"Enter"a basıp içeriğe geçin

Çîroka Pîrê û Rovî

Hebû tunebû

Çarekî li caran rehmet dê û bavê hazira

Pîrekî hebû bizinekî wî hebû

Pîrê bizina xwe berdide çolê, çi qas diçe diçêre tê lê di guhanê bizinêda şîr tunne. Çend roj derbas dibe çi qas bizin ji çolê tê lê mêze dike şîr tunneye pîrê dasa xwu digre diçe pey bizinê waxt derbas bu bizin çêrîya û vegere here malê. Pîrê dît rovîkî hat ket binê bizinê û şîrê bizine vexwar hetta xilaskir. Pîrê dasa destê xwu avêt rovî, poçika rovî jê ket pîrê çû poçik girt, rovî girîya hat ba pîrê got;

-pîrê poçika min bide ez diçim nava hevala wê heneka bimin bikin wê bêjin qoto moto.

Pîrê got;

-here şîrê min bîne

Rovî diçe ba bizinê got;

-bizin şîr, şîr pîr, pîr poçik

Bizin dibeje ez birçîme here jiminra çilo bîne were ezê şîr bidime te

Rovî çû ba çilo got;

Çilo bizin, bizin şîr, şîr pîr, pîr poçik

Çilo dibeje here jiminra das bîne ezê çilo bidime te

Rovî dîçe ba heda got

-heda, heda das, das çilo, çilo bizin, bizin şîr, şîr pîr, pîr poçik

Heda dibeje here jiminra hêk bîne ezê das bidime te

Rovî çû ba mirîşkê got;

-Cucû, cucû kaka, kaka heda, head das, das çilo, çilo bizin, bizin şîr, şîr pîr, pîr poçik

Mirîşk dibêje here jiminra qut bînê ezê hêk bidime te

Rovî diçe ba kewar got;

-kewar, kewar qut, qut cucû, cucû kaka, kaka heda, heda das, das çilo, çilo bizin, bizin şîr, şîr pîr, pîr poçik

Kewar dibêje here rêx bînê ezê qut bidime te

Rovî diçe ba ga got;

-ga rêx, rêx kewar, kewar qut, qut cucû, cucû kaka, kaka heda, heda das, das çilo, çilo bizin, bizin şîr, şîr pîr, pîr poçik

Ga dibêje here jiminra gîha bîne ezê rêx bidime te

Rovî diçe ba gîha got;

-gîha, gîha ga, ga rêx, rêx kewar, kewar qut, qut cucû, cucû kaka, kaka heda, heda das, das çilo, çilo bizin, bizin şîr, şîr pîr, pîr poçik

Gîha dibeje here banokî bîne

Rovî dîçe ba banokî dibêje;

-banokî, lod gîha, gîha ga, ga rêx, rêx kewar, kewar qut, qut cucû, cucû kaka, kaka heda, heda das, das çilo, çilo bizin, bizin şîr, şîr pîr, pîr poçik

Rovî Banokî digre lod çêdike dibe dide ga, ga rêx dike dide rovî, rovî rêxê dibe li kewar dixe, kewar qut didê, qut digre dibe mirîşkêra mirîşk hêk didê, hêk digre dibe dide heda, heda hêk distîne das didê, das digre diçe çilo diçine, çilo dibe dide bizinê, bizin çilo dixwe şîr dide, rovî şîr digre dide pîrê, pîrê şîrêxwu digre poçika rovî pêve dike hinekî “şengil-mengil” pêve dike rovî diçe ba hevalên xwu. Hevalê wî gotin;

-waa ev rovîya şengil-mengil çiqas sipahîye emê jî wîlo çê bikin. Jimera Bêje te çawa poçika xwû wîlo çêkir.

Rovî bi fênekî got;

-li serê wî girê golekî heye min poçika xwu xist nava avê qasê seatek mam wîlo çêbû

Rovîyên din ketin pey hev çûn ber golê sermayê av cemede. Rovî qunaxwu xistin avê rovîya mejî bi fênekî çû neçîra dît û şopaxwu wan neçîra hanî ba rovîyên din. Rovîyên me îxanetîkî mezin bi hevalê xwu kir wan da kuştin.

Rahmet dê û bavê hazira ku çîroka me xwendin spas.

Bikurdi.com

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın