibêje wê Urus were nav me, emê tirka ji nav xwe derxin.” Mirîdê Şêx Mahmud jî: “Baş e Qurban, Seyda (Şêx Mahmud) çi dibêje ji vî îşî re?” Şêx dibêje: “Ewê ku seatek li hidudê Urus nobet bigre, wekî 70 hezar sal îbadet bike hewqas xêra wî zahf e.” Cemîlê Çeto destvala vedigere û di ciyê xwe de rûdinê. Lê belê ev helwesta wî têr nake ku ji îdamê xelas bibe.

Mihemedê Elî ji bo serhildanê haziriya xwe dikir, welew bi serê xwe jî bimîne (mixabin di dawî de jî wisa bû) sond xwaribû ku bandora tirka li welatê xwe qebûl nedikir û weku sembol şewqeya Kemal danetanî. Mineta wî zêdeyî Xwedê ji tu kesî re tinebû.

Wextê serhildana Şêx Seîd dest pê dike, Mihemedê Elî bi bira û eşîra xwe ve digrin ser Hezo û dixwazin ku erkana dewletê teslîm bistînin, belê dixwaze bê xwîn rijandinê vî îşî safî bike. Li ser vê bûyerê, Midurê nehya Milefan (Milefan gundekî li rojhilatê Hezo dimîne) Cemîl Efendî telgiraf dide Dîyarbekirê. Di têlgirafê de dibêje: “Li Hezo xwîn leşan dibe, acele îmdat.” Qolordiya Dîyarbekirê dikeve rê û bi ecele, bi lingan bi rêde tên. Wextê digîjin Hezo Kumandanê tirk lê dinihêre agahiya Cemîl Efendî ne di cî de ye û facîayekî mezin tineye. Kumandan dibêje: “Li ser agahiya te min wisa li leşkerê xwe ecele kiriyê ku heta em gihîştine Hezo, 13 leşkêrê ku nikaribûn bi rê de bihatana û westi- yabûn bi potîna xwe min serê wan perçiqandîye.” Leşkerekî giran bi ser zaruwê Eliyê Unis, Qewmê Çiyê ve digre. Lêbelê bi serekatiya Mihemedê Elî, zaîyatên mezin didin leşkerê tirk. Leşker ciyê ku pêve diçe xelkê bê çek, bi hovîtîyekî bêemsal re rûbirû dihêlin. Leşker têk diçe û şikestê dixwe li himber çekdarên Mihemedê Elî. Ji bo heyfa xwe hilînin, gundan dişewitînin û xelkê bêçek gullebaran dikin, wan davêjin ava kelîyayî û çiqas hovîtîyek di dilê wan de heye bi cih tînin. Serhildana Şêx Seîd têk diçe, lêbelê berxwedana Mihemedê Elî bi hemû heybeta xwe ve didome. Artêşa tirk bi hewqas hêzekî mezin û xwirt, bi hewqas leşker, çekên giran, şewat û hovîtiyê şikestên dijwar dixwe li himber Mihemedê Elî. Waliyê Sêrtê Îbrahîm Ethem tê Milefan û 2 kesê navbeyncî rê dike ba Mihemedê Elî, dixwaze wî bi dest bixe. Ji ber bêbextî ya tirkan, Mihemedê Elî bi xwe naçe, lêbelê Evdirhmanê birayê xwe yê biçûk rê dike ba Walî. Walî dixwaze ku Mihemedê Elî hemû çekan teslîmê dewletê bike. Mihemedê Elî dibêje: “Bi şertê ku leşker xwe paşve bikşîne, emê çekên xwe teslîm bikin.” Walî ji Evdirhman re dibêje: “Sucê we li ba dewletê gelek mezin e. Wun him hevalbendên Şêx Seîd in û him jî me sah kirîye Nuh Begî(ji eşîra Xwêytî) ji we re 50î hezar zêrên îngîlîz anîne. Ji bo wun tifinga bistînin û bidin eşîrên der û dora xwe û li himber dewletê rakin. Eger wun tifingê xwe nedin, tê wî maneyî ku ev tişt rast in. Ji ber vî jî wê dewlet leşker bişeyîne ser we.” Evdirehman wekî ku Mihemed jê re gotibû, teslîmkirina çekan qebûl nekir û walî dest vala vedigere Sêrtê. Piştî vî bûyerê leşkerekî giran tê Hezo û hildikişe çiyê. Mihemedê Elî, eşîrên der û dor dicivîne û tev bi hev re sond dixwin ku heta dawî ji tirka re serî daneynin. Mihemedê Elî bi eşîra xwe ve xwe didin çîyayê Arzîv, Karmelêh û Şelaş. Ev çîyayên han, çîyayên Sasunê yên herî asê ne. Qumandanê leşkerî bi kîn û xezeb tijî bû, çiqas leşker bihata kuştin hewqas xelkên bêçek û belengaz dida kuştin. Li himber vî hovîtî, Mihemedê Elî emrekî qetîî dabû tekoşeran ku heta ji wan were bila leşkerê bê ritbe nekuje. Îmanca yekemîn tim li ser qumandana be. Mihemed digot, leşker di bin emir de ye. Serleşkerên tirk li gelek cîyan însanan di xanî û çala de saxe sax dişewitandin. Di serhildana Sasun de serleşkerê artêşa tirk Cemal Madanoðlu jî di pirtûka xwe ya Serpêhatî(Anilar) de wê wahşetê teyît dike, ku tekoşerên kurd ji bo leşkerên bêritbe ne kujin îhtîmamekî zêde nîşan didana.

Cemîlê Çeto û Şêxê çiyê Emînê Seyîd têne girtin. Dewlet ji devê wan ji Mihemedê Elî re name dinivîse. Di nameyê de weha dibêje: “Me hemiya rastiya Hikumeta Tirka dît û me xwe siparte dewletê. Ji bo te jî tiştek tine, were tu jî teslîm bibe. Eger tu bawer nakî û tu bi xwe nayî jî, bira û pismamên xwe bişeyne, guneh in, bila li serê çiyê perîşan nebin, wextê ji te re bawerî çêbû tu jî were.” Mihemedê Elî jî weha bersiv dide vî nameyê: “Bila Hikumet Emînê Seyîd û Cemîlê Çeto berde û bila werin ba min, emê hev bibînin, eger hikumet bext bide me, welew ez neyim jî, ezê bira û pismamê xwe bişeynim.” Mihemedê Elî, dixwest Cemîlê Çeto û Emînê Seyîd ji destê dewletê xelas bike. Tirk jî dixwestin Mihemedê Elî bigrin û aqubeta Şêx Seîd bi serê wî ve bînin. Mihemedê Elî, tirka baş nas dikir û li himber fet û dahfikên wan, der û dorê xwe jî şîyar dikir.

Serma û zeber, temînkirina xwarinê, parastina zar û zêçan, îxaneta hin eşîrên der û dor… her yekî bi serê xwe enîyekî şer û serhildanê bû. Di ser vî de, li welat yek pelekê darê nemabû ku li himber dewletê bilebite. Serhildana di bin serokatiya Şêx Seîd de şikestibû û hemî serekeşîr û pêşîvanê kurd, yan hatibûn darvekirin yan jî hatibûn nefî kirin. Mihemedê Elî bi 7 birayê xwe (Mistê, Xelîl, Evdirehman, Derwêş, Unis, Şêxo û Nuredîn) û pismamên xwe ve 63 tifing bûn. Yê ku bi çekdarî tevlî serhildanê bûbûn bi tevayî 300 tifing bûn. Ew çîyayê asê yên Sasunê ku zivistana lawir têda îdare nedikir, Mihemedê Elî xwe lê girtibû: Karmelêh, Arzîv û Şelaş. Mihemedê Elî li himber dagirkeriyê bi dewletekî 700 salî re şer dikir. Artêşa vî dewletê bi hemû îmkan û çekên xwe yê giran bi ser Sasun û Hezoyê ve girtibû. Ev leşker axlebê wan ji Dîyarbekir, Sêrt, Mûş, Mêrdîn, Çewlîg û Bilîsê ve hatibûn.

Li sala 1926an, di meha Hezîranê de xwarina wan namîne. Mihemed Dixwaze zar û zêç li hinek ciyê ewle bi cîh bike û ji bo ku bi tekoşerê xwe ve tekoşîna xwe çêtir bikin berê xwe didin çîyayê Poragan. Bi şev li Hormeyînan li wan diqewime û heta şeveqê şer dikin. Di vî şerî de 2 boluk leşker telef dikin û 63 kes jî ji wan birîndar dibin, belê kesek ji wan nayê kuştin. Ev birîndarên hanan, axlebî ji ber tesîra perçeyên bomba bûn. Di vî şerrî de Mihemedê Elî bi 13 cîyan birîndar dibe. Di vî şerrî de gelek çek û cebilxaneyên leşkeran jî ji wan re dimîne. Ji xwe çek û cebilxanê wan, xenîmetê şer bûn. Piştî vî şerrî Mihemed, jin û zaruyan bi xwe re dike sê cî. Qismek jê dişeyîne nav eşîra Modka, qismek dişeyîne nav eşîra Şîgo û qismek jî bi xwe re dihêle. Modkî bi dilovanî û camêrî li wan zar û zêça xweyî dertên û wan diparêzin. Lê belê Şîgoyî, jin û zaruyê mala Eliyê Unis teslîmê dewletê dikin. Li himber vî îxaneta xwe serekeşîrê Şîgo Derwêşê Dogij, pişt re bi destê serleşkerê tirk hate kuştin.

Rojekî Mihyedînê Kurê Mihemedê Elî li ser ferşê devê kanîyekî limêj dike. Ji dûr ve leşker wî dibînin û bi mîtralyozê lê didin. Mihyedîn ji her du lingê xwe birîndar dibe. Birîna wî xedar e. Ewê pê re wî tînin şikefta Karmelêh û li wir tê tedawîkirin. Nêzîkî saxbûna birîna wî, giliya wî tê kirin û leşker bi ser şikeftê ve digire. Leşker yekser nayê, rêberê leşkera, yek ji xelqê Hezo bi navê Evdê Fatê tê ba Mihyedîn û dibêje: “Yuzbaşî soz daye ku tiştek bi te nakin û wê te ji bo tedawiyê bibin Sêrtê.” Rindîxana diya Mihyedîn û Reqya meta wî û çend kesên dî jî di şikeftê de li balê ne. Li ser gotina Evdê Fatê, Rindîxan dilê wî bi kurrê wî Mihyedîn dişewite û dibêje xwe teslîm bike bila te tedawî bikin. Mihyedîn jî çekê wî li ber serê wî bû û digo ez bi saxî xwe teslîmê tirka nakim. Piştî ku Evdê Fatê vedigere ba yuzbaşî, şikeft gullebaran dikin, bombe davêjin lê belê tesîr nake. Paşî Mihyedîn qebul dike. Leşker sedye tînin, Mihyedîn datînin serî û dibin. Yuzbaşî leşkeran, Mihyedîn û wanê din di alîyekî de rê dike, Rindîxan û Reqya jî di alîyekî dî de bi rê dike. Rindîxan dinihêre ku sedya vala li ser milê leşkera ye, hatin û di ber wan de derbas bûn. Fêm dike ku Mihyedîn hatiye kuştin. Leşker jî li ser gotina yuzbaşî wextê ji hafa wan winda dibin, serê Mihyedîn jêdikin û bi xwe re dibin(artêşa tirk ji serê jêkirî re xelat danîbû, ev serî jî, serê kurrê Mihemedê Elî bû, giranbiha bû). Li ser vî Rindîxan ji Reqya re dibêje, piştî ku Mihyedînê min kuştin ez bi saxî bi leşker re naçim. Îzna xwe ji leşker dixwazin û dibêjin em destmêj bigrin. Piştî ji hafa leşker winda dibin, herdu bi hevre xwe davêjin ava çem. Piştî ku dereng dimînin, Evdê Fatê deng li wan dike lêbelê tu pêjin tineye. Evdê Fatê bi Yuzbaşî ve li wan digerin dibînin ku bi avê de diçin. Reqya ji avê sax dertînin, Yuzbaşî dixwaze serê wê jêke lê belê Evdê Fatê nahêle. Rindîxan xeniqîye û ji giraniya jana dilê xwe li binê ava çemê Şîpêr sekinîye.

Di heman demê de di navbeyna Rindîxan û mêrê wê Mihemed Axa de sohbetek çêbûye. Mihemed gotîye: “Rindîxan ez ditirsim tu bi saxî bikevî destê tirka.” Rindîxan jî dibêje: “Tu ji Xwedayê xwe bawer bike ez bi saxîtî xwe naxim destê wan.” Belê, tirsa Mihemedê Elî nehate serê wî, Rindîxan jî li ser sozê xwe ma û serê şêrê çîyayên Sasun netewand li himber dost û dijminên wî.

Ji Mala Eliyê Unis, jin û zaruyê ku dikevin destê dewletê wan dêxin çalekî mezin û wê agir berdin wan bi şewitînin. Piştre artêş, biryara xwe digohirîne û wan rê dikin Zoqê ya qeza Sêrtê. Heta ku wan nefiyê Anadolê bikin li wir di xirbeyê xanîyan de dimînin. Muddeîumum (Sawcî) ji bo ku weraqeya tesbîtkirinê çêke diçe ba wan. Jina wî jî pêre ye. Çavê jina sawcî di nav van hêsîran de diçe ser zarukekî li ber şîr. Jina sawcî dibêje vî zarukî bidine min. Zaruk, navê wî Ehmed e, kurê Mihemedê Elî û Rindîxanê ye. Ji ber ku Rindîxan ne sax e, Zariya jina Mihyedîn li Ehmed dinêre. Zariya naxwaze Ehmed bide. Jina sawcî dibêje: “Ciyê we serma ye, zaruk gunehe, wî bidine min, wextê emrê nefiya we hat werin zarukê xwe bibin. Wextê nefiya wan kifş bû ku dê herin Anatolê, diçin zaruk ji jina sawcî dixwazin. Jina sawcî dibêje : “Zarukê we mir.” Ji gotina wî bawer nakin lê belê hêsîr in, nikarin dawa zaruka xwe bikin.

loading...

Şerr bi hemû dijwarî didome. Ew kesê ku têne girtin yan têne kuştin yan jî nefî yê Anatolê dikin. Di sala1928an de dewlet efû îlan dike. Herkes tê cihê xwe. Dewlet, xeber dide Cemîl Efendî yê Midurê Nehya Milefan. Dixwazin Mihemed bi çekên xwe ve teslîm bibe. Mihemedê Elî teslîmîyetê qebûl nake. Dibêje: “Eger rast e, efû derketibe, wê dewlet çi bike ji min. Ji xwe ez li vir im. Eger çek bixwaze ez çek jî teslîm nakim, ez li bextê tirkan ewle nabim.” Li ser vî Cemîl Efendî dibêje Mihemed Axa wiha nabe, ji bo şerefa dewletê be jî usulen divê tu tiştek çek teslîm bikî.” Mihemedê Elî jî 6 tifingê ku naşixulin dide teslîmkirin. Ew bi xwe jî naçe teslîm nabe û tu îfade nade.

Rojekî hinek leşkerên qereqola Milefan diçin gundê Mihemed Axa ji bo şewatê dar û ber dixwazin. Çend heb zaruyê Mala Eliyê Unis jî ku bi tirkî nizanibûn, ew û leşkeran ji hev fêm nakin û şer dikin. Zaruyê mala Elî destê leşkeran girê didin û dibin Milefan ba Cemîl Efendî, dibêjin : “Ev leşkerê we dîn bûne, wan bigrin.” Cemîl Efendî vê bûyerê hazim nake û radibe bi leşkeran zaruwê Mala Elî li qereqolê hepis dike. Mihemedê Elî çawa ku vê meselê sah dike, diçe Milefan. Cemîl Efendî dertê pêşiya Mihemed, bi xêr hatina wî dike û dibêje: “Keremke qahwekî vexwe.” Mihemed jî dibêje: “Wextê tu zaruwê me berdî, wî wextî ezê qahwa te vexwim.” Cemîl Efendî jî dibêje: “Ez bixwe nikarim wan berdim, mifta derî ev e, kerem bike tu wan berde.” Mihemed mifte dide destê yekî û girtîyan ji hindiro dide berdan. Piştre Mihemed ji zaruyên ku hatibûn girtin re dibêje: “De herin destê Cemîl Efendî û carekî dî tiştekî wisa nekin.” Cemîl Dibêje: “Nexêr, bila werin destê te, te wan da berdan.” Piştre Mihemedê Elî bi Cemîl Efendî ve rudinên qehwe vedixwin. Mihemed tê malê û nexweş dikeve. Bi vî nexweşiya xwe rehmet dike. Wisa xwiya ye ku di wî qehweyî de jahr hebû. Ji ber di milê wî de birînekî kevin yê fîşekê der dabû. Wextê qehwe vedixwin kurê Cemîlê Çeto, Evdê jî pê re ye û wî jî qehwe vexarîye. Evdê Cemîlê Çeto piştî ji Mihemed vediqete leqî Eloyê Hekîm tê û Eloyê Hekîm şîr didê û wisa ji jahrê xelas dibe. Mihemedê Elî, li himber îsrara birayên xwe ku dixwazin hîn bibin ev derp ji ku gihîştîye ev wesyet dike: “Qetîî hun nekevin pey heyfa min. Eger îşekî we yê resmî hebe pirsa xwe bi Cemîl Efendî bikin.” Li ser vî bûyerî, Mihemedê Elî jîyana xwe ji dest dide û diçe ser dilovaniya xwe di sala 1930 de. Ruhê wî şad û gorê wî fireh be.

NIVÎSÊN BALKÊŞ

loading...

Bir Cevap Yazın