"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Dildar Şeko

Dildar Şeko weha behsa jiyana xwe dike:

Jiyaneke hemareng ku piştî 65 salan jî, bo hîç wardemeke ji jiyana xwe ne poşman im.
Di sala 1955an de li Tilêlûna Derbêsiya Binxetê hatim dinê. Ez du salî bûm dê û bavê min vedigerin gundê xwe û her ji temenekî pir biçûk de li cem Mele Evdirehmanê Kinik min dest bi xwendina xwe ya ayînî kir. Hêjayî gotinêye ku Mele Evdirehmanê Kinik li gundê me rola fêrgeha seretayî didît û tevaya zarokên gund di bin destên wî yên pîroz re derbas dibûn. Bi destûra we, dixwazim bi rêya govara we re yekemîn mamostayê xwe Mele Evdirehmanê Kinik bi bîr bihênim û malavayiya vî xweş mirovê welatperwer bikim.


Navê gundê min Tizyan e, yek ji 33 gundê Surgiciyan e. Li vî gundî, bi serperiştiya Mala Seydayê Mele Abid Medreseya me ya kurdî jî hebû, salane bêhtir ji 60-70 feqiyan li gundê me dibaniyan. Her wisa fêrgeha seretayî ya dewleta tirk jî li gundê me hebû. Bi kurtayî ez jî yek ji ew derçûyên ji medreseya kurdî me.


Piştî têkçûna şoreşa Êlûnê ya li Başûr, li Bakûrê welêt yekser tevgereke nuh ya kurdî dest pê kir. Wekû her gencekî kurd her di destpêkê de di vê tevgera nuh de min jî cihê xwe girt. Di 7ê Rêbendana1980an de ji aliyê hêzên dewletê ve digel kekê xwe yê biçûk (Memo) hatim girtin. Piştî 27 mehan, ango di 19ê Adara 1982an de ji girtîxaneya Amedê tahliye bûm û her di vê mehê de min karî xwe bigehînim Başûrê welêt û wekû pêşmergeyekî beşdarî şoreşa Gulanê bûm.


Pêşmergetiya min ya di nav rêzên PDKê de heta bi sala 1995an domand.
Ji ber rûdana şerê navxweyî ya di sala 1995an de min dev ji karûbarê rêxistinî berda. Niha, wekû pêşmergeyekî dêrîn li ser mêlakê YNKê xanenişîn im.

Berhem:
-Ji kesera te min pranga kevnarkirin
Ahmed Arif Ji tirkî bo kurdî 1989
-Reșo Herêma Talanê Yilmaz Odabași
Ji tirkî bo kurdî 1990.
-Bi kurdekî re axaftin
Adonis Buduris Ji tirkî bo kurdî 1988
-Nivîsînên Bijarde Mahir Çayan
Ji tirkî bo kurdî 2019

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın