"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mehmûd Hesen Kirorî – (Mehmûdê Xiyalê)

(1925-1965) Dengbêj Mehmûd Hesen Kirorî/Mehmûdê Xiyalê di sala 1924an de hatiye dinyayê. Bi eslê xwe ji Gundê Kirora navçeya Goyan (Qilaban) bajarê Colemêrgê ye. Mehmûdê Xiyalê dengekî winda ye.

Qilaban, ji sala 1990an de bûye navçeya bajarê Şirnexê. Babê Mehmûd, Hesen di şerekêeşîrîdi nabeyna Mentkan (Babikek ji Eşira Goyan e) û Qeşuriyan de bîst mêr hatibun kuştin. Babê Mehmûd yek ji wan kuştiyan bu. Dayika Mehmûd, Xiyal ji Kurdên Sovyetê gundek nêzîkî Êrîvanê ye. Xiyalê berî ku şû bi Hesen babê Mehmûdî nekirî, şû bi mêrek din kiribû, ew jî yê hatiye kuştin. Xiyal hingê jinek cihêl û ciwan bûye, çi zarokên wê ji mêrê wê yê berê nebûn. Piştî mêrê wê hatiye kuştin, Xiyal berê xwe dide Bakûrê Kurdistanê şû bi babê Mehmûd, Hesenî dike. Piştî mêrê Xiyalêbabê Mehmûd, tê kuştin, Xiyal kurê xwe tîne û diçe Gundê Palanisa Colemêrgê niştecih dibe. Xiyal dixwaz e, kurê xwe li gel xwe bibe Sovyetê,belêev tişte nabe nesîb ku kurê xwe bibe. Li vî gundî ku mirovek zana, pispor ûbernas têt zanîn, şêwirmendê pirtûkxaneya Qesra Nehriyê Mele Ehmedê Şemsê re dizewice. Mehmûd jî wekî êtîmekêli gundê Xezekya Colemêrgê bi navê dayîka xwe bi navê“Mehmûdê Xiyalê” tê naskirin. Xiyal jî dengbêjeka çak û dengxweş bu. Dengbêjiya Mehmûd ji dayika wî ve digeheştê. Mehmûdê Xiyalê hêj di cihêliya xwe de dest ji karê şivaniyê û rênçberiyêberdide û li koçik û dîwanan, qesr û qonaxan de dengbêjiyê dike. Mehmûd jiyana xwe demek dirêj li Geverê gundê Xirwatêdibin hîmayamala Kerem Axayê Pinyanişî de diborîne. Li wêderê dibe dengbêjê koçk û dîwanxana Kerem Axa. Mehmûd zelamekê gelek çak û zîrek bûye. Ji aliyê Kerem Axa ve gelek tê teqdîrkirin.

Heta dibe nijdevanekê Kerem Axa li hemberî Eşîra Ertoşiyan. Kerem Axa, axayê Eşîra Pinyanişîyan e. Jê hezkirina Kerem Axa bo Mehmûd Hesen Kirorî ji ber ku Eşîra Goyan demên mîrekan de Goyî û Pinyanişî Baska Rastê bûn û Eşira Ertoşiyan jî Baska Çepê bû.Mehmûd dibe dengbêjê Koçka Kerem Axa. 1954an de Mehmûd diçe leşkeriyê. Kerem Axa ji Silêman Axayê Tataran/Şirnexê dixwaze ku Mehmûd eskeriya xwe li Şirnexê an jî li Colemêrgê bike. Silêman Axa daxwaziya Kerem Axa bicîh tîne. Mehmûd heyvek û nîvan ecemîya eskeriya xwe li bajarê Tirkan Muxlayê dike. Eskeriya mayî Mehmûd li Şirnexê li mala Silêman Axa dike. Li wêderê jî dibe dengbêjê koçka Silêman Axa û li mala wan dijî. Eskeriya wî 1956an de xilas dibe. 1957an de Mehmûd tête Geverê û dîsa dibe dengbêjê koçka mala Kerem Axa. Wî demî Birayê Mehmûd Evdo li Mûsilê niştecih bûye. Mehmûd sala 1957an de berê xwe dide Iraqê, hemsera birayê xwe, hem jî diçe Bexdayê. Mehmûd li Bexdayê dengbêjên navdar yên wekî M.Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Meyrem Xan, Seîd Axayê Cizîrî, Nesrîn Şîrwanî, Eyşe Şanê dinas e.Li Radyoya Bexda beşa Kurdî de dengê xwe tomar dike û dibe stranbêjê Radyoya Bexdayê. Mehmûd destpêka sala 1958an de stranekê bi Melikê Iraqê Melîk Feysel ve dibêje.Melik Feysel pê dihese, keyfa wî gelekî pê tê û 150 dînara Melîkî dike diyarî ji bo strana pêhatî gotin. Peyamekê bo Mehmûd rêdike û dibêje: Bila Mehmud Hesen bibe endameke dengbêjan yê fermîli Radyoya Bexdayê,meaşê wî jî 50 dînarî Melîkî em dê dene, heke bixwaze bila bibe hemwelatîyê Iraqê jî. Di sala 1961an de heyva Îlonê de li Bexdayê mîhrîcanek wek pêşbirk nabeyna dengbêjên navdar ên Kurdan de tê sazkirin. Mehmûd dengbêjê herî çak û serketî li wêderê tête hilbijartin û sertifikayek ji aliyê wê komîtê ve didenê. Mehmûd wek çîrûskekê geş dibe û roj bo rojê şewqa xwe li welatê Iraqê vedide û dijminên wî jî zêde dibin.

Di heman deman de ew mîhrîcan bi kokteylekê tê pîrozkirin. Mehmûd hingê ji aliyê pîşesazên xwe ve tê dermandayîn. Jehrek wesa ku zû pê nemire, bi pêvajoyek dirêj de pê nexweş bikeve dengê wî xira bibe ku hêdî neşêt stranan bibêje. Dawiya sala 1961an de ji bo seredana birayê xwe Evdo vedigere Musilê. Hingê birayê wî Evdo hîvîjê dike û dibejê neçe, ev dere ji bo te baştir e. Tu dê çi bikî li wan deran, tu dê rojekê di nijdeyekê de bêye kuştin. Evdo dike û nake Mehmûd qanî nabe. Mehmûd dibêje: Min xerîbiya çiya, banî û zozanan kiriye, ez neşêm li van deran bijîm, li van deran sebra min nayêt û berê xwe dide Geverê. Demekê li Geverê nexweşîyek li Mehmûd diyar dibe û çavên wî kore dibin.

Piştî çavên wî kore dibin, Mehmûd bojina xwe dibêje wextekê hevalên min ez yê bi jehr dayîm. Mehmûd dibêje wextê ku min ew sertîfîkaya serfiraziyê standî, min bihîst ku hevalên min behsê min bi başî nedikirin. Ewan qesêt nexweş bo min digotin. Piştî Muhmûd wefat kirî jina wî ev gotinên derbarê jehrê bo birayê wî Evdo dibêje.

Çavkanî: Kerem Engin

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın