"Enter"a basıp içeriğe geçin

Çerxa Cîhanê Dizîvire Kurd Gêj Dibin – Mervan Serhildan

loading...

Bi salan e ku li Rojhilata Navîn berhevdaneke dijwar a navneteweyî wekî Sêyemîn Şerê Cîhanê didome. Bi piranî li ser axa Kurdistanê pevçûnên herêmî û navneteweyî diqewimin; lê piraniya baskên miletê kurd an li van gengeşiyan temaşe dikin, an jî dilxwaziya aliyekî dînamîkên şerkar dikin.

Gel û neteweyên ku xwediyê stratejiya neteweyî ne, dihesibînin ku Sêyemîn Şerê Cîhanê, wê çarenûsa sedsala 21’emîn diyar bike. Lewma, bi taybetî dewletên dagirker ên herêmê; Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye bi hemî hêz û çekên xwe têdikoşin ku ji şerê cîhanê xisareke mezin nebînin. Lewra dizanin ku berxwedana gelê kurd ji pevçûnên vê sedsalê destvala venagere û herwiha serwext in ku sînerjiya gelê kurd dikare teşeyeke nû bide Rojhilata Navîn. Dagirkerên herêmê ji aliyekî ve pî didin hev û li dijî gelê kurd eniyên nû vedikin, hewl didin ku sînerjiya gelê kurd bitefînin; ji aliyekî ve jî bi armanca ku nebin hevparê xisara teşedayîna nû pev dikevin.

Mijareke ‘derûniya civakî’ ye lê kurd wekî mirovên efsûnkirî, bi sosreteke gêj û devjihev li gengeşî û geşedanan temaşe dikin. Tu dibêjî qey şaşitiyên ku bi sedsalan e kirine, dubare dikin. Dîsa tenê kurdên ku di nav şer de ne têdikoşin, lê beş û perçeyên din helwesteke afirîner û çalak nîşan nadin, di bin giraniya efsûneke dîrokî de şaşwaz û tebat in. Çawa ku me kurdan serhildana Bedirxaniyan bi tenê hişt; serhildana Qoçgirî, Şêx Seîd, Dêrsim û hwd bi tenê hişt; niha şoreşa rojavayê Kurdistanê jî bi tenê dihêlin. Dîrok şahid e ku ev 250 sal e, kurd heman kurd in; heman şaşitiyan dikin û di heman têkçûnan re dibihurin.

Divê em zanibin ku Rojava, wê qedera tevahiya perçeyên Kurdistanê jî diyar bike. Lewra şerê ku li Rojava diqewime, di serî de ji bo gelê kurd şerekî çarenûsî ye. Diyar e ku êdî li gelek deverên şer, navê kurd û Kurdistanê jî nayê bilêvkirin. Mînaka Îdlibê jî baş nîşan dide ku axa Kurdistanê di bin dû û dûxana pevçûnên dagirkeran de wenda dibe. Bejahiya Helebê, Îdlib, Efrîn, Ezaz û gelek navendên Kurdistanê, herwiha Çiyayê Kurmênc ku heta Deryaya Spî diçe tev bûye bazara navbera Tirkiye û Sûriyeyê. Divê em ji xewa mirinê şiyar bibin, bandora ev efsûna dîrokî ji ser xwe bavêjin, dest bidin hev û bi refleksên neteweyî cehd bikin.

Pirs ev e: Li welêt, li Rojhilata Navîn û li Cîhanê divê kurd çi bikin?

Li welêt, yekitî divê. Kurd dikarin perçe perçe, yan jî bi tevahî Yekitiya Neteweyî pêk bînin; em îdia dikin ku ev pirsgirêk bi awayekî pir hêsan çareser dibe. Ger kurd pergala demokrasiya navxweyî ya Kurdistanê ava bikin, ked û enerjiya ku yekoyeko didin, wê veguhere sînerjiya civakî û neteweyî. Hinek welat di bin pêşengiya eşîr û feodalan de (Afganistan) gihîştine azadî û serxwebûnê. Ji ber ku şîara serxwebûnê bûye efsûna yekitiya wan. Gelê kurd jî serok û pêşengên modern afirandine, ferasetên herêmî û gerdûnî xitim kirine. Êdî belkî tenê li dû şîarekê nacive, lê dema roniyê bibîne wê li ser riya azadî û serxwebûnê seferber bibe. Ger siyaseta kurd di navbera daxwazên me yên sereke Xweserî, Federasyon û Serxwebûnê de mêzînekê saz bike; ger pergala dad û demokrasiya Kurdistanê damezirîne, cuha yekitî û sînerjîya neteweyî jî vedibe.

Li Rojhilata Navîn, helwesteke hevpar a dijdagirkerî divê. Îro kurdên Rojava di bin êrîşên dijwar de ne. Pêwîst e ku tevahiya baskên siyaseta kurd û perçeyên Kurdistanê, li gorî vê heqîqetê li hev bicivin, xwe bi rêxistin bikin û qet nebe di qada civakî, siyasî, rêxistinî û dîplomasiyê de sînerjiyeke neteweyî biafirîne. Ji bo dîplomasiyê, ji bo xebatên nav civakê û ji bo çalakiyên hevpar, ne şerd e ku dewleteke piştevan hebe. Ger tevgereke bi vî awayî biafire, dikare bi dewletên herêmê yên wekî Erebistana Siûdî, Urdun, Israîl û Misrê re têkiliyên dîplomasiya civakî pêk bîne û bide zanîn ku Kurd li Rojhilata Navîn dagirbûna Kurdistanê û her cureyên bindestiyê red dikin…

loading...

Li cîhanê, tomarkirina sempatiya gelemperî û li navendên Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û li tevahiya parzemînan vegotin, ragihandin û dazanîna daxwazên kurd û Kurdistaniyan divê. Ji bo her kurdî şermeke giran e; Kurdistan di bin êrîşên dagirkerî û navneteweyî de ye, ligel bedelên ku hatine dayîn jî kurdên Rojava ji aliyê navendên NY’ê ve ji bo civînên çareseriyê nayên vexwendin. Berî kurdên Rojava, divê kudên her sê perçeyên din dinyayê rakin ser nigan, di daxwaza azadî û wekheviya neteweyî de biryardariyeke hevpar nîşan bidin…

Li pêşiya kurd û kurdistaniyan du rê hene: Ger kurd bi serkanî tev bigerin, ji bo azadî û tayînkirina çarenûsa xwe mêzîneke kurdewar ava bikin û sînerjiya neteweyî biafirînin; ew ê çerxa cîhanê li gorî dilê xwe bizîvirînin û çarenûsa xwe bi îradeya xwe tayîn bikin. Lê ger afirîner tevnegerin, li ser entegrebûna pergalên dagirker li mêzînan (hevsengiyan) bigerin, wê bibişivin, gêj û sewsî bimînin; dagirker û hêzên kurewî çi bexşî wan bikin, ji neçarî wê poz biçikînin!..

Mervan Serhildan / 14.02.2020

NIVÎSÊN BALKÊŞ

loading...

Bir Cevap Yazın