"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Ciwanê Dêrikê

Ciwanê Dêrikê, di sala 1962’yê de li gundê Kasanê ku girêdayî Dêrika Hemko ye, ji dayîk bûye.

loading...

Xwendina xwe ya seretayî li gund û ya navîn li Dêrikê diqedîne.

Di sala 1981’ê de li bajarê Hesekê tevlî Peymangeha Mamostetiyê dibe û bawernameya xwe li wir werdigire.

Ciwanê Dêrikê bi qasî 28 salan li dibistanên deverê mamostetiyê dike. Bi destpêbûna Şoreşa Rojava re tevlî xebatên wêjeyî û zimanî dibe, ev jî dibe sedema wê yekê ku ji karê mamostetiyê bête avêtin.

Di zaroktiyê de, bavê Ciwan bi awayekî berdewam helbestên Cizîrê dixwendin, ji vê yekê heyvanê zimanheziyê di giyan û mejiyê Ciwan de dimeye.

Ciwan Dêrikê 6 berhevokên wî yên helbestan hene, tenê berhevoka bi navê “Xwedawendên Bedewiyê” çap bûye. Aniha Ciwanê Dêrikê, mamosteyê Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Rojava ye.

PAKREWAN

Kulek di dilê min de hebû ew kul te sax kir

Hiş û mejiyê min pê vebûn gava te dax kir

Hêrs û germiya te melhema derd û birîn bû

Xwîna te bû ava jîn gelê Kurd pê heşîn bû

Her gava te avêtî heşîn bû pey hezar gul

Her dilop ji xwîna te rija sax kir hezar kul

Pesnê te nika bidim bi kaxez û bi xama

Tenê dikarim bêjim: xwezî ez wek te bama

loading...
loading...

Bir Cevap Yazın