"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mihemed Hesko

Mihemed Hesko (birasoz)
di sala 10.03.1966`an de li gundê Şeran yê bi ser Herêma Efrînê ve ji dayîk bûye.Ew xwendina xwe ya seretayî navendî li gundê xwe bi dawî dike.
Xwendina xwe ya paşnavendî li bajarê Helebê bi dawî dike.
Di salên 1986/1988an de li gundê Omera yê bi ser Herêma Efrînê ve ye mamostetiyê kiriye.

Di sala 2003ê de ew pirtûka xwe ya helbestan bi navê Lêlav li bajarê Helebê çap dike.
Di sala 2003ê de, ew ji Efrînê reviyaye û çûyr li Herêma Kurdistanê(başûrê Kurdistanê) bi cîwar bûye. Di salên 2006/2006ê karmendê Radiyoya Dengê Gelê Kurdistanê ya li devera Çarta ya bi ser bajarê Silêmanîyê ve û amadekarê du bernameyan bûye, yek bi Kurdî bû bi navê Helbestname bû û ya din bi zimanê Erebî bû bi navê Pirtûka Hefteyê.

Di sala 2007ê de li malpera PUKmedia serperştiyarê beşê Kurdî bûye. Ji sala 2008 - 2011an karmendê Kenala Ezmanîya Gelê Kurdistanê bûye, karê bêjeriyê û herwiha amadekar û pêşkêşkarê bernameya Barav ya rewşenbîrî bûye.

Di salên 2011/2013an de, bêjerê radyoya Azadî bûye li Hewlêrê. Di salên 2014an ta 01.09.2014an li Kenala Ezmaniya Rêga tv ya Partiya Komonîsta Kurdistanê li Hewlêrê, berpirsê beşê Kurdî kurmancî bûye û heriwa bêjer û amadekar û pêşkêşkarê bernameya Azînya rewşenbîrî bûye.


Wî Ji meha Rezber 01.09.2014an û ta meha Reşemî ya sala 2015`an li ajansa Bas Nûçe ya li Hewlêrê kar kiriye.

Eger
Eger, biratî rengê ala te bî
Kurdayetî olê te bî
Kawa,pêxemberê te bî
Mem û zîn, pirtûka te bî
Laliş, rûgeha te bî
Newroz, cejn û sersala te bî
Keyxesro, sembol a tebî
Bedirxan beg, rêzanê te bî
Nehrî, rêberê te bî
Qazî, pêşengê te bî
Rêbaza Barzanî, dibistan a te bî
Dîrok mamosta yê te bî
Cûdî, pişt û hevalê te bî
Xwendin û zanîn rêça te bî
Rewşa welat, li ber çavên te bî
Kurdistan, li paytextê dilê te bî
Bawerî ya te, bi doza te bî
Serê te jî, ê te bî!?
Bila…bila…
Xweda bi xwe, dijminê te bî!?


Min nas kir

Gava min,
xwe di çavên dayîka xwe de dî,
min, evîn û dayîneke bê ser û ber,
û min xwe nas kir!
Gava min,
xwe di çavên yara xwe de dî,
min, zarekî bê ziman, bihuşt û dojeh nas kir!
Gava min,
xwe di çavên welatê xwe de dî,
min, jîn û jiyan, hebûn û mayîn nas kir!
Gava min,
xwe di çavên pêşmergeyekî de dî,
min, hêvî û xebat, keleya azadiyê nas kir!
Lê..gava min,
Xwe di çavên dîroka xwe de dî,
min..
şûrê birîna xwe,
strîyê kulekiya xwe,
meymesta xwe, nas kir!?

Bir Cevap Yazın