"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Dengbêj Meryem Tuncer

Meryem Tuncer di sala 1976an de li Şirnexê hatiye dinê.

Dengbêj Meryem Tuncer a 41 salî ku li Taxa Firatê ya navçeya Artemêtan a ser bi Wanê dimîne, jiyana xwe ya koçberî, êş û azarên ku bûye şahidên wan bi kilaman vedibêje. Tuncer li gundeki Şirnexê hatiye dinê, paşê koçberî Cizîr, Edene û herî dawî jî Wanê bûye. Dema Tuncer biçûk bûye dê û bavê wê mirine. Tuncer wan salên xwe yên li sirgûnê û hesreta xwe ya ji bo gundê xwe bi van gotinan vedibêje: “Ez dengbêj nînim, ez derdbêj im.” Tuncer tîne ziman ku dema ew li Eyşe Şan, Meryem Xanê difikire li hemberî zor û zehmetiyan ew xwe radigire. 

Dema Meryem Tuncer hîna 14 salî ye, wê bi pismamê wê re dizewicînin. Tuncer diyar dike ku wê li ser xwişka xwe Sultan ku li nav refên PKK’ê jiyana xwe ji dest daye û nizane gora wê jî li ku derê ye, li ser bavê xwe û dayika xwe ku dema  ew li Edeneyê bûn hat girtin, gelek kilam çêkirine. Li ser mijarê Meryem Tuncer dibêje, “Min hesreta di dilê xwe de tim bi kilaman veguherand huner.” 

Meryem Tuncer behsa koçberiyê jî dike û dibêje, “Sala 1988’an bi operasyonên ewil gundê me hat valakirin. Ji neçarî me koçî Cizîrê kir. Wê sala Seddam Hisên çekên kimyewî avêtibû Helebceyê. Em û malabateke ku tevî zarokên xwe ji wê komkujiyê filitîbûn, me koçî Edeneyê kir. Tevî malbatekê tam 5 salan em di avahiyeke înşaet de man ku hundurê wê nehatibû çêkirin. Mezina malê ez bûm. Ji ber vê, carinan barê diket sere milên min bi min giran bû. Min her 5 zarokên xwe jî di wê înşaeta ziwa de anîn dinyayê. Dema me ji gund koç kir, hemû xizm her kes bi cihekî ve belav bûn. Hin ji wan çûn Iraqê hin ji wan çûn Stenbolê. Paşê xwişk û birayên hevjînê min em vexwandin Wanê û me jî ji Edeneyê bere xwe da Wanê.” 

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın