"Enter"a basıp içeriğe geçin

Di nav kurdan de evîn, hiskirin û pirtûka Lokman Polat, bi nav ”Robîn”

Firat Aygûn

Çend kesan ev pirtûk xwendine ez nizanim. Digel ku ez di ware xwendina kurdî de hinekî kêm im jî lê jiber xweşî û celbkirina naveroka pirtûkê, min di şevekê de ew xelaskir.

Bi rengekî gelemperî ez fêr nebûma ku pirtûkên kurdî bixwînim lê ez pir arz dikim ku carna pirtûkên kesên ku bi kurdî dinvîsin bixwînim. Ji bedêla meselên siyasî xwendina pirtûkan hazeke xweştir e jibo min.

Ez wisa zanim ku her pirtûka ku tête nivîsandin an tête xwendin, xweşkaya wê ne girîng e. Heger di neveroka wê de tiştekî balkêş ji du qolî ve wek başî an nebaşî hebin, mirov kare di destpêkê de bîne rojavê.

Di bingeh de ku ez vêga temaşa dikim min di vê meha ramazana mûbarek de û di rojekê de ew xwend, xêr û gunah di stowê nivîskerê pirtûkê de bin. Ez bi vî rengî dikarim xwe biparêzim. Min jibo çi ev gotin bikar aniye, hûn wek xwendevanên pirtûkê dikarin teqdîr bikin.

Belkî gotina min hinekî balkêş bû lê heger hûn romana Lokman Polat bi nave “Robîn” bixwînin, ez goman dikim ku hûn dê heq bidin min. Bi taybetî ji aliyê naverok û serpêhatiyê ve cihê rûmet û şahnaziyê ye. Zimanekî xwedî belaxet, hunerker e û roman bi gotinên xweş hatiye honan. Ev roman di nav roman û edebiyeta kurdî de di her warî de xwedî cihekî bi rûmet û şan e. Wextê mirov wê dixwîne romana bi nave, Kur û Bav qet zûncîra bergedê xwe nagirin, tîne bîra mirov.

WEK FÎLMÊ SÎNEMÊ KU DI SAHA NÊRÎNÊ DE PIR TEVGERA EVÎNÊ DIDE NÎŞANDAN.

Jiber tevgera evînê di wextê ku jin û mêr dikevin haletê xelwetê teadûl ji dest didin, gelekî vekirî hatiye şirovekirin, pirtûka bi nave Kazanova ku li ser aşkê hatiye nivîsandin tîne bîra mirov. Ev yek di nav çan û kultura kurdî de û di pirtûkxanên kurdan de dê bibe xwedî şahnaziyek mezin.

Wek bav û kurê çavlider, pêkve dikevin dûv jinên evîndar û tim dixwazin karê hizîtî bikin. Naveroka romanê ku mirov li ser radiwesta wê serpêhatiyê tine ber çavên mirov. Naveroka vê romanê heger hemberî sîxoriya ajaniya- KGB,CIA û MOSSADê bête muqaranekirin bê goman xwedî kêmasiye lê yê ku ev nivîsîbe, ew dikare di demên pêş de bi rengekî serketîtir binvîse. Bi rengekî wek tevgera James Bond ku em li romanê temaşa bikin, bê goman, em dê bibînin ku gelek kêmasiyên romanê hene.

MÎT’A KURDAN (PARASTIN)

Li gorî min lansekirina romana kurdî bi “Robîn” di demên pêş de li başurê Kurdistanê dê rolekî mîna yên welatên xwedî parastinên mezin bilîze. Partî û rêxirawên Kurdistanê li dewleta federal û li beşên din di navxwe û dervayê welat de bi rengekî profasiyonal dê bibin xwedî parastineke bê mînak. Dibe ku ew rêxiraw rojekê vê pirtûkê û berdewamên wê wek rêçenas bi kar bînin. Li gorî min gelek jimarê ku berdewama vê ne, dê werin nivîsandin.
Ji vêga ve du cûra bi rengê vê romanê têne ber zêhniyeta mirov.

BI KURDÎNIYEK SIVIK HATIYE NIVÎSANDIN

Di derheqê kurdîniya romana Robîn de ez naxwazim zêde mijul bibim. Jiber ku xwediyê wê nivîsker, Lokman Polat, her çiqasî hinek gotinên nûderketî bikar anîbin jî bi piranî wî zimanekî kurdî vekirî û sivik bikar aniye.

Duyem, di sala nûhatî de ev roman dê têkeve destê xwendevanên xwe. Ew dê jibo Kurdên Suriyê ku xwedî xebateke bi dizî ne bibe alîkariyek mezin. Belkî jî bibe alîkarê kêmasiya nîvîskerên kurdên ku li ewropa ne û di vî warî de heta îro berhemek bi vî rengî nenivîsandina.

Roman zêde were xwendin an na em nikarin ji destpêkê hizir bikin lê di pêş de dê li ser vê babetê dûr û dirêj were xeberdan. Bê goman kurdên ku heta niha xwe fêr nekirbin bi kurdî binvîsin, ez pêşniyar dikim ku ew Robîn bixwînin . Ev roman li Tirkiyê tête çapkirin.

Firat Aygûn
22.10.2005
Rizgari Online

Ji tirkî werger : M. Beşîr

Têbinî / Ev nivîs 14 sal berê di malpera Rizgarî Onlîne de hatibû weşandin. Ew malper niha tune, hatiye girtin. Em nivîsê carek din pêkêşê xwendevanên kurd dikin. Zarokên ku wê demê 6 salî bû niha bîst salî ne û dikarin bixwînin.

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın