"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Rêber Wehîd

loading...

Hunermend Rêber Wehîd di sala 1970’yî de li bajarê Qamişloyê ji diya xwe bûye.

Hêj di temenekî biçûk de bû, dest bi sitranbêjiyê kir û di hejdehsaliya xwe de jî derbasî qada awazdaneriyê bû. Ji berî ku wekî hunermend were nasîn, di salên 90’an de li milê Tirbespiyê mamostetî dikir.

Di sala 2002’yê de çawa ku alboma wî ya bi navê Sîmfoniya Evînê derket, nav û dengê wî li tevahiya cîhanê belav bû. Ji bilî xebatên hunerî, ew Balyozê Niyetên Pak ê Neteweyên Yekbûyî ye. Di şerê Efrînê de yekem karwanê alîkariyên mirovî ji hêla wî ve derbasî Efrînê bû. Her çiqas mirovekî kurd e û bi kurdbûna xwe şanaz e jî, lê belê bi mebest an jî bi zanebûn berê xwe da hunera erebî, da ku bigihe armanca xwe.

loading...

Bir Cevap Yazın