Farûqê Feroyî

Jiyana Farûqê Feroyî


Farûqê feroyî di sala 1974’an de li gundê feroya ku girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ye ji dayîk bûye.
Ew helbest, kurteçîrok û li ser ziman dixebite .


Berhem:
Pirtûka helbestê ya bi navê, Min Navê Te Li Ser Dîwarê Dilê Xwe Kolaye çap bûye.

Helbesteke Wî:

LI WIRIM

Kevir û dar şehadin
Stêrkên şevreşan dijmêrim
Cîran ê pezkoviya guradirî
Li wî nezarî
Li ser wî dahtî
Li wî cîhê te;
Şipare xincera zingarî
Bi hovane
di nav qolinicê min re kirî
Û bêxem çûyî !!!
Ez hîn li wir im …
Ji alîkî ve
Ez
Bi ser birîna
xincera zengargirtî de dinalim
Û ji aliyê din ve jî
Pezkoviya guradirî!!!

Helbestên Farûqê Feroyî

Lê Binêre

Dr. Ciwan Hemê

Çendî Pêdiviya Me Bi Bijîjkên Wek Dr. Ciwan Hemê Heye / Konê Reş

Piştî ku min navê Dr. Ciwan Hemê ji xelkên Qamişlo û pensberên Efrînê bihîst ku …

Bir Cevap Yazın