cîhan hesen

Jiyana Cîhan Hesen

Helbestvan û Nivîskara kurd Cîhan Hesen di sala 1997″an li bajarê Kobanî ji dayîk bûye .

Cîhan Hesen gelek helbest û gotar bi zimanê , kurdî di gelek rojname û kovaran de nivîsandine , wek Azadiya Welat, Ronahî û bûyer û hwd.
Piraniya helbestên wê li ser penaberan , û cangoriyên azadiyê û hem jî li ser serpêhatiya destana Kobanî ya “2014”an.

Di sala 2018″an de “Cîhan Hesen” dîwaneke xwe ya helbesta bi navê ( Di Navbera Şev û Berbangê De ) datîne ber çapê.


Cîhan Hesen di pirtûka xwe de di şevê de banga xwe dike evînê û bi evîna xwe careke din derîyê jiyanê li pêş xwe vedike û di berbangê de jî êşa kobanîyan tevî êşa malbata xwe dike û pê dilorîne. 


Dîwana Cîhanê ya yekemîn ji alîyê HRRK ve hate çapkirin. Cîhan Hesen hewldanên xwe yên çîrok  nivîsê jî hene ku di pirtûka Çirûskek ji berxwedana Kobanî de sê çîrok li ser berxwedana Kobanîyê nivîsîne.

Ji xeynî nivîsandinê jî Cîhan Hesen wek mamosteya ziman û wêjeya kurdî di sazîya zimanê kurdî û akademî û peymangehên ku li Kobanîyê hene gelek şagirt perwerde kirine û gihandine asta mamostetîyê.

Helbestên Cîhan Hesen

Lê Binêre

Rewşen Bedirxan û Çaçanê Haco

Du kesayetîyên aristokrat û otantîk: Rewşen Bedirxan û Çaçanê Haco

Abit Gürses Min nîyet bû li ser pêşnîyara kek Mahmûd Lewendî hin bîranînên hevdîtina xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !