"Enter"a basıp içeriğe geçin

Çîroka Mîrze Mihemed

loading...

Dibejin sê bira hebûne her sê jî pir bi hêz û quwet bûne.

Dibejin yek ji bêrêra bi hêz bû.

Yek jî di reva xwuda bi hêz bû.

Yek jî di navêde pir bi hêz bû tu kesekî tucarî pişta wî danetayî erdê.

Her sê bira çun bajarekî ku lê ne însan hebû ne cin hebû nejî pîr kal û zarok hebûn liwir xanî hebûn û derîyê teva vekirîbû, têda firaq tiştê xwarinê debrawan her tişt di hindirda hebû. Lê tû kes li berê tunebû.

Tu nabejî ejderhayekî, marekî pir mezin ango zîya ew dixwarin winda dikirin. Her sê bira ji hevdura gotin; Madem ku ev bajar valaye emê ji xwura biparezînin. Pir hindik her sê bira di bajarde man, roj û waxtê xwu bi seydê derbast kirin. Xezal dikuştin, kew dikuştin, kêvroşk dikuştin, rovî dikuştin û seyda xwu dahanîn malê bi hevdura şîva xwu çê dikirin û dixwarin.

Lê her roj birayekî li mal dima du birajî diçûn seydê.

loading...

Rojekî dora birayê mezinbû kû liber malê bisekine şîvê çêke. Birayê nêvî û birayê piçuk rabun çun seydê. Birayê kû limalê mabû rabû çend berx û kar serjê kir sê kîst birinç hanî ji her yekîra sîtilekî di sê sîtilanda pijand. Ha kû dît zilamekî kal bejna wî qasê bihûstekî direj û riha wî du qat ji bejna wî direj hate cem, kalo got:

  • selamun aleykum
  • Aleykum Selam
  • Hûn çi kesin çi tebanin hûn hatine ketine bajarê min. Ma qey min naznakin ez kîme? Min vî bajarê tev mahûkir xelkê wî tevde kuştine û xwarine
  • Eré taste peyva te wereye Lê em îro hakîme vî bajarêne
  • Kalo got: hinekî xwarinê bidemin
  • Ez nadim te
  • Çawa nadî
  • Wusa nadim

Peyvekî kalo yek ji birayé mezin tep û rep Lê hevdû xistin.  Kalê zora birayê mezin bir wî li erdê kire term. Piştre kalo çu ket ser wan her sê sîtila xwar hetta sê sîtila qedand piştra bin sîtile alast payîn liwan xist her yekî bi alîyekî ferqizand û çû.

Êvarê gava herdu birayê din ji seydê hatin ku sîtil valane birayên wan li erdê terme herderê wî birînin li wê navê veketîye erdê hal tê tûnne jê pirsîn.

  • keko çi bû bite
  • Wele vê sibe agirê şîvê dadida ha ku min dît zilamekî kal bejna wî qasê bihustekî direj riha wî duqat ji bejnê direjtir. Pêşî got ev bajar ê wîye piştra xwarin jimin xwast Lê min nedayê îjar limin xist ez Kirim vî halê.

Roja din birayên navîn got:

  • îro hûn herin seydê ez jî bermalê bim û seydê çikim

Birayê mezin û birayê piçuk rabûn çûn seydê birayê navîn jî dest bi amadekirina şîvê kir, kar berx serjê Kirin çend telis birinç hanî di sê sîtilada xwarin pijand. Ha ku dît ew kalê kin rih direj hate cem û got:

-hûn çi kesin çi tebanin hatine ketine bajarêmin ma qey hûn min naznakin ku ez kîme? min vî bajarê tev mahû kir xelkê wî tevda xwarinê Lê ka hinekî xwarin bidemin ez birçîme

  • Ez xwarinê nadim te

Kalo rabû Lê xist Lê xist hetta ew kir term. Piştra kalo çu ket ser wan her sê sîtilan û xwar piştra bin sîtile alast û payîn liwan xist her yekî bi alîyekîve ferqizand rihaxwu li nava xwu pêçand ji wir çû.

Êvarê birayên mezin û birayên piçûk ji seydê hatin lê nerîn sîtil valane birayên wan li erdê terme kur dinale û her derê wî birîne li wî navê veketîye û hâl têde nemaye. Jê pirsîn

  • bira çer bu jite
  • Wele vê sibe piştê hûn çun seydê min karê şîvê dikir min agir dadabû ha ku min dît zilamekî kal ku bejna wî qasê bihustekî direj riha wîjî duqat ji bejna wî dirêjtir biminda veket. Peşî got ev bajar yê wîye lê piştra xwarin jimin xwast min nedayê Vera rabû limin xist wî ez kirim vî halê û xwarina mejî tev xwar.

Birayên piçûk got herdû birayên xwê

  • sibe hûn herin seydê vî îşê bispêrin mi

Rojadin sibe birayên mezin û birayên navîn rabûn çun seydê birayên piçûk wek herdû birayên xwê rabû karê şîvê kir. Sê sîtil danî ser agir û goyê xwû da derî ha kalo were ha kalo were. Xwarin li ser agir pijîya wa ew kal hat got

  • selamun aleykum
  • Ne aleykume selam, ha ne aleykume selam
  • Çawa Ma qey tu nizanî ez kîme
  • Tû kîyî tû kîbe ez jî ewîm

Yek jiwî yek jiwî berbehev hatin kalo got

  • ka xwarinê bidemin
  • Ez nadim

Herdû hilperîkine hev û lihevdû xistin berhevdan hevdû pir betilandin. Birayên piçûk firset dît bi kêra goşt girt û li kalo xist kalo birîn bû revîya çû Winda bû. Êvarê gava herdû bira ji seydê hatin dîtin sîtil tije xwarinin birinca wî têde goşt li serê. Ji birayê piçûk pirsîn

  • Te îro çer kir
  • Wele kalo hat min wî lehevxist û min kêrekî lêxist ew birînkir. Min xwarinjî nedayê ew revî çu.  Lê ez dev jê bernadim gerekî ez vî kalê bikujim
  • Çawa tu devjê bernadî
  • Erê ez dev jê bernadim. Ya ew min dikuje yan ezê wî bikijum

Her sê bira ketin ser xwarina xwu û xwarin piştra rabû xencerê xistin berxwu û şopa xwîna  kalo gerandin li nav qîşan gerandin nav kevira gerandin û dîtin şopa xwîne çû ket bîrê. Ji hevdura gotin

  • Heye tunebe ev di vî bîrêdaye

Birayê piçuk got

  • Serê heft şirîtan bihevdura girebidin û bavêjin navamin min dahêlin bîrê. Lê waxt meke pir germ ji binê bîre tê. Her ku min got haho ez şewitîm jî hûn min berdin bila gunê we bimin neyê ezê xwu feda bikim û wî kaloyî bikijum.

Şirîtê li nava birayê piçûk giredan û herdû birayên din dahîştin binê bîrê. Waxta germ li birayê piçûk xist û şewitan. Gazîkir

  • haho ez şewitîm

Lê wî berjêr beredan. Çiqas wî got haho ez peritîm ew berjêr beredan hetta ku heft kendir daketin jêrê. Birayê piçûk kindirê Leqand ku bisekinin. Birayê piçuk li dorê xwû mêzekir wey bavo bine bîrê fireye tev lampe ampul di hindirda vêketîne. Çiqas tiştê xweşik heye tev liwire. Zer, mûcevherat pir tişte xweş. Ew biwirve çû bivirve çû sê qîz derketin yek ji yekî xweşiktire. Tuyî bejî vîya ne vîya lê ê piçuk ji herdûya sîpahîtîye. Keçika balaxwu dan ku ew xortêkî wekê wan wusa delale. Devê wî pozêwî her tiştê wî wekê wanê. Jê pirsîn

  • tû çi livandera digerî
  • Ez xilasokê weme ezê we jivir xilasbikim. Xêre ev çi meseleye hûn divirdene.

Keçika gotê;

  • ew bajarê mezin gişt bira bav û xuyê mebûn. Vî kalo yê em her sê newandine jixwura hanîne vir yên din gişt kuştine kalo ne dest bime dide nejî tişt bime dike lê rojê sê caran em xwû dixemilînin û ew tê aha bermeda derbast dibe têr lime dinêre piştre diçe ser çîyê xwu radikeve em jî diçin ser cîye xwu vedikevin. Lê bele kalo nîha birîndare tu pir dengê xwu raneke eger ew rabe ewê me û te tevde bixwe.
  • Yê ku ew birîn kirîye ezim yê ku xwîna wî rijandîye ezim

Keçika gotê;

  • heyfa me bite tê heke tu biame bikî derveke jorê here
  • Na wele ez naçim gereka ez wî bikujim yan ew min bikuje hej ez herim.
  • Ê de madem ku wereye emê bîetê wî jitera bejin aha liwir veketîye dinale lê bele şûrekî wî ye kalanî di serdera wîre di nava beştan daliqandîne û cilkirine. Îja te xwu gihand wî şûrê derbekî lê bixe heke mir jixwu mir lê tu derbê neke dudû eger tu derbê lê bixî wê rabe ha.

Her sê keçik hilkişîyan ser pişta hev ew jî hilkişîya ser pişta wan û şûra kalo hanîn xwarê şûr liser serê kalo sekinî û şûrê bilindkir lê bixe. Kalo çavê xwu vekir got

  • gidî min bite kir tu bimin meke

Birayê piçûk şûr lê xist kalo birîn bû û xwîn jê kişîya gotê;

  • derba mêran dudû sêsêne
  • Naa derba me yeke

Kalo kir nekir birayê piçûk derbekî din lê nexist. Kalo diwî halê xwuda nalîya kalîya û mir.

Piştê mirina kalo birayê piçuk gazî her sê qîzikan kir û berê xwu da ê mezin got;

  • tu ji birayêmin ê mezinrayî

Gote ê navîn;

  • Tu ji birayêmin ê navînrayî

Gote é picûk;

  • tujî ya minî

Ew û her sê kecîk çun bin bîrê û şirîte li nava keçika mezin gireda ba birayên xwu mezin kir;

  • keko ha vê keçike bikşînin ev jiteraye ha

Herdu birayên mezin şirîtê kişandin lê nerîn qîzekî derket wek sterka diçirise keçike Mesela bine bîre ji wanra got û du kecîkên din jî liwir hene. Herdu bira dîsa şirîte berabinê bîre dan. Mîr mihemmed şirîtê li nava keçika navîn gireda û gazî birayê xwu ê navîn kir

  • keko ev keçik jî ya teye

Herdu bira wî keçikêjî kişand jore lê nêrîn ew jî bîna hîvê delal û bedewe.

Dîsa şirîtê berabinê bîre dan mîr mihamed ji keçika xwura got de tujî were ez şirîtê bavêjim nava te û bila birayê min te bikşînin jorê li peyte ez jî werim. Keçike got;

  • Mîr Mihemmed ez gelekî xweşik û sipahîme heke tu biamin dikî bila birayên te pêşî te bikşînin jorê û peyê te ez jî werim. Lewra timatîya dinyayê heye bextreşî û xayîntîye bitera bikin eger tu berêmin herî liwirbî tişt nabe.

Mîr Mihamed got;

  • waaa ev çi gotine birayên mi çi roj xayîntîye biminra dikin. Birayên mi ne ew kesin xayîntî û bêbextî û xirabîyê bikin.

Keçikê kir nekir tişt nexist serê Mîr Mihemed madem tu biamin nakî dibe birayên te hawakî bite bikin û tu binê bîrêda bimînî tuyî herî sindoqa ber serê kalo vekî têda du perik heye. Yek sipîye yek reşe tuyî wan perika heft caran lehev bidî wê du beran derkeve ber te. Yekê reşê qere yekjî sipî boze. Tuyî xwû bavejî ser pişta berana sipî û tek wê te derxe ser ruyê erdê. Xatirê te de şirîte baveje navamin û vî gustilkamin têxe tilîya xwu. Mîr gustilkê xist tilîya xwu şirîtê navê gireda herdu bira şirîtê kişandin. Dema herdu bira şirîtê kişandin dîtin devê bîre hem bi hem ronî dibe. Wekê rojekî binê bîrê derkeve. Gava kecîke derxistin jorê û delalîya wî dîtin jêra lal mam û jihevdura gotin;

  • demek ew bira wisa bimera bêbexte vî qîzika delal jixwura hildaye.

Herdu bira şirîtê nava keçika delal vekirin û berabinê bîrêdan.  Mîr Mihamed şirîtê nava xwu girêda wî hilkişandin jorê. Gava gîhandin devê bîrê yekî jiwan kêr dan şirîtê birîn. Mîr Mihamed jî ber jêr çu ha livî alî duwarê bîrê ket ha liwî alî duwarê bîre ket û çu binî ket

Gava çavê xwu vekir bixwu bixwu got ez li kume ev xewne ev lewne her derê wî tev birîn ne însan hene ne cin hene tu kesekî tune. Piştê demekî peyva keçike hat bîrawî û bixwu bixwu got gulîzarê peyvekî aha jiminra got ka ez herim sindoqê vekim û rabû çu sindoqa ber serê kalo vekir perikek sipî û reş pir kêfa wî hat got temam peyva wî raste û duruste. Mîr Mihamed perika lehxist ha ku dît beranekî reş yekjî sipî liber wî hazir bû. Mîr xwu bi şaşî avêt ser pişta berana reş. Berana reş wî bir bin heft tebaqê bin erdê û liwir danî. Mîr lê nêrî welatekî şên dinyayekî xerîp mirovê wan tevda acêp digrîn û dişxulin. Bixwu bixwu got ev çi tebabû ez kuda hatim. Ezê çi bikim. Mîr berê xwu da malekî û çu lê nêrî ku pîrekî tenê li malêye û tenê diranek di devêda maye gotê;

  • pîrê merhaba jitera
  • Ehlen we sehlen kuremin
  • Tu mêvana xwedî dikî
  • Waa ma ez ne mirovim qey me dinya nedîtîye em mêvanperverin were keremke yabo

Pîrê xwarin danî ber Mîr Mihemed Mîr nêrî av tune got pîrê;

loading...
  • bi kerema xwu tasekî av bidemin

Pîrê çu tasekî av hanî da Mîr Mihemed gava Mîr qurpekî lêxist tamekî ne xweş jê tê şor pîs û genîye jê pirsî

  • pîrê ev çi avê ku te dayemin
  • Law wele ruyemin jitera şerme ava me tune min qêmîşête nekir ez dilete bişkînim ew mîza vî jinêye
  • Çima qey kanî livir tunen av livir naherike çima tuneye
  • Yabo mesela me gelekî dur û dirêje kanîyekî me hebû ji bine vî çîyayê hanê derdiket lê ejderhakî mezin marekî mezin zîyayekî mezin ketîye devê kanîyê û avê bernade her roj û her roj emê keçekî bi zêr hingulisk guhar bazin bixemilînin û jêra bibin bidin ber devê wî. Mar gava xwu ji ber devê kanîye xwu da alî keçikê dixwe hîngê av tê em jibona vexwarîna xwu hetta dawîya hefte dîsa xilas dibe awisa em dîsa keçikekî dindixemilînin dibin didin ber devê wî her hefte karême eve. Lê naha qîz nemane hew qîz a axê maye emê wîjî bibin têxin devê wî. Îjar piştra ca kalême bixwe pîrême bixwe zarokên me bixwe ha wusa me gişta bixwe heye em xilas bibin.

Mîr Mihemed rabû da xwu ku şûrê kalo kuştibû jî hilda got pîrê

  • bi xatirê te va ez diçim

Mîr Mihemed rabû ji cem pîrê û çu nav qelebalixe îş û acebekî mezin bû. Mîr Mihemed nêrî ew keçika ji zîyara hazir kirin diricife û digrî Mîr Mihemed ji yekî pirsî

  • wunê vî keçike bi mardin
  • Erê
  • Ji bo xwûde vî keçika bi destê mindin ezê ji mar ra bibim. Hûn qenî ji xwura avê dagrin.
  • Law tu xortî heyfî wê mar tejî bixwe
  • Îşêwe çi jê heye gava mar min bixwe bila bixwe hege bimin vede wê vede keçik he ya xwarinêye ew mar îro yan min bixwe yan jî ezê keçike pê nedim xwarin.

Kêfa xelkê hat lê jihevra gotin gidî vê xorta wele tişt jê nakeve serême lê belê belkîjî bike. Gava keçike Dane destê Mîr Mihemed Mîr jêra got

  • xwakê tu netirse mar heya min nexwe te naxwe

Mar berê devêwî li xwînê ketîye gava Mîr Mihemed keçikê bir nêzî mar û riye wî da mar serê xwu peşve hanî zimanê xwu derxist ku devê xwu baveje keçikê lê Mîr Mihemed keçikê kişand. Mar gava xwu şundê vekişand Mîr dîsa keçikê berbipêve bir û mar dîsa devê xwu vekir û serê xwu peşve hanî de de mar hetta sînga xwu derxist derve devê xwu avê keçike Mîr Mihemed jî heme şûrê xwu li serê wî xist û serî ji guvde qetand. Bi jêkirina serê wîde avê jî got guşş wekê çemê dîclê û firatê ber jêr herikî. Keçike axê gelekî bi aqulbû bixwu bixwu got wî gelekî daw doz li ser vî awî çi bibin divê ez tiştekî bikim hema destekî xwu di xwîna mardakir û di paşve li ser işlikê Mîr Mihemed xist. Mîr piştê wî marê kuşt hate mala pîrê runişt. Nehêle kes wî bibîne yan jî nazbike xelkê bi kêf û şayî keçike birîn çun mala bavê wê. Piştra kêf û xweşî ket nava xelkê herkes bezîya ser avê. Kuştîna marê ku ser avê girtibû deng da û li welata bela bû. Axê bajêr fermanekî belavkir û got

  • ew zilamê ku wî marê mezin kuştîye bila bê cem min ez dîyarîyekî mezin bidimê

Xortên bajer ku xwu li ba axê birumet bikin û dîyarîyekî ji axê bistînin her yekî hatin ba axê û gotin axayêmin min wî marê kuştîye. Çayê wusa qelebalixî çêbû keçike axê hat ba bavê xwu û got

  • yabo kî dibe ez mar kuştime bila eder ez kê birênim ewê ku mar kuştîye ez wî nazdikim.

Xortê ku digotin ango wan mar kuştîye tevek hatin u ketine rêzê keça axê jî pişta gomlekê wan nêrî ku xwîn pêvaye tuneye. Gote bavê xwu ne yek jivanayejî axê pirsî hîn xort mane ku nehatine vêrê. Yekî got li filan taxê pîrekî heye mêvanekî wê yekê xort heye biaqilimin hema bê ew tenê maye ku nehatîye vêrê. Axê got herin bakinê bila ew jî were vêrê. Çend zilam çun mala pîrê û Mîr hanîn ba axê. Keça axê çun pişta gomlekê wî nêrî dît ku şuna destekî bixwîn li serêye û ew xwîn pêva heşk bûye gote bavê xwu ha ev xortê yê ku mar kuştîye. Axê got keçamin esah eve. Erê yabo. Axê Mîr Mihemed bire odê bi hurmet xwarin qîmet birumet. Piştra jê pirsî

  • navê te bixêr
  • Mîr Mîhemed
  • Wadekî min cem xwudê hebu
  • Çîye?
  • Keçika min li ber dilemin pir şirîne lê ezê wî li te mar bikim. Wadamin eve
  • Axayê min ez nabejim ku keça te ne xweşike yan ez pê qayîl nabim yan jî heşayê ji xuzûra te ez kêmanîke jitera çêkim. Keçika te hezarsalîbe ji xwedîyê xwura xêr û silamet be li jiminra nabe.
  • Lê tu daxwaza çi dikî?
  • Ez dixwazim ku tu min derxî ser rukê dinyayê
  • Xwezî te malê dinyayê bixwasta ev tişt nexwasta. Teyrekî meyê pir mezin hebû di zemanê xwuda xelk pir dibirin ser rukê dinyayê lê belê divan salandê pir ixtîyar bûye here cem wî heger gunê wî bite hat û te bir mesref a te û ê wî tev li ser min.

Mîr Mihemed çu bine wî dara ku axê rûye wî daye. Mîr li binê darê ma lê nêrî marekî acep bi darêve çu ku here çêcika bixwe. Mîr Mihemed bi darêve rapelikî û cîda mar kuşt. Daket jêrê bin darê veket ku istîrehata xwu bike û dixewra çu. Teyr hate ba çêcike xwu nêrî yek li binê darê veketîye hema xîşt ber jêr bu here wî hilde bibe bavêje û bikuje lê çêlikan perêxwu rakirin cîvcîv û cîzecîz dîyawan got tiştekî heye vegerîya ba çêcikan ji wan pirsî got hûn çi dibejin? Evê bine darê her sal da hat çêcikê min dixwar ezê wî bibim barendeyekî li erdê bidim û bikujim we jê xilas bikim. Çêcika gote dîya xwu na na mar mar dikira me bixwarina lê wî me xilaskir mar kuşt, biraaa, erêê. Teyr li bendê ma hetta Mîr Mihemed ji xew şîyarbû xwu bera jêrêda çu cem gote

  • madem kî te çêcikê min ji marê xilas kirîye îjar tu çi dixwazî jimin bixwaze

Mîr Mihemed got;

  • ez tiştekî jite naxwazim tenê tuyê min bibî ruyê dinyayê
  • Xwezî heft salêdin jî mar çêcikê min bixwara lê te ev tişt jimin nexwastiba lewra ez edî pîr bume îxtîyar bume ji quwetê ketime eger di orta rêde bikevim ez û tu emê perçe perçe bin. Lê madem wereye tu heft nanê tendurê hazirbikî û heft kun av heft laşê berana hazirbikî di rêda her ku min got qîîq tuyî laşekî goşt devêmin xî tenurek nan devêmin xînî û kunek avê nava nukulê mindî. De here wan tişta hazirbike were vê derê

Mîr çu bajêr ba axê got

  • teyrê heft tenur nan heft kun avê û heft laşê berana xwestîye û got gava ew tişt hazirkirin were vêrê ezê te bibim ser ruyê dinyayê

Axê got

  • ew ne tiştekî din

axê rabû heft nanê tenure da hazirkirin heft kun avê jîû heft beran da jê kirin û laşê wan qelandin. Tevekî Dane Mîr Mihemed  û birin çu binê dare teyr ew bar Mîr tev da pişta wî. Teyr firîya biawakî çu.

Teyr her firîya miqtarekî çu got qîîq. Mîr tenurekî nan laşekî goşt avêtin devê wî û kunekî av bera ser da. Ha bi wî hawayê teyr şeş caran got qîîq û Mîr her carê tenurekî nan laşekî goşt avet devê wî û kunekî avjî bera ser da lê cara heftan gava teyrê got qîîq û Mîr Mihemed ew nanekî tenure avêt devê wî rahişte laşe goşt ku bavêje devê wî hema ew laş got şerp û ji destê wî ket îjar Mîr ji fedîye hema şur li goştêkî xwû jêkir û avêt devê teyrê lê teyrê ew goşt nequrtand binê zimanê xwuda hişt rêya dinyayêjî hindik mabû. Teyr çu ji devê bîréde derket ser ruyê dinyayê. Mîr Mihemed liwir danî

  • De bimeşe here oxirbe jitera

Lê Mîr birindare nikare bimeşe got

  • ez hinekî qerimîme tu vegere bi rêya xwu here piştra ezê herim
  • Na gereke tu herî piştra ezê jivir vegerim

Mîr Mihemed meşîya lê dikulîya nikarîbû here teyrê bakire got

  • wer wer

Mîr Mihemed vegerîya hat ba teyrê. Teyrê ew goştê avêtibû devê wî ji bibê zimanê xwu detxist û pêve danî tûka xwu têda û bi hevdûda kelîya weke berê saxbû. Mîr û teyrê carekî din xatirê ji hevdû xwastin. Mîr meşîya ku here Cem birayên xwu, teyr jî vegerîya çu ba çêcikê xwu.

Mîr Mihemed çu gîha bajêr lê nêrî ku dawet lilandin tembur def zirne heyt û heyt û îşe. Çu mala pîrekî pirsî

  • pîrê gidîkê ev xêre çi meseleye çi borîne tê

Pîrê got

  • law wele te dît me nedîtîye berê heft sala sê birayên hevdû hebûne dû bira bi birayên xwu ê piçuk îxanet kirine û yek dike anha jinawî lixwu mar bike. Îjar ew çil roj çil şeve ku def û zirneye keçik jî di hindirde runiştîye û rahiştîye şuşa jehrê û dibêje hema hûn nêzikî min bibin ezê vexwun xwu bikujim. Ji keçikêra goşt dibin naxwe mergê dibin naxwe jêra çi jî dibin naxwe
  • Pîrê ka tu jî mergekî xwarinekî jêra bibe hema belkî bixwe
  • Law xwarin ji destê kesî nagre îjar wî ji destê min bigire
  • Pîrê rabe pelûlekî çêke û here cem bi dizî du guhê wîde beje. Tu bi hesreta wî yê dûr ku kî nêz bûye vê pelûle bixwe. Wê ji destê te bigre îjar gava ku girt bi dizîka beje destê xwu li navê bigerîne hingê wî fahm bike îjar îşête jê tune.

Pîrê rabû pelûl çêkir Mîr Mihemed ew hungilîska kû keçikê binê bîre de xistibû tilîya wî ji tilîya xwu derxist xist nava pelûlê. Gava pîrê ew pelûlê bir ba bukê xelkê henekê xwu pê kir herkes pê kenîya. Wel hasil pîrê  çu xwu gihand cem wî gote

  • ha vê pelûlê bixwe

Buke hema şuşa  jehrê bir ber devê xwu got

  • pîrê nêzê min nebe ezê xwu bikijum ha.
  • Keçamin du bi hesrata wî yê ku durbû nahajî bêz bûye tu vê pelûlê bixwe lê pêşî tilîya xwu li navê bigerîne hej bixwe

Gulîzarê fahm kir ku tiştekî têde heye û sênîya pelûlê ji destê pîrê girt tilîya xwu li nava pelûlê gerand tiştekî ji navê derxist û alast lê nêrî ku ew hungilîska di binê bîrêde gava ku dabû Mîr Mihemed bixweye û got

– Wey gidî dayê pîrê ka xwedîyê vî hinguliskê li kure?

Pîrê got

– wa li mala minê

Buke ew jahr venexwar got bila xelk belavbe ez jahrê venaxwim. Gava xelk belavbû Mîr Mîhemed şurê kalo girt û çu nava wan ew hemû tarumar kir û kuştin piştre daweta xwu û Gulîzarê nûvekir herdû bihevre zewicîn û bi mirazê xwe şah bûn…

Bikurdi.com

NIVÎSÊN BALKÊŞ

loading...

Bir Cevap Yazın