"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Xemgînê Remo

Di 17.5.1961ê de li gundê Talika Cemîl Paşa ku bi ser bajarê Dirbêsiyê ve girêdayî ye ji dayik bûye. Dibistana xwe ya seretayî li gundê Bîr Kinêsê qedandiye, û ya amadeyî û navendî li bajarê Dirbêsiyê.

Di destpêka salên 1980ê de dest bi nivîsa helbestê kir, ji bilî helbestê jî , çîrokê dinivîse, û karê wergerê jî dike, ku 600 rûpel ji wêjeya cîhanî di navbera şano, roman, û çîrokê de wergerandiye.

Berhemên wî yên çapkirî:

Axîna Dil, helbest, şam 1991.

– Keskayên Kizirî, helbest, şam, 1996, ji weşanên kovara Zanîn.

– Şevên Deşta Mêrdînê, çîrok, Hevbendiya Kawa.

– Ayetên çiya, helbest, Semakurd 2008.

– Pêlên Evînê, stran, 2005.

– Kepezê Xewna, çîrok, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Dihokê.

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın