Têngîz Siyabendî

Jiyana Têngîz Siyabendî

Têngîzê Siyabend Ûzoyan ji eşîra Masekan e. Li Emenîstanê zivistana sala 1991ê de,li navçeya Araratê li malekê êzidî de ji dayîk bûye. Sala 1992yan de dê û bavê wî baweriya xwe bi Îsa Mesîh tînin û dibin Mesîhî. Lê Têngîz sala 2014an de dibe Mesîhî.

Perwerdehîya xwe bi zimanê ermenî standiye. Di sala 2008an de li gundê xwe dibistana serateyî kuta kiriye.

Piştî dibistanê bûye xwendevanê Enstîtuya Endeziyariyê Dûgelî ya Ermenîstanê (2008-2014).

Piştî qedandina Enstîtuyê jî bûye xwendevanê Medreseya Yezdanzaniyê (2015-2019).

Ji sala 2019-an de jî di mastêrayê fakûlteya Rojhelatzaniyê ya Zanîngeha Rewanê (Yerîvanê) de dixwîne.

Mijara têza mastêrayê “Kurmanciya wêjeyî a nûjen” e.

Têngîz ji 13 saliya xwe de helbestan dinvîse hetanî roja îro. Derheqa Xwedê,Welatê,Neteweyê,Ziman, Dîrok,Çand,Jiyanê, Dayikê, Evînê û hwd afirandiye. Helbestên wî di rojnameyên wek VEDENG,DÎWAR,Zagiros û malperên din de hatine çapkirin û weşandin.

Di sala 2018-an de çend helbestên wî di pirtûkeka bi navê “Bihara Êzdiya” de hatine çapkirin.

Lê Binêre

Rewşen Bedirxan û Çaçanê Haco

Du kesayetîyên aristokrat û otantîk: Rewşen Bedirxan û Çaçanê Haco

Abit Gürses Min nîyet bû li ser pêşnîyara kek Mahmûd Lewendî hin bîranînên hevdîtina xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !