"Enter"a basıp içeriğe geçin

JI DÎROKA ALFEBA KURDÎ

Bi sedsalan kurda alfaba aramî (erebî) bi kar anîye û heta îro jî li Rojhilat û Başûra Kurdistanê ew alfeba tê bi kar anîn Bi wê alfabê gelek berhemên giranbaha hatine nivîsarê, ku bûne dewlemendîya çanda kurdî.
Du pirtûkên ola êzdîya: ‘Mesheba reş’ û ‘Kitêba Cilwe’ bi alfabêke taybet hatine nivîsar. Lê dûarojê zêde berhem bi wê alfabê negihîştine me û ew alfeba bi firehî nehatîye bi kar anîn.
Sala 1913an hukumata Împêratorîya Rûsîya biryarê dide, wekî ji bo kurda alafbake taybet bê çêkirin û wî karî dispêrne rojhilatnas Hovsêp Orbêlî, ku berî wê du caran çûbû nav ermenîyê Moksê û li wir bi kurdan re jî (bi taybetî bi Murtule beg re) bûbû nas û nimûnê folklora kurdî jî berev kiribûn.
Lê zûturkê Cenga Cihanîyê ye Yekemîn dest pê dibe, dûra şorişa Oktobrê û ew kar usan jî pêk nayê.

Dawîya sala 1920 î li Ermenistanê hukumata sovyêtê tê damezirandin. Ji yekemîn birîyarên hukumata Ermenistana Sovyêt, birîyara ji bo kêmenetewên komarê mafê perwerdeya bi zimanê dê bû. Kurd yek ji wan kêmenetewan bûn û gor wê birîyarê divêt di gundên kurdan de dibistanên bi zimanê kurdî bihatana vekirin. Gerek bê gotin, wekî wê demê kurdên Ermenistanê, hema bêjî gişk êzdî bûn.
Wê birîyarê bi xwe re pirsa alfabe û pirtûkên zimanê kurdî dianî.
Wan salan di nav kurdên Ermenistanê de jimara kesên xwendî kêm bû û pêvîstîya kurdan bi alîkarîya rewşenbîrî hebû. Divêt alfabe bihata sêwirandin, divêt pirtûk bihatana nivîsar û çap kirin, divêt mamostayên zimanê kurdî bihatana amade kirin.
Di vê rewşa dijwar de rewşenbîrên ji gelên cîran, berî gişkî ermenîya, destê alîkarîyê dirêjî gelê kurd kirin.
Barê amade kirina alfaba kurdî û nivîsara yekemîn pirtûka bi zimanê kurdî bi alfaba nû, Lazo (Hakob Xazaryan 1869-1926) hildide ser milên xwe. Ew ser bingeha tîpên ermenî alfaba ji bo zimanê kurdî amade dike û payîza sala 1921 ê hukumata komara Ermenistanê li bajarê Êçmîadzînê yekemîn pirtûka bi zimanê kurdî, ya bi alfaba ser bingeha tîpên ermenî, bi navê ‘Şems’ çap dike. Xudanê pirtûka ‘Şems’ Lazo bû.
Bi bawerîya me, ji ber ku hingê kurdên Ermenistanê hema bêjî gişk êzdî bûn, ji ber wê jî Lazo navê pirtûkê datîne ‘Şems’. Bi vê rê wî dixwest êzdîya bêtir bi xwendinê ve bide grêdan.
Lazo (Hakob Xazaryan) bi xwe ermenîyê Bazîdê bû, bakûra Kurdistanê. Ew di nav kurdan de mezin bibû, ziman, folklor, rabûn, rûniştandina kurdan baş zanibû.
Di dema xwe de, Lazo di nav ermenîyan de nivîskarekî naskirî bû û berhemên xwe bi navê ‘Bayazêtsî’ çap dikirin. Piranîya berhemên wî ser jîyana kurdan bûn.
Gerek bê gotin Lazo usan jî xudanê sênaryoya yekemîn fîlma kurdî ‘Zerê’ bû, ku sala 1926 an derhênarê ermenîyî bi nav û deng Hamo Beknazarîyan li stûdîoya ‘Armênfîlm’ kişandîye.
Salên Cenga Cihanîyêye Yekemîn bi deha hezaran kudên êzdî li Serhedê hatin kujtin, dero-dero bûn, bûne peneber. Ji kesên ji wê xezevê filitî gelek sêwî bûn.
Ji bo wan zarokên sêwî hukumata Ermenistanê çend sêwîxana vedike, ku yak ji wan li bajarê Aştarakê bû. Di wê sêwîxanê de dor 60 zarokên kurdên êzdî hebûn. Rêvebira sêwîxanê Nûrê Polatova bû, keça Egît axa, ji malmezinaya eşîra Sîpka, xwîşka şorişvanê kurdî bi nav û deng Fêrîk Polatbêkov.
Û Lazo yekemîn car zarokên kurd li wê sêwîxanê bi pirtûka ‘Şems’ fêrî xwendin û nivîsara kurdî dike.
Wan salan hukumata komara Ermenistanê di gundên kurdan de dibistanên kurdî vedike. Xwendin di wan dibistanan de bi alfaba Lazo amade kirî bû.
Ji sala 1922 an, heta 1928 an di dibistanên kurdî de alfaba Lazo amade kirî bi fermî tê bi kar anîn.

Destpêka sala 1922 an bi pêşnîyara Lazo û nivîskar û denbêjê kurdî navdar, Ahmedê Mîrazî, hukumata Gurcistanê li bajarê Tbîlîsî, ji bo karkerên kurd dibistana bi êvaran vedike. Lazo û hevjîna wî, Olga Xazaryan mamostayên wê dibistanê bûn. Wê dibistanê di dîroka kurdên Yekîtîya Sovyêt de roleke mezin lîstîye. Gelek rewşembîr û sîyasetmedarên kurdên sovyêtê li wê dibistanê dest bi xwendina xwe kirin. Ji kesên li wê dibistanê xwendine em dikarin navên zimanzan Qanatê Kurdo û Çerkez Bakayêv, Mêrxasê Yekîtîya Sovyêt, sîyasetmedar Semend Sîyabendov, yekemîn berpirsîyarê rojnama ‘Rîya Teze’ Cerdoyê Gênco û gelekên mayîn bînin.
Lê alfaba kurdî, ya ser bingeha tîpên ermenî ji Ermenistanê der bi fermî nehat pejirandin. Ji alîkî mayîn ve konfêransa kurdên êzdî, yên Ermenistanê, bi xwe sala 1925 an ji hukumata Yekîtîya Sovyêt xwest, wekî ji bo wan alfaba ser bingeha tîpên latînî bê damezirandin.
Alfaba kurdî ye ser bingeha tîpên latînî ji alîyê Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo, sala 1928 an hate amade kirin. Hema wê salê jî Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo yekemîn pirtûka bi zimanê kurdî ya bi alfaba tîpên latînî çap dikin.
Û ev fakta dîrokî, hema bêjî ji alîyê rewşênbîrên kurda gişkan ve tê ji bîra kirinê. Alfaba kurdîye ser bingeha tîpên latînî bi navê Celadêt Bedirxan ve girê didin. Lê alfaba kurdîye ser bingeha tîpên latînî, Celadêt Bedirxan sala 1932 an di kovara ‘Hewar’ de belav dike. Çar sala piştî Îsahak Moragûlov û Erebê Şemo çendek pirtûkên kurdî bi alfaba latînî çap dikin.
Îsahak Marogûlovê asorî sala 1868 an li gundê Dvîn, Ermenistana îroyîn ji dayîk bûye. Dvîn dikeve başûra bajarê Yêrêvanê. Piranîya rûniştvanê wî gundî heta hilweşîna Yekîtîya Sovet jî, asorî bûn.
Î. Marogûlov hê salên zarotîyê bi kurdan re dibe nas û fêrî zimanê kurdî dibe; malbeta wan bi kurdan re havîna derdiket zozana. Lê ji sala 1905 an ew di gundê Zor de, ku li navça Îdirê, parêzgeha Surmelîyê bû, dibe mamosta. Xelkê wî gundî gişk kurdên êzdî bûn.
Xwendin di wê dibistanê de bi zimanê rûsî bû.
Gor hinek çavkanîyan, êdî wê demê bal Îsahak Marogûlov daxweza amade kirina alfabeya kurdî dîhar dibe.

Ji sala 1929 an dibistanên kurdî, yên komara Ermenistanê gişk bi fermî derbasî alfaba ser bingeha tîpên latînî bûn. Ev alfabe ji alîyê kurdên Sovyêt gîskan de hate pejirandin. Li komarên Azerbacan, Tûrkmênistan û Gurcistan jî di dibistanên kurdî de xwendin û nivîsar bi wê alfabê bû, pirtûkên kurdî bi wê alfabê çap dibûn.
Ji Adara sala 1930 î bi wê alfabê dest bi weşana rojnama ‘Rîya Teze’ dibe.
Lê jîyana wê alfabê jî dirêj dom nekir. Sala 1938 an rêjîma Stalîn ew alfabe çawan ‘alfaba împêralîstan’ nav kir û qedexe kir.
Hukumata komara Ermenistanê sala 1941 ê biryarê digre, wekî ji bo kurdan ser bingeha tîpên kîrîlî alfaba nû bê amade kirin. Ji bo wî karî licnek ji pisporan tê kivş kirin û ew licne karê amade kirina alfabê dispêre Hecîyê Cindî. Sala 1944 an alfaba nû berê ji alîyê licneya pisporan ve, du re jî ji alîyê hukumata Ermenistanê ve tê pejirandin û li komarê, ji bo kurdan dibe alfaba fermî. Kurdên Gurcistanê jî ew alfabe bi kar dianîn. Lê li komarên Azerbacan û Tûrkmênistan xwendin û nivîsara bi zimanê kurdî ji sala 1938 an dest pê kirî, heta hilweşîna Yekîtîya Sovyêt, usan jî qedexe ma. Çawan tê xuyayê tesîra şîyaseta Turkîyê ser wan hebû.
Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyêt li komara Azerbacanê çend pirtûk bi zimanê kurdî çap bûne, lê li Turkmênistanê ji sala 1938 an heta îrô tu berhemekî kurdî nehatîye çap kirin.
Divêt em navên dostên gelê kurd, xizmetkarê ziman û wêja kurdî, Lazo (Hakob Xazaryan) û Îsahak Marogulov ji bîra nekin. Hêvîdarim rojekê li Kurdistanê dibistanên bi navên wan bên vekirin.

Tosinê Reşîd

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın