"Enter"a basıp içeriğe geçin

Beralîbûna Sêyemîn Şerê Cîhanê – Mervan Serhildan

Dema şerên navneteweyî gûr dibin; gelek gel, civak, derdor û neteweyên ku bêserkanî dimeşin şaş û mat dimînin. Lewra li bendê ne ku rêbazên şer ên heta wê rojê hatıne bikaranîn careke din û di navbera hêzên dijwartir de berfireh bên ceribandin. Em bêyî şik û guman dibêjin ku îro geşedanên tevahiya cîhanê, işaretê bi Sêyemîn Şerê Cîhanê dikin. Pêwîst e ku kurd jî rojekê berî rojekê li gorî vê heqîqetê rêxistinbûna xwe, tifaqên xwe û amadekariyên xwe pêk bînin. Ev şer çekên nû nîşan dide ku dê lixwekirina kirasê qirbûn û tunebûnê li ser gelên bindest ferz bike. Em pir bi hêsanî dibînin ku her çerx bi ber pergala navendî de dizîvire; çawa ku vê çerxê kapîtalîzm veguherandiye pergaleke fînans-kapîtalê û çawa ku netewdewlet veguherandiye cinawirekî elektronîk; niha jî her tevgera aborî, çandî, civakî û siyasî bi pergala kurewî ve girêdide. Ji bo bê fahmkirin em ji warê aborî û tevgera bankayan ve tenê mînakekê bidin: Îro Bankaya Cîhanê û Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê bixwazin, tenê bi pêlêkirina qonçeyekê; dikarin pergala banka, burokrasî û aboriya gelek welatan kût bikin û rûxînin…

Di Yekemîn Şerê Cîhanê de balafir, tank, top û keştiyên şer ên nikîtop hatin bikaranîn û dirûvdana nû ya amûrên nûjen, bandor li ser çarenûsa şer kir. Yekemîn Şerê Cîhanê, tenê mirina ji 10 milyonan zêdetin mirovî rave nake. Di heman demê de, gelek êş û azarên navneteweyî jî bi xwe re tîne. Ji xeynî karesata aborî û bazirganî, tofanên wekî Şewba Îspanî ku ji Yekemîn Şerê Cîhanê jî kujertir e, provoke kiriye. Bîr û binbîra gel û civakan bi hîs û hestên pevçûn û pevketinên xedartir dagirtiye. Li dijî dîktatorî û şerkariya kapîtalîzmê, pergala dîktatoriyeke xedartir derxistiye holê: Dîktatoryaya Proletaryayê. Di Sêyemîn Şerê Cîhanê de yekemîn car balafirên şer hatine bikaranîn. Bombeyên jehrîkirina kîmyewî hatine hilberîn û bikaranîn. Berdewama wan bombeyan sala 1938an di Serhildana Seyît Rizo de li dijî kurdên serhildêr hatiye bikaranîn û di sala 1988an de jî li Helebçeyê li dijî kurdên Başûr hatiye bikaranîn.

Tê zanîn, di Duyemîn Şerê Cîhanê de çeka ku gelek aliyan di xewna xwe de jî nedîtibû, ango bombeya nukleerê hatiye bikaranîn û bandoreke diyarker li ser çarenûsa şer kiriye. Li derdora 50 milyon mirovî jiyana xwe ji dest daye. Heman şerî kesayetên wekî Hîtler û Musolînî afirandiye. Eşkere ye ku îro jî nemaze li Rojhilata Navîn hinek Hîtler û Musolinî’yên biçûk hene. Di şerê duyemîn de ger Hîtler biserketa, wê li cîhanê navendîbûneke faşîst ava bikira. Lê di pêşengiya DYA’ê de eniya dijber bi ser ket û vê eniyê jî gel, netew, dewlet û rêxistinên navneteweyî bi dirûveke nermtir di curmê navendîbûna kurewî de dan rûniştin. Niha şerê cîhanê ji ber krîz û qeyranên fînans kapîtalê rû dide; lê mixabin (Çîn jî di nav de) kîjan hêz biserkeve jî ji bo gel û civakên bindest çarenûs naguhere. Di encamê de wê navendîbûneke hişktir a kurewî bi ser û nig bibe.

Sêyemîn Şerê Cîhanê diyar e ku wê bandorê li ser tevahiya gel û civakan bike. Lê em bawer dikin ku ev şer ji her neteweyî bêtir, bi çarenûsa gelê kurd ve têkildar e. Lewra rûdana şerê yekemîn jî û yê duyemîn jî, li Ewropayê pêk hatiye; lê Sêyemîn Şerê Cîhanê li Rojhilata Navîn, li ser axa Kurdistanê dest pê kiriye û li derdora 20 salan e ku didome. Beriya ku çeka vîrusî ya Koronayê bê bikaranîn, dîsa li ser axa Kurdistanê (Îdlibê) Rûsya çekên sofîstîke yên şer bi kar anîn. Lê tu şerên cîhanê di eniyekê de bi sînor nemane. Niha di Sêyemîn Şerê Cîhanê de çeka biyoteknîkî bi navê Covid-19 tê ceribandin û îhtimal e ku di destê hinek dewletan de Covîdên çarqat jehrîtir hene. Gelek kes û kom vê çekê hê jî wekî şewbeke, yan jî vîruseke asayî didin nasîn. Belkî jî haya wan jê nîn e ku hinek dewlet vê vîrusê wekî Vîrusa Hunanê (Vîrusa Çînê) bi nav dikin û ji niha de li dij vê çekê tatbîkatên leşkerî pêk tînin. Dibe ku ji aliyê dewleteke din ve hatibe hilberîn, lê ev çek îro bi awayekî dijwar cîhanê dihejîne û wê çawa bi encam bibe jî ne diyar e…

Ger gelê kurd piştî Sêyemîn Şerê Cîhanê jî muktesebata xwe misoger neke; mîrkut li serê xwe dixe. Pêvajo ji bo kurdan ewqasî girîng e, ewqasî jiyanî ye û ewqasî çarenûsî ye. Em karin bibêjin ku di neqeba mirin û mayînê re derbas dibin. Lê ka partî û rêxistinên kurd ên legal gelo çi dikin, vîzyoneke çawa nîşan didin, roleke çawa dilîzin û mîsyoneke bi çi rengî werdigirin? Kurd li Rojhilat hatine perçekirin; li Rojava di bin gef û tehdîdên DAIŞ û Tirkiyeyê de hatine bisînorkirin; li Başûr sazî û avahiyên sereke ji teşeya netewebûnê dûr in… Kurtasiya kurteçîroka siyaseta legal a kurdên Bakur jî du xetên beloq nîşan dide: Xeta yekemîn HDP û sazî, navend û rêxistinên ku li derdora wê ne, sombolîze dikin; a duyemîn jî partî û rêxistinên ku li peravên siyaseta çalak mane temsîl dikin.

Xeta yekemîn bi piranî di rewişteke nîvtebat, belengaz û bêbandor de diasire û li bendê ye ku siyasetmedarên dîl û girtî çend rê û rêbazan nîşan bidin, da ku ew jî heman ramanan dubare bikin. Me got Sêyemîn Şerê Cîhanê (gelê kurd jî di nav de) bi ber qirbûn û entegrebûna gel û civakên qedîm ve beralî dibe; navendîbûnê ferz dike.  Xeta yekemîn ji dêlva ku siyaseteke vîzyoner bimeşîne û destê siyasetmedarên dîl û girtî qewîn bike; giraniya li ser wan duqat dike. Xeta duyemîn jî, ji ya yekemîn tebatir, belengaztir û lawaztir e. Jixwe wê cewher û çawaniyê di xwe de nabîne ku vîzyoneke çareseriyê nîşan bide; lê di xewa xefletê de xwe dide bende dubareyên xeta yekemîn ku neçarebûna polîtîkayên HDP û derdora wê dubare mehkûm bike… Û kurdên Bakur jî bendewarê van her du xetan in ku azadî, xweserî, federalî û serxwebûna Kurdistanê pêk bînin: Ez nemînim!..

30.03.2020 Mervan Serhildan

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın