"Enter"a basıp içeriğe geçin

Çima em têk diçin? – Mervan Serhildan

Felsefeya jiyanê di hinek serdeman de civak, gel û neteweyan bi ber afirîneriyê ve beralî dike. Ji bo serdemên wiha, ‘qonaxên dîrokî’ jî tê gotin; an jî ‘fitlekên dîrokî’! Li Rojhilata Navîn, Balkanan û li Qefqasan herî kêm 250 sal bûye ku pêvajoya netewebûnê dest pê kiriye. Ji ber ku gelê Kurd di vê pêvajoyê de siyaseteke vîzyoner nîşan nedaye, rêxistinbûn û netewebûneke ku bibe bersiva pêvajoyê neafirandiye, ji muktesebata xwebirêvebirinê bêpar maye. Pirsgirêkên ku îro em bi bi wan re ‘rû bi rû’ dimînin jî, dibe ku ji ber heman kêmasiyan be.

Serweriya Tirko-osmanî hîn di salên 1770’yî de bi armanca netewebûnê, di bin venêrîneriya Padişah û Sedrazaman de li ser feraseta Tirkbûnê çete û cemiyet ava kirine, bi awayekî nefermî lê bi pêşengiya sîxurî û saloxgeriya Osmanî kom û rêxistin ava kirine. Di heman demê de dîplomasiya Împaratoriya Osmanî ji bo ku alîkarî û piştevaniya dewletên Ewropî wergire, bi wan re têkiliyên gelekî balkêş danîne. Bi rojavayiyan re di ser şîarên wekî “islahat û rojavayîbûn”ê re hevgirêdanek pêk anîne. Lê di hundirê sînorên Împaratoriyê de, tirk kirina gel û civakên herêmê wekî hedefa bingehîn esas girtiye.

Serê sedsala 19’emîn (1810) di serî de mîrên Bedirxanî û kom, eşîr û begên Kurd li ev xetereya qirbûnê hayê dibin. Jixwe li hemberî serweriya Osmanî nerazîbûn û dijrabûna Bedirxaniyan jî di wê dîrokê de dest pê dike. Mixabin ku têk diçin. Di serê pêvajoya avakirina Komara Tirkiyeyê de jî, dîsa eşîr û civakên Qoçgirî ku di wê serdemê de li xetereya dijwar hayê bûbûn, li heman aqûbetê asirîn. Di serê sadsala 20’î de Kurdên Qoçgirî li Kurdistanê herî zindî, rêxistinkirî û pêşketî bûn. Lewma li stratejiya qirkirin û tunekirina gel û civakên herêmê, berî herêmên din hayê bûn û bi lezgînî, ji bo bidestxistina statuya otonomiyê serî hildan. Lê ew jî têk çûn. Piştre wekî ku tê zanîn bi dehan serhildan û dijrabûnên gelê Kurd şikestin. Pirsa ku îro li pêşiya me ye û pêwîst e herî zêde em serê xwe li ser biêşînin, ev xala ye: Çima, çima, çima em têk diçin?!.
Madem ev 250 sal e Kurd têk çûne û têk diçin; divê em binê vê parametreyê xêz bikin: Li gorî min sedema têkçûnên me, demkî û konjukturî nîn e; sedema têkçûnên me, rêxistinek an jî partiyek nîn e; sedema têkçûnên me êlek, eşîrek an jî herêmek nîn e; sedema têkçûnên me pêşengiya ol, bawerî an jî serokatiya Pîrî û Şêxî nîn e; sedema têkçûnên me şûndemayîna ziman, çand û hunera me nîn e; sedema têkçûnên me derengmayîna serhildanan jî nîn e…

Gelo meriv dikare bibêje ku Kurd di warê vîzyon û serkaniyê de qels mane? Kurdan derfetên xwe û astengiyên xwe, dostên xwe û dijberên xwe gelo berfireh analîz kirine û niha jî dikin an na; gelo analîzên kêm kirine, yan analîzên şaş kirine?
Gelo ev rastî di daxwaza serhildanan de jî diyar dibe, yan na? Lewra ji sedî 90’ê serhildanan ji Şah û Padişahan ‘muxtariyet’ xwestine. Dewletên ku qirkirina Kurdan hedef girtine, daxwaza muxtariyetê ya Kurdan, wekî ‘daxwaziyeke dijminane’ bi nav kirine û bi qetlîaman bersivandine. Kurd ji aliyê hişmendiyê ve, gelo ji dewletên dagirker qetiyane, yan na; gelo çima dijrabûna xwe ji asta ‘nakokiyeke navmalê’ dernexistine û bi awayekî piralî têkoşîn hilnedane ser dika navneteweyî? Gelo serhildanan nirxên gelê Kurd ku ji gelek reng, ol, bawerî, zarava û dînamîkên civakî pêk tên, çiqasî seferber kirine? Kurdan, çima di asteke gelekî nizm de dîplomasî kirine û gelo çima daxwazên xwe li ser stratejiyekê rûneniştandine? Wekî planeke yekxal, muxtariyet xwestine; gelo çima negotine ‘dema ku ev daxwaz bê redkirin em ê li gorî plana B’yê bimeşin û heta serxwebûnê jî pêdiviyên serdemê bi cih bînin?

Encax li Mehabadê Kurdan helwesteke cuda nîşan dane û ji mêj ve serxwebûn xwestine lê ji ber ku yekalî tevgeriyane, bi tevahî xwe sipartine Yekitiya Sovyetan; di warê dîplomasiyê de qels mane, ji alîkarî û piştgiriya rojavayiyan bêpar mane. Herwiha li hemberî hewldanên dagirkeriya hêrêmê ya hevpar jî bêkeys mane.

Gelo di rewşa îro de li Bakur pirsgirêk çi ne, tevgera Kurd li ku dixetime? 1- Refleksên neteweyî, pir lawaz in: Ligel ewqasî zext, pêkutî û zordestî ku li gelê Kurd tên kirin; çepgirên ku di nav partiyên Kurdan de siyasetê dikin, hîn jî mafê serxwebûna Kurdan, mafê tayînkirina çarenûsa gelê Kurd bi lêv nekirine. Ger Tirk, an jî Faris di şûna me de bûna, niha bi Kurdan ev mafên gerdûnî dabana vegotin…
2- Bêvîzyonî rêya çareseriyê tarî dike. Partî û rêxistinên Kurd ji dêlva ku pergala dagirker hedef bigirin û muxalefeta herî bibandor li dijî polîtîkayên hikûmetê bimeşînin, heta îro kîjan partiya Kurd rêxistinkirî û çalak be, her li dijî wê partiyê tevdigerin û rêya hevgirtinê dixetimînin…
3- Pergaleke alternatîf ku tevahiya baskên siyaseta Kurd li xwe vehewîne, nehatiye pêşniyarkirin. Gel û pêşengên Kurd di asteke bilind de siyasetê dimeşînin, ji aliyê teorî û bîrdoziyê de pêşketî ne. Encax divê rêgezên bingehîn û plansaziyeke neteweyî bê afirandin ku tevahiya baskên siyaseta Kurd vê ferasetê wekî ‘makeqanûna xwe ya neteweyî’ bibîne…
Bi vê munasebetê, em ji bo Komxebata Yekitiya Neteweyî ku di 18 û 19’ê Çileyê de, dê bê lidarxistin du peyvan bikin: Divê komxebat daxwazên Xweserî, Federasyon û Serxwebûnê bikelijîne; stratejiyeke neteweyî biafirîne, maf û muktesebata partî û rêxistinên Bakur li ser stûnên rêgezî diyar bike; li Kurdistanê û li qada navneteweyî dost û dijberên gelê Kurd diyar bike; herwiha li gorî stratejiya neteweyî di kîjan neqeb û fitlekan de, li dijî dewletên dagirker ew ê kîjan planê di meriyetê xe, divê zelal bike… Ger ev pêngav bên avêtin, qonaxeke dîrokî tê derbaskirin. Lewra bi tenê nivîsandina encamnameyan, ne çareya têkçûnan e!

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın