"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Ronî Erez

Ronî Erez , di sala 1978an de, li gundê Tasanê ( Taşkesen) ya navça Tatosa Erziromê ji dayîk bûye.
Ji zaroktiya xweda bi dengê dengbêj û çîrokbêjan mezin bûye.

Ji 17 saliya xwe virde bi tevî malbatê koçberî Ewropa dibe. Di sala 2007 dan Albumek bi Navê Ronî “Were em dîn bibin ” derdixe.


Di sala 2012 dan vedigere Amedê li wir dibe endama Orkestra Heskêf, di bin rêveberiya Mizgîn Tahir, perwerda deng ( Şan) û opera dibine. Herwiha perwerdahiya lîstikvaniya şanoyê di heman demê de ji derhiner Ruknetin Gün jî digre. Herwiha li herama serhedê Gimgim (Varto) xebatên çandê destpê dike, koroya zarokan û jinan birêve dibe. Perwerda deng û tembûrê dide mezin û zarokan. Piştî rawestandina xebatên Orkestra Heskêfê di sala 2016 da, Ronî mamostêtiya zimanê Elmanî dike li Amedê.


Jî sala 2018 de virda dîsa vedigere Elmanya li wir kar û xebatên xwe berdewam dike.

Bir Cevap Yazın

loading...