"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Şehîn Talebanî

Hunermenda me li bajarê Senindecȇ di sala 1952’yan de ji dayîk bûye. Qonaxên xwendinê li wir bi dawî kirine, piştre derbasî peymangeha mamosteyan bûye û li wir bawernameya bilind wergirtiye. Şehîn hem li bajarê xwe hem jî li gundewarê bajêr mamostetî kiriye û bi dilsozî karê xwe domandiye. Paşê şû kiriye û bȗye dayîka sȇ zarokan.

Di sala 1989’an de bi malbata xwe ve li pêlên koçberiyê siwar dibin û li Brîtanyayê bi cih dibin.

Ji bilî karê mamostetiyȇ, hunermenda me bi xebatên civakî jî radibe; destpêkê tevlî “Komeleya Şêr û Xorşîd Serxe” dibe û paşê tevlî çend rêxistin û kombûnên xêrxwazî dibe, hetanî aniha jî wekî çalakvaneke sivîl xebatên xwe didomîne.

Rêxistinên ku hunermend Şehîn di wan de kar dike, alîkariya malbatên hejar û zarokên nexweş dikin, Şehîn xan jî bi deng û hunera xwe bi xurtî alîkariya wan zarokan dike û tê zanîn ku di kîmyabarana Helebçayê de, wê alîkariyeke mezin pêşkêşî zarokên nexweş kir.

Ne tenê di milên alîkarî û xêrxwaziyê de, lê Şehîn Talebanî xebateke bilind û zanistî di ber mafên jinê de jî dike, ji lew re dibêje:  “Jina kurd azad e lê divê ew bi kar û xebateke bêhtir ve rabe, da ku baweriya civakê bi xwe mezintir bike û  karibe mafê xwe bi cih bike.” Wê bi bîr û bawerî biryara xwe daye ku xebata xwe di şopa dozkirina mafên jina kurd de bidomîne.

Jiyana hunerî:

Tevlî ku hunermenda me mamoste, çalakvan û xebatkar bû, lê wȇ guh dida dengê xwe jî, ji lew re biryara sitranbêjiyê sitand; bi baweriya hest û ramanan û nazikya deng û hiziran derbasî hola huneriyȇ bû. Li ser destpêka dengbêjiya xwe dibêje:

“Min bi sitrakene romansî -ya Sebriya Gulfiroş- bi hunermendê navdar Ebasê Gemendî re dest pê kir û heta wekȋ îro jî ev sitran mezinan berî xortan hestiyar dike “.

Hunermenda me bi coş û hestiyarî di bin bandora siruşta Kurdistanê û xwezaya xelk û deverên wê de dijȋ, her wiha bi hezkirina xwe ji huner ȗ dengbȇjiyȇ re distire, ji vê yekê peyv û awazên sitranan rewan û bi hizir dike û bi pêlpêlokên dengê xwe hezkiriyên xwe aramxweş û coşdar dike.

Hunermend Şehîn sê kasêt û çend klîp berhem dane û di hemî sitranên xwe de li peyvên watedar ên ku hezkiriyên dengê wȇ şadîman û kêfxweş dikin, digere, ji ber vê yekê wȇ gelek caran di sitranên xwe de alîkariya hunermendê navdar “Burhan Miftî” di hilbijartina gotin û awazan de, xwestiye.

Şehîn mîna gelek hunermendên kurd sitraneke xweş diyarî Kerkûkê kiriye. Sitrana Kerkûkê ji gotinên her du helbestvanên kurd “Heme Seîd Ibrahîm” û “Simaîl Xormalî” ye û ji awazên “Burhan Miftî” ye.

Tişta herî qels di karê Şehȋn de ew e ku tenȇ bi zaraveyê soranî distirîne û guh nade zaraveyên din ên wekȋ kurmancî; ji ber ku dema hunermend bi hemî zaraveyan bistirîne, dê nav û dengê wêî li hemî aliyên Kurdistanê û derverên ku kurd lê dijîn, belav bibe.

Hunermend Şehîn Talebanî dengxweş û hestnazik e, em temenekȋ dirêj jê re dixwazin û gurzên sipasî û silavan li ser kar û xebata wê ya dirêj û bi sûd, jê re dişînin. Helbet ew di xak û zemîna hunera kurdî de bûye sitêreke geş.

Dîsa em ê banga xwe dubare bikin ku dezgehên ragihandinê li hemî aliyên Kurdistanê li  van hunermend û dengbêjan bi xwedî derkevin û li wan guhdar bikin.

Çavkanî: Narîn Omer

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın