"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Reşîd Sofî

Reşîd Sofî wiha behsa jiyana xwe dike;

Reşîd Sofî, ji Bajarê Kobanî ye, di sala 1953an de hatime diniyê. Piştî min “Bekeloriya” di sala 1978an de bidawî kir.

Ez çûm welatê Mesrê min mûzîk xwend, ez li ser hesabê xwe çûm, li wê derê, Dar Elopera û Peymangeha Bilind ya Mûzîkê bi barê min rabûn, û bawernameyek sembolî dane min, ez li wir pêrgî hemû awazjenên wan bûm, Mihemed Ebdilwehab, Belîx Hemdî, û Riyad Elsinbatî. min di sala 1985an de li bajarê Helebê peymangehek mûzîkê vekir, û ders lê dan, ew jî derdora du salan berdewam kir, dûv re ez çûm Şamê jî min ders dan, paşê min dersên “Meqamatan” li Peymangeha Bilind dan. Ji ûdjenên yekem li ser asta cîhanê  tême hejmartin.

Di jîngeheke oldar û sofîtî de rabûme, lê oldariyek ne hişk û dijwar bû, bavê min Miftiyê Giştî yê Kobanî  bû, gelek helbestên Melayê Cezîrî digotin, me jî piçûkanî Quran jiber kir, dengê min xweş bû, min dixwend û bang û azan dida, bêtir em li ser guhdarkirina stranên Erebî mîna Mihemed Ebdilwehab, Ferîd, Um Kelsûm rabûn, lewre jêhatîbûna min di meqaman de ji wir hat.. ji hêla malbatî ve jî ez hîn xort im, nezewicî me.

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın