"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Salihê Şirnexî

loading...

Salihê Şirnexî di 1941’an de li Şirnexê ji dayik dibe. Ne tenê zaroktiya xwe, di heman demê de ciwantî û temamiya jiyana xwe li ser axa ku ji dayîk bû derbas dike. Li vir dibe hunermend, lêkolînên xwe li ser huner û hunermendên kurd li vir dimeşîne, kilam û stranên xwe yên nemir li vê derê dinivisîne û awazê xwe dide wan kilam û stranan. Hundirê kaset û plakên xwe li vê derê diafirîne, li vê derê amade dike, tomar dike û hwd. Di dawî de li vê derê jî diçe ser dilovaniya xwe.

Bi xaka xwe ve girêdayî bû

Bi rastî jî Salihê Şirnexî welatparêzekî xurt û bi axa xwe ve girêdayî bû. Di heman demê de hunermendekî temam bû jî; di ferq û zanebûnê de bû ku ji ax û welatê xwe qut bibe, wê ji kok û maneya heyîna xwe jî qut bibe. Lewre nikare tu hunermendiyê jî bike. Di nêrîna Salih de huner, encax bi girêdayîna welêt û gel dikare pêk were. Hest û xwesteka gel encax di qirika hunermendê ku bi ax, welat û gelê xwe ve girêdayî de dikare bibe awaz. Wekî din dikare pêyvên xweş di devê kesan de derkevin lê ew qîrkirin wê nebin hestên xwestekên gel, nebin huner. Salih bi vê zanebûyînê jiya, bi têkoşînê re têkîldar bû, kilam û stran afirandin, kasêt û plak derxistin, bû hunermend û hunera xwe gihand gel.

Bi stranên xwe tevli berxwedêran bû

Salih tevî ku derfetên zêde jê re dihat dayîn jî tu car nefikirî ku li ser axa ku ji dayik bûyî qut bibe, dûr bikeve ango li deverek din bijî. Salih kesekî welatparêz û bi xaka xwe ve girêdayî bû. Tevî temenê xwe yê mezin jî ji Silopiyê ku ji aliyê dewleta tirk ve hatibû dorpêçkirin de jî derneket. Li bajarê xwe, ligel gelê jiya. Heya roja xwe ya dawî jî bi keyfxweşî, bi dil germî li tenişta berxwedêrên xwesertiya demokratîk û xwerêvebirina cewherî cih girt, bi kilam û stranên xwe tevli berxwedêran bû, coş û moral da wan. Belkî di ferqa roja xwe ya dawî de be jî lê dîsa jî ji axa xwe qut nebû. Bi çi awayî li ser axa xwe jiya be, bi heman awayî lê bi şiklekî bextewar jiyana xwe jî da, çû ser dilovaniya xwe.

Bêhejmar caran hin kesan-saziyan ji bo ku wî derbasî Başûr bikin û li wir ‘bidin jiyîn’ deriyê derfetên zêde jê re vekirin. Lê çavê Salih ew derfetana qet nedîtin. Dîsa bi derfetên pir zêde xwestin ku Salih bikişînin bajarên Tirkiyeyê, Ewropayê û li wan derana bijî û ger ku karibe karê xwe yê hunerî jî li wê derê bidomîne. Gelo ger ku Salih çûbûya wan derana wê karibûya hunera xwe bidomanda? Teqez wê nikaribûya û Salih jî di ferqa vê de bû. Lewra Salih tevî pêşkêşkirina derfetên zêde çawa ku xwestina çûyîna Başûr bi pişta destê xwe dayibe milekê, heman teklîfa çûyîna Ewropayê û bajarên Tirkiyeyê jî bi pişta destê xwe dan milekê.

Bêguman Salih car caran diçû Başûr, li wê derê serdana xizmên xwe dikir û li mirovên xwe dibû mêvan. Dema ku diçû Başûr, bi rêya şevbêrk, telewîzyon û hwd. hunera xwe jî li wê derê pêşkêşî gel dikir. Heman tişt dema ku diçû bajarên Tirkiyeyê jî dikir. Li wê derê jî serlêdan dikir, ji nas, xizm û dostên xwe re şevbêrk li dar dixist, hunera xwe pêşkêş dikir û li van deverana li ser huner û hunermandan jî lêkolîn dikir. Salih tiştên ku di van lêkolînan de fêr dibû, bi nêrînên xwe yên hunerî şîrove dikir û beyî ku formê wan biguhere lê bi dengekî cûda awaze dikir.

loading...

Salihê Emerê Cangîr li Şirnexê ji dayîk bûbû, lewra jê re dihat gotin Salihê Şirnexî. Tevî vê yekê jî Salih 20 salên xwe yê dawî de li Silopiyayê niştecih bûbû û li vê derê jî koça dawî kir.

Huner û hunermendiya Salih

Salih di 12-13 saliya xwe de dest bi dengbêjî kir. Di serî de li ber destê dengbêjê heremê fêr dibû, hunera wan bi awazê xwe nemir dikir. Lê piştî demekê Salih xwest ku di hunerê de şêwe ango terzê xwe ava bike. Lewra dest bi lêkolînan kir û di encam de ne tenê wekî kesekî ku stran û kilama dixwîne di nav refê hunerê de cih bigre, ligel newa ya xwe, bi afirîneriya xwe jî di nav refên hunerê de cih girt. Kilamên wekî Sewdaliyê, Hoy Hoy Memo, Bîşenga Min, Delîl Dayê, Qulingo, Eyşanê, Hey Zalim û hwd. berhemên afirîneriya Salihê Şirnexî yên nemir in.

Salihê Şirnexî xwedî dengekî zîz û xurt ê Botanî bû. Dengbejiya Salih, dengbejiya qirika Botanê bû lê tevî vê yekê di forma bikaranîna qirika Salih de, di bin bandora taybetmendiyên dengên deştê de mayîn jî hebî. Salih di ferqa vê de hunera xwe dikir û bi heman hostatiyê stranên xwe dihûnandin û bi awazên (bi qirika) çiyayî jî distira. Ji dengê resen ê Botanî dûr nediket. Di xwendina stranan de dengê Salih dengekî pir berz û zelal bû. Stranê xwe tenê bi deng bilêv nedikir, di heman demê de xwe digîhand derûniya mirov. Stranên Salih bi naveroka xwe gelekî xurt bûn, lewra jî gelekî bi bandor bûn. Ew stranên ku me li jorê bilêv kirin, mînaka vê ne.

Dengbêj Salihê Şirnexî xwedî zanebûneke hozanî û welatparêzî bû. Pir digeriya û dixwest ku çandên Kurdistanî ji nêz ve nas bike. Li ser bûyerên ku di dîrokê de qewimîn lêkolîn dikir û li ser wan bûyeran stranên xwe çêdikir û distira. Di heman demê de, stranên dengbêjên wekî Evdalê Zêynikê û dengbêjên cuda jî bi stîlê xwe ya Botanî û xweser ji nûve şîrove dikir. Lewra Salih ne tenê hunermendekî ku stran dixwend bû, di heman demê de bi stranên xwe bûyerên ku di dîrokê de qewimî ne nûjen dikir, bi me dida nasandin û nemir dikir. Heman tişt ji bo nûjenkirina hunermendên nemir jî derbasdar e.

loading...

Bir Cevap Yazın