"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Ûsivê Beko

Ûsivê Beko di sala 1909an de li gundê Qûçê a navçeya Îdirê, herêma Surmeliyê hatiye dinyayê.
Li wir Ûsiv hêj zarok e, dê û bavê wî dimirin.
Ûsivê biçûk sêwî dimîne.


Neh-dehsalî ye û di mala zengînekî Ermenî de xulamtiyê dike.
Rojên zarokatî û xortaniya wî gelek çetin derbas dibin.
Bandora zarokatî û gundê wî Qûçê, li ser gelek maye, loma di çîrok û helbestên xwe de gelek caran behsa gundê xwe dike.
Ew rojên biêş, zelûlî û belengaziyê di afirandinên xwe de bi hunerî û xweşik bikartîne.


Ew jî bengî dibe, dilê wî dikeve keçikan û dilê keçikan jî dikeve wî, lê tavilê tê bîra wî û dinivîse; “Ez miqîm heyra wê da bûm, lê bîra min diçû wekî ez xulam bûm.
Tiştekî min tunebû yekî bê xweyî û bê xudan bûm…” Sala 1918an ji ber ku ew navçe dikeve destê împaratoriya Osmanî, cerdewanên Tirk davêjin ser File û Êzdiyan, ew malbata Ermenî jî, ku Ûsivê biçûk lê xulamtî dikir direvine bajarê Êrîvanê.
Wî jî bi xwe ra dibin.
Ûsiv êdî xort e.
Xwendina xwe ya navîn li Êrîvanê temam dike, ji peyra, berê di fakûltêya pala de dixwîne, paşê, sala 1929an li bajarê Lênîngradê, ku di zanîngeha zimanên rojhilatê de dest bi xwendinê dike.


Sala 1932an ji Lênîngradê vedigere û vê carê, nehya Aparanê da wek dadwer tê kivşkirin.
Salên 1933-1935an di taxbûra ji Kurdan sazbûye de leşkeriyê dike.
Ji pey leşkeriyê re, sala 1935an, vê carê di nehiya Telînê de dîsa wek dadwer derbazî ser kar dibe.
Têmûrê Xelîl derheqa wî de dinivîse: “Ûsivê Beko di dadmendiya komarê de serokê beşekê bû, lê pêşketina edebiyeta Kurdî ser her tîştî ra digirt, ji ber wê jî gelek pirtûkên delal nivîsîn û ji nisletên Kurdan ra hîştin” (Têmûrê Xelîl, 2014:169) Sala 1941ê Almanya Hîtlêriyê davêje ser welatê Sovêtê.


Şerê Dinyayê ya duyemîn dest pê dike û Ûsivê Beko bi rezadilî diçe şêr.
Lê sala 1944an, dema şerrê nêzîkî bajarê Bûdapêştê, li Macarîstanê şervanê Kurd bi giranî birîndar dibe, êdî nikare vegere pêşeniyê.
Di lingan de seqet vedigere Êrîvanê
Ûsivê Beko piştî vê karesatê dest davêje penûsê, kul û meremên xwe dirête ser kaxizê.
Dilê wî gelekî tenik e û merem û nêtên dilê wî diherikin ser kaxizê ewqasî nerm û nazik.

Di rojnameya“Rya teze” de bi gotar û helbestan pêş de tê.
Di kitêbên dersa de, wek nimûne di sala 1957an de ji bo pola 5an û 6an kitêbeke dersan tê amadekirinê, du helbestên wî tên çapkirinê.
Dîsa di sala 1957an de çend nivîskar kitêba “Nivîskarêd Kurdaye Sovêtîê” amade dikin û yanzdeh helbestên wî çap dikin.
Berevoka wî ya ewlin, destana wî ya bi navê “Bilûr” e.
Ew efrandin, sala 1958an bi zimanê Ermenî hatiye weşandin.
Sala 1961ê berevoka efrandinên wî bi zimanê dê “Keskesor” hatiye çapkirin.
Ji pey ra “Hisreta min” (1963), “Mêvanê Royê” (1966), “Efrandinêd teze” (1969), “Payîz” (1971) hatine weşandin.
Heyf ku hê gelek helbest û çîrok wê pêşkêşî edebiyeta Kurdan bikira, 4ê meha Cotmehê, sala 1969an, şêst saliya emrê xwe da Ûsivê Beko diçe ser heqiya xwe.
Rast e, Ûsivê Beko dereng kete nav edebiyetê û zû xatirê xwe xwest.
Bîst sal wedekî kin e ji bo berhemdayinê, lê Ûsive Beko kêm tişt hiştin, lê dur û cewahir hiştin dewsa xwe û cihê xwe dagirt.
Wekî wext têrê bikira belkî romana “Cemalê Berxvan” temam kira.


Çavkanî: RiaTaza

Bir Cevap Yazın