"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Dengbêj Xidirê Hebeşê

loading...

Xidirê Hebeşê di sala 1931an de li gundê Şêranê yê ser bi Kobaniyê ji dayik bûye. Ew dengbêjê Kurd bi strana Teyar û Xezalê navdar e.

Xidirê Hebeşê di 17 saliya xwe de li Şêranê dest bi stranbêjiyê kiriye.

Dengbêjê Kurd Xidirê Hebeşê, di strana Teyar û Xezalê de dibêje: Wexta ku Rebê Alemê çelengî û cemalî parve vekir, wê çaxê 2 par dane dilber Xezala Kurdan e, û ez jî kirime memûrê xemane, û du parên xemên dunyayê bi ser min de berdane.

Ji ber mezinbûna temenê wî û kalbûnê ji mêj ve ye ku ew dûrî stranbêjiyê ketiye, û haya kesî ji wî nemaye.

Xidirê Hebeşê dibêje, ew bû 3 nivş ku malbata wan li Şêranê dijîn.

Xidirê Hebeşê di dema êrîşa DAIŞê ya li ser Kobanî de li Şêranê mabû û warê xwe neterikandibû.

Hebeşê dibêje, temenê wî 17 sal bûn ku dest bi dengbêjiyê kir, û li bal wan civatên dengbêjiyê dihatin sazkirin û wî li wan civatan guhdarî dikir û fêr bû.

loading...

Ew dengbêjê Kurd behsa serdema berê dike û dibêje: “Berê xweş bû, em birçî bûn, me nanek du nan ji cîranan deyn dikir me kêf dikir, tiştek tinebû, ne hikûmet hebû. Niha cîhan gişt li hev ketiye û mirov xembar û dilgiran in.”

 

loading...

Bir Cevap Yazın