"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Zadîna Şekir

Di sala 1943’yê de keçeke dengxweş û hestnazik gundê Poşîtda pîroz kir û ji bo daw û hembêza malbateke kurdên êzidî yên Qefqasyayê hat sipartin; ew keç Zadîna Şekir bû.

Çawa ku Zadîna Şekir ji xwe hay bû ku dengê wê xweş e, êdî biryar bi wê yekê da ku miletê wê ji xweşiya dengê wê bêpar nemîne, da ku bi xweşî û bi aramî hestên xwe yên nazik bigihîne dil û ramanên zarên neteweya xwe.

Tevlî kelem, astengî û gotegotên civakê jî, lê belê ew li ser biryara xwe rijd ma û rêya xwe ya huneriyê şopand.

Di destpêka jiyana xwe ya hunerî de, Zadîn xortekî Ermenî nas kir. Bi domana demê re çîroka evîniya wan eşkere bû û tevlî ku malbat û civak bi tevahî dijî wê sekinîn, lê ew li gor daxwaza dilê xwe çû û piştî demeke kin bi hev re şû kirin.

Bi vî hawî dijayetiya gel û civakê lê zortir bû, ji ber ku hevjînê wê ne ji neteweya wê û ne jî ji ola wê bû. Wisa dom kir hetanî ku xwe bi tenê dît; ne malbat, ne mirov, ne dost û ne heval. Sûsika Simo karîbû jiyana xwe bi hevjînê xwe yê Ermenî re berdewam bike û li hember civakê raweste, lê Zadîn nikarîbû bi vê yekê rabe; ew mecbûr bû ku çîroka evîniya xwe bi dawî bike û bendikên di nevbera xwe û hevjînê xwe de biqetîne, da ku bibe dîla keder û xeman û bi tenha xwe pêvajoyên jiyanê berdewam bike.

Jiyana Wê ya Hunerî:

Zadîna Şekir di Serdema Hunera Zêrîn de jiyaye(li komarên Yekîtiya Sovyetê). Dema ku derbasî qada hunerê dibe, gelek hunermendên navdar dibîne; yên wekî: Sûska Simo, Fatima Îsa, Egîdê Têcir, Şeroyê Biro, Belga Qado, Aslîka Qadir, Kubara Xido, Kerepêtê Xaço, Bêmalê Keko, Reşîdê Baso û gelekên din….

Çawa ku li ser dika şanoyê disekine û dest bi sitranan dike, êdî nav û dengê wê  li seranserî komarên Sovyetê belav dibe. Paşê li gelek komarên Sovyetê şahî vejandin.

Pêwendiyên Wê û Egîdê Cimo:

Piştî ku wê û sazvanê navdar Egîdê Cimo hev nas kir, êdî deriyên navdariyê li pêş wê vebûn…Zadîn û Egîd bi hev re komeke muzîkê ava kir û li pirî komarên Sovyetê şahî li dar xistin.

Hêjayî gotinê ye ku sazvan û dengbêjê kurd ê navdar Egîdê Cimo bi hemî dengbêjên wê demê re hevkarî kiriye; di ahengên wan de beşdar bûye û bi wan re bûye alîkar.

Paşê Zadîna Şekir derbasî Radyoya Êrîvanê bû û çend sitran tomar kirin. Bi vê derbasbûnê re, her wiha bi sitrandina dîrokên folklorî re Zadîna Şekir li ser asta tevahiya Kurdistanê navdar bû.

Hunermenda me ne tenê sitranên kurdî digotin, lê belê ewê bi zimanê Ermenî jî sitran gotine; ji ber ku ew demeke baş mabû bûka Ermeniyan û evê tiştê bêhtir nav û dengê wê di nav gelan de belav kir.

Sitranên Zadîna Şekir:

Ji bilî folklor, Hunermenda me xudana çend sitranên taybet jî bû. Gelek dîrokên dengbêjiyê gotine, lê bêhtirî xwe bi van sitranên jêrîn navdar bûye:Dêra Zorê Piçûk e, Emer Axa, Eman, Deşt û Zozan, Hesenîko, Lawikê Metînî, Menal û Dê Were…

Dawiya Jiyana Wê:

Zadîna Şekir jî wekî hemî hunermendên hevdemên xwe, tevahiya jiyana xwe kir bi qurbana vejandina huner û folklorê Kurdî. Her timî hewl dida ku bi xweşiya dengê xwe guhdarên xwe dilşad û kêfxweş bike.

Di sala 2008’ê de bi aramî ji nav me bar kir… Bi cendekê xwe ve çû, belam deng û hestên xwe sipart  bîrûka hiş û dilê me.

Di baxê dengbêjî û hunera kurdî de dimîne guleke geş. Navê xwe bi tîpên evînê di rûpelên dîroka me de deqand.

Çavkanî: Narîn Omer

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın