"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Dilbera Wekîl

Bav û kalên wan ji Wanê koçberê gundê Devê Xerabe yê Ermenîstanê bûn. Dengbêja Kurd Dilbera Wekîl di 14’ê gulana 1957’ê de li vir çavên xwe li jiyanê vekir. Dengbêja jin ji ANF’ê re axivî û çîroka mereqa xwe ya ji bo dengbêjiyê vegot.

DI 14 SALIYA XWE DE LI RADYOYA ÊRÎVANÊ BÛ

“Li gundê me hewayeke xweş a hunera Kurdî hebû, her kesê guhdarî klaman dikir, û ji gerandina govendê hez dikir, hinek ji wan jî stran digotin. Ez dikarim bêjim gundê me gundê dengêjiyê bû. Gava ez şeş saî bûm xalê min Tîmûrê Fete dengbêjeke mezin bû. Min wê demê guhdarî wî dikir. Hezkirina min a ji bo klaman wiha dest pê kir. Di sala 1968’ê de gundê me hat belavkirin û malbata me gundê Cirabîr bi cih bû. Ji dengêbêjên Kurdistanê herî zêde ji Şemdîn hez dikim. Li gundê me yê nû êdî min bi xwe klam digot. Di wê demê de hîna dapîra min jiyana xwe ji dest nedabû, navê wê Çîla Huto bû. Dengê wê pir xweş bû. Wê jî pir xweş klam digot. Min dengbêjiya xwe ji wê girt. Min di 14 saliya xwe de li Radyoya Êrîvanê dest bi gotina klaman kir. Min û kurê xaltîka xwe û xwîşka xwe gelek stran li Radyoya Êrîvanê got.”

Di sala 1977’ê de tevî muzîsyen Xelîlê Ebdullah û malbata Wekîle Koma Kurdistanê tê avakirin. Koma Kurdistanê ne tenê stran, di heman demê de koma folklorê jî bû. Dilbera Wekîle wiha behsa wan rojan dike:

“Di komê de hevserê min Hesenê Îsrafîl, birayê min Kinyase Wekîl, Mecîdê Xulamî, pismamê min Hemîdê Kinyas, Teyforê Mecîd, Ehmedê Îsrafîl, her du xwîşkên min Şemam û Temam, birayê min, pismanên bin, keçxalên min Felek û Xanim, Gulîstan Mecîd di komê de bûn. Bavê min Wekîl dersên folklorê nîşanî koma me dida. Wê demê em li herêma Aboviyan yekemîn koma Kurdan bûn. Di wê demê de li herêma Aboviyan mihrîcana çand û hunerê hat lidarxistin. Tevî hemû komên Ermenî û Kurdan koma me Kurdistan jî beşdar bû. Di mihrîcanê de bala her kesê hat ser koma me û em bûn yekemîn. Di sala 1978 em ji bo pîrozbahiya Newrozê, bi organîzatoriya Prof. Qanadê Kurdo, çûn Lenîngradê. Di wê pîrozbahiyê de koma me pêşeng bû. Dîsa koma bê hejmar di Radyoya Êrîvanê de klam got.”

Lê ji ber endamên jin ên komê dizewicin û diçin cihên cûda, Koma Kurdistanê di sala 1980’yan de belav dibe. Gelek endamên zilam ên komê jî diçin derveyê Ermenîstanê, hin endamên komê jî jiyana xwe ji dest dane. Dilber di dema sohbeta me ya der barê vê mijarê de nefesek ji kûrahî dikişîne û dibêje; “Piştî wê jixwe êdî rewşa Kurdan xirab bû. Bi taybet jî Kurdên misilman. Bi deh hezaran Kurd koçberê Asyaya Navîn bûn. Gelek ji wana reviyan Azerbaycan û Rûsyayê. Demên berê çûn êdî. Li Ermenîstnaê tenê çend malbat man. Di demek wiha de ne dengbêjî, ne huner dimîne.”

Bir Cevap Yazın