"Enter"a basıp içeriğe geçin

Pêşmergeyê Helbesta Kurdî; Şêrko Bêkes – Ülkü Bingöl

loading...

(Min xewnek dît; ez li Silêmaniyê bûm û li tirba helbestkarekî digeriyam. Min bajar, da bin lingên xwe û axir min dît ew tirba pîroz li Parka Azadiyê. Vekirîbû tirb. Û li bendeya helbestkar bû. Matmayî mam û min pirsî; ‘ka ew helbestkarê gewre?’
Xort, jinên ciwan û xoşewîstên li ber kêlikên tirbê go: ‘ em nizanin ka gelo li şengalê ye, li kobanê ye an li kîjan sûr û kelehên Kurdistanê ye, em nizanin!)
Xewnbû û şiyar bûm ji vê xewnê…


Sal, 2010 bû. Pêşmergeyê helbesta Kurdî, li Amedê bû. Gelek bextewar im ku ez jî, wê rojê, di bin dengê cenabê wî Û di bin şilopeya helbesta Wî de mam. Şêrko Bêkes û helbest, bi ser min de xweşik dibarî. Dema ku ez ji bin wê şilopeyê derketim, min wisa ji xwe re digot û hêjî dibêjim; helbest, bi dilekî ciwan tê nivîsandin û bi qirikek kal tê xwendin. Ew dilê ciwan, di wê qirika kal de dihat meyandin û xweşiktir dibû û her dikemilî.


Helbestkarê Kubayî Josê Martî, helbestek wisa dipê: helbest, divê xencerek biriqandî be.di xwînêr de divê hêmaya şervanekî, di rêwitiya asimên de xencera xwe diçikîne rojê û bi lez û bez, ber bi jor ve hildikişe, biwelidîne.’
De ka mirov nizane ev şervanê Josê Martî, dema ku bi hêrs, hildikişe jor, gelo bi ku ve an ber bi kê ve diçe! Lê ev helbesta Şêrko Bêkes, gelo di hişê mirov de şervanekî wisa nawelidîne:
‘’Dinyayê dipîvim bi bejna
Vê xema xwe.
Ji ku ve an ji çi kesî
Hêrsekê ji min re şandibe
Wê dixim çavên ruhê xwe û
Heta hetayê wê diparêzim
Ji bo vê qirkirin û zordariyê
Ez sed peyvên hezkirinê
Jê re dişînim
Lê ku xwedê û pêxember jî
Xwe ji dîtina min dabe aliyekî
Ne wî dibînim
Û ne jî tu carî li wî guhdarî dikim.’’


Yorgo Seferîs, dibêje, ‘helbest, kesayetiya helbestkaran venabêje. Wê kesayetiyê ji holê radike. Û dema vê kesayetiyê ji holê radike, kesayetiyek bi her kesî ve girêdayî vedibêje.’
Di helbesta Bêkes de ev kesayetiya mezin, dibe nimandina neteweya xwe û li ser navê neteweya xwe, xwedê jî vedixwîne karesata li xaka xwe:
‘’ divê xwedê bixwe rojekê seriyekî li me bide û
Ji me re bêje; ‘wê rojê, heşir çawa qewimî?’’
Evîndarê welatê xwe ye Şêrko Bêkes. Û evîna xwe wisa tîne zimên, helbestkarê gewre:
‘’ ez li ku bim jî, Kurdistan li gel min e. Aşiq jî gava ji aşqa xwe bi dûr dikeve, agirê aşqê, hîn mezintir dibin. Derd, hîn dijwartir dibin.’’
Azadî tê hilgirtin bo Darfûr, Pilingên Tamîl û Lubnanê; ‘dema ku jinek bê kuştin, evînek ji kîsê cihanê diçe’ di helbesta Şêrko Bêkes de.


Cesare Pavese, dibêje; ‘ divê herkes, carekî dakeve dojeha xwe.’
Şêrko Bêkes, bo azadiya welatê xwe û ya gelên bindest, ne ku carekî, bi her peyvek xwe re, dadikeve wê dojehê. Û helbesta Şêrko Bêkes, dê her tim di dilê xwînerê Kurd û cihanê de,hemaya ew şervanê ku xencera xwe diçikîne rojê û ber bi jor ve hildikişe, biwelidîne.

NIVÎSÊN BALKÊŞ

loading...

Bir Cevap Yazın