"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Ibrahîm Qasim

Nivîskar Ibrahîm Qasim, pirtûkxaneya bavê wî ya ku bi berhemên klasîk dagirtî bû, bala wî kişand û bi saya ewê pirtûkxaneyê fêrî xwendin û nivîsîna bi zimanê kurdî bû.

Di sala 1978’an de dest avêt pênûsê û hestên xwe di malikên helbestê de bi cih kirin. Hevdemî nivîsînê, tevlî kombûn û  rêxistinên rewşenbîrî jî bû û gelek çalakiyên wêjeyî li dar xistin.

Hetanî aniha 5 pirtûkên wî hatine çapkirin: der barê helbesta kurdî de du lêkolîn û sê berhevokên helbestan.

Di sala 1961’ê de li gundê Hemze Begê yê Devera Koçeran ji dayîk bûye û aniha li Dêrika Hemkoyê dijî. Ew aniha Endamê Desteya Rêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyeyê ye.

Helbesteke Wî:

Serî Derxe

Dîsa werim ba te ez

Dê bijîm jîna te ez

Li ser sînga wekî rok

Dîsa dê binalim ez

Eger tu yara min bê

Hebûn û navêt min bê

Dilbera dilê min bê

Xencer di canê min bê

Ser kete nava porê

Noq girtiye bi zorê

Dil herfî û helya

Di vê jîna wek gorê

Binê gera pir tarî

Bê ziman û zeharî

Serî hilde binêre

Wer mêze ke vî halî

Serîhildan çawa ye

Çi hatiye çi maye

Di şikefta pir tarî

Wek şikefta cina ye

Serî gêj e ranabê

Ku cîhan tev xirabê

Her du çokên min şikandin

Halê me wê çawa bê

Ey keça porî pir bir

Têlên dilê min qot kir

Te dame ber sîngên xwe

Te ev canê min sot kir

Eger xebat wiha bê

D’ binê şikeft û gera bê

Tirs ji kî ye birader

Ev dijmin qet ranabê

Tirsonekê bêzirav

Ev şaxê te çi belav

Serî derxe j’ bin porê

Ber çavên te bû gerav

Serî d’ bin porê maye

Pişt li te pir tewaye

Li pêşî çavên dijmin

Karê te tev xuya ye

Serî hilde û bitirse

Ji xwe re tu bipirse

Ji dijimin xwe biparês

Dijiminê te ne qels e

Hene di nav we de pir caş

Hember we xwe dikin baş

Xwefirotiyê dijimin

Xebatê ew didin paş

Xweşik ew tên naskirin

Dema tê barê mezin

Ser pişta wan giran e

Lewra bi lez direvin

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın