"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Can Ibrahîm

Carekê ji hêla rêjîma Sûriyeyê ve, carekê jî ji hêla çekdarên rêxistina DAIŞê ve pirtûkxaneya wî hatiye têkdan û berhemên wî jî di nav de hatine şewitandin. Lê belê li ser şopa xwe rijd maye û dest ji helbestê bernedaye.

Helbestvan Can Ibrahîm, di sala 1969’ê de li gundewarê Kobanê ji dayîk bûye. Qonaxên xwendina xwe li Reqayê diqedîne û demeke dirêj li wir dimîne. Paşê di 2011’ê de careke din vedigere Kobanê.

Ji sala 1988’ê ve dest bi nivîsînê kiriye û aniha berhevokeke  wî ya helbestan bi navê “Lorîn” heye. Jê û pê ve, berhemeke wî bi zimanê kurdî û yek jî bi zimanê erebî hêj destnivîs in.

Ji sala 2015’ê ve li bajarê Qamişloyê bi cih bûye û di xebat û çalakiyên wêjeyî de her beşdar e.

Helbesteke Wî:

QEDERA ERZAN

Di bin baskên şevê da

Şevek dirêj..

Û ji hev kişyayî

Şeveke seranser..

Û bi baskên xwe westiyayî

Li guhdariya pêgên bilez..

Pêgên bêwar!

Xelekên karwanên melûl..

Û istûxwar û westiyayî

Li her dû piyên xêza..

Rêçika tarî siwar in.!

Bi awirên Ehrîmanê ne bi xêr

Berî li mijê kor..

Û lêgera wenda.!

Pişt li dîwarên mane kavil

Li ser maseya bazaran..

Qedera me pir erzan e.!

Çi talan e..çi wêran e..

Qedera gelê me erzan e.

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın