"Enter"a basıp içeriğe geçin

80 Salîya Cemîla Casimê Celîl – Nihat Gültekin

Nûredîn Zaza 55 sal berê niha nameyek bi dîroka 12.08.1965an Hemreş Reşo re dinivîse. Di nameya xwe da wiha dinivîse:” Keçikek Kurd, Cemîla Celîl, keça Casimê Celîl û xweha Ordîxanê Celîl “saznivîs”e, stranên kurdî civandine û ji wan re note jî çêkirine. Eger hûn bi kurdên Sovyetê re didin û distînin, vê kitêbê ji xwe re bixwaze. Malbata Celîl hemî zana, şaîr û hunermend in. Bi ser de jî kurdperwer in. Cemîle bi xwe kitêba xwe pêşkeşî şehîdên Kurdistanê  dike. Navê kitêba wê;”Klamêd Cmaeta Kurda” ye. Ji bo van pirsên ha min nameyeke dûr û dirêj ji brayê wê Celîlê Celîl re nivisand û avêtina wan xest. Li radyoyê jî welê dibêjin doktora xwe li ser dîrok,(mêjû, tarîx) a kurda standîye. “[1]

 

Di keleka wan nivîsa jî sê heb wêne hene. Wenêye pêşîn potreyek Cemîla Celîlê. Yek berga Pirtûka Cemîla Celîl, Kilamêd Cimaeta Kurda, 1964, Erîvan. Yekî de jî pîyanoyê dixe, dê û bavê wê, yek jî xwûşka wê Zînê jî ewî temaşe dikin, wêne wusa hatiye kişandinê.[2] Mirov wûsa fehm dike 55 sal berê di nav rewşenbîrên kurda de xebatên Cemîle Celîl eyan bû. Heta roja îroyîn jî xebatên Cemîla Celîl li ser mûzîkaya kurdî hê berdewam e. Ji wan rojên dawî sê heb kitêbên nû[3] bona 80 saliya xwe amade kiriye û kitêb li Wiyanayê ronahî dîtine. Mirov bi dilêkî aram û şad dikare penase bike, jîyana Cemîla Celîl ne tenê dîroka jiyana şexsekiye. Dîroka miletekê, dîroka malbatekêye jî. Bextêm lêxist ez çûm Yêrêvanê çend roja cem wê mêvan mam. Ev ji min re bextewariyeke mezin bu ku min Cemîla Celîlê hêja û qedirqiran di ser wê rêya pîroz da nêz da nas kir. Dema ez çûbûm Yêrêvanê min jê re hevpeyvînek dirêj kirîbû. Karên miletekê, karên malbatekê bi berhemên xweva raxistibû ber çavan min. Hêsa nînê mirovek 80 sal emrê xwe 60 salî zêdetir bi îstiqrar ser mûzika, zargotina milete xwe bimeşîne. Ev karekê qedirgirtin û şanaziyê.

 

Malbata wê

Cemîla Celîl dema em mala Casimê Celîl diaxifîn min re digot, ev mal dibistana me yî kurdî ye. Destê xwe dîware malê dixist bi dilekî xemgîn,” Xazil zimanê wan dîwara hebe û biaxife”[4] digot. Cemîla Celîl 19 sibata sala 1940î li bajarê Yêrêvanê (Ermenistan) Kolana Weşengîra, Xanîyê 3, Apartmênta hijmara 6an dayka xwe bûye. Mala wan xwedî kitêbxanê bû û atmosfera rewşenbiriya kurdîtî zindî bû. Dê û bavê wê têknîkûmê hev dû nas dibin û dizevicin. Bavê wê Kurdperwerê navûdeng, hêja, zana, Casimê Celîl, dayka wê mêvanhez û zehmetkêş Xanima Rizgo, herd jî êtîmxana mezin bûne. Sala 1918a bi malbatî wek kurdên Êzîdî gund mal û milkê xwe cîda hîştine û riya revê dane bêr xwe, ku ji ber qetil û kuştina Roma Reş xilas bin. Dema derbasî alîyê Elegezê bûne, neferên malbata xwe hemû winda kirine. Tenê Casimê Celîl fîqa xwe winda nekiriye. Îro ne kalik, ne pîrik, ne met, ne xatî, ne ap, ne jî xale Cemîla Celîl tunene. Malbata wan tenê şeş nefer in. Xanima Rizgo her tim kurê xwe Ordîxan ra gotiye: “Tu bavê minî, Celîl birê mine, Cemîle diya mine, Zînê xûşka mine“[5]. Perwerdeya jiyana zarokan de rola dayka wê gelek balkêşe. Dayka wê timê çîrokên kurdî wek “Çîroka Hevka Hinêr“, “Pişko nirno,“ “Çîroka Gulbarînê û çêleka sor“, û yên mayîn ji wan re gotiye. Wan çîrokana dayka wê zarotiya xwe da li gunde Qizilqulê bihîstibûye. Çîrok ji zarên xwe, nevîyên xwe û nevîçirkên xwe re gotiye. Dema ew zarok bûne êvara, wextê razanê, dayka wê bi çîrokên xweve ew xew kirinê.

 

Yêrêvanê zêde kurd tunebûne, heval û hogirên wan ermenî bûne. Serdajî xwendina wan jî zimanê ermenî bûye. Zimanê kurdî tenê malê de xeberdanê. Bavê wê mehên havînê zarokên xwe birine gundên kurda, malên dost û hevalên xwe. Armanca dê û bavê wê ew bûye bila zarokên wan jîyana kurdeweriyê dûr nekevin. Gundên deşta Araratê, taybetî jî gundê Sîcanliyê rolekê mezin lêyistiye derbare jiyana kurdewariye, rabûn rûniştina gelê xwe dûr neketine.

 

Salên Dibistanê

Dema emre wê te bo dibistana dehsala diçe dibistana Maksîm Gorkî û pêra jî dibistana muzîkayê li ser navê Alêksandr Spêndvaryan. Salên 1948-1958an li wan dibistana dixwînê. Li wir hînî nota û lêdana ser pîyano dibe. Dema pîyano hîn dibê daxaza bavê wê serê sêrî da ew bû, qîza wî ser amûrê Piyanoyê karîbe stran û awazên kurdî lêbixe. Dema deh-yanzde salî bû, zêde ser hewcatiya vî karî serwext nabe. Pêşiyê jê rê lev nayê stranê kurdî lêxe. Cemîla Celîl, bavê xwe re; “Stranê kurdî ne bona piyanoyêne“[6] dibêje. Bavê wê jê re wiha dibêje[7]: “Ew çawane, ez ser vê fîqê, ku gişk ser hev 7 qulê wê hene, stranê kurdî derdixim, tu ser piyanoyê, ku 30-40 darikên wê yên reş û spî hene û hemû jî bi dengin, tu nikarî stranê kurdî derxî? Divê tu lêxî“. Dema lêdana stranê kurdî ser piyanoyê êdî lê dixe Casimê Celîl kêfxweş dibe. Cemîla Celîl wiha digot;[8]” Carna jî bi fîqa xwe hildida min re lêdixist. Fîqe dadanî dest bi stranê dikir, heger kêleka wî jî yek hebiya destê wî digirt û govendê digerand”.

 

Li wir şûnda li sala 1960î diçe kolêca muzîkayê ya ser navê Romanos Mêlîkyane çar sale. Taybetmendiya wê dibistanê mamosteyên muzîkayê amade dike. Cemîla Celîl sala 1964an mezun dibê û wek mamoste diçe nehiya Telînê, li wira salekê mamostetiya muzîkayê dike. Ev gund gundê kurda bû. Wî gundî de gelek zarên kurda bi alikariya Cemîla Celîl xwendina xwe pêş dibin. Salên 1960-67an li Yêrêvanê dibistana ser navê Maksîm Gorkî mamostatiya dersên mûzîkayê dike. Alîkî dibistana mamostetî dike, alîyê din jî xwendina mûzîkayê berdewam dike. Sala 1964an xwendina bilind ya muzîkayê li Konsêrvatoryayê li para têoriya muzîkayê, li Yêrêvanê ya ser navê Komîtas dixwîne. Li Fakûltêta teoriya muzîkayê pênc sala, heta sala 1969an dixwîne. Wan salên wê piranî li ser mûzîkayê dagirtî derbas dibe. Aliyekî din jî kilamên cimaeta kurda berhev- tomar dike, qeyd kirina wan re mijûl dibe. Gelek gundê kurdan digere.

 

Malbata wê her dem dengbêjê re mazûvaniyê dike. Stran û awazên ku di van pirtûk û berevoka da çap bûne, tomarkirina wana hên ji dawiya salên 50 despêdike. Alîkarya bavê wê ji wê re pir mezin dibe. Hê 15-16 salî xwe de, bavê xwe re diçe gunda û li wira tevayî guhdariya stranbêja dikin. Paşwextiyê gazî dengbêja dikirin, dianîn Yêrêvanê studioyê dengê wana bona radioyê dinivîsandin. Hinek dengbêj dema diçûne radiyoyê bona dengê xwe binivîsin, karê xwe diqedandin êvarê vedigeriyan diçûn mala Casimê Celîl, xew dikirin. Ew çax Cemîla Celîl tev birayên xwe Ordîxan û Celîl ji wana gelek tişt dinivîsandin. Stranê ku bona radiyoyê negotibûn Cemila Celîl digirt ji xwe re. Paşwextiyê ew diçû gundên wan dengbêjan, ji wan stran dicivandin.

 

Di wan sala xebatên xwe dîne dereca herî bilind. Sala 1964a li Yêrêvanê kitêba Kilamêd Cimeta Kurda wek 75 stran ronahî dibîne. Sala 1965a li Moskovayê kitêba Kilamêd Cimeta Kurda wek 100 stran bi tîpên Latînî têksta Kurdî bi wergera ser zimanê Rûsî tê çapkirine. Di wan salan birayê wê Ordîxan êdî Moskovayê karê xwe dike. Ew kitêba Moskova bi alîkariya Ordîxanê Celîl tê çapkirinê jiyana çanda kurdî da gelek girîng bû. Ji ber temamiya muzîkar û muzîkzanên Sovyêtê cara pêşîn nasiya xwe didan bi muzîka Kurdî ya dewlemend. Alîkî va rola wê kitêbê gelek girînge ku gelek kes muzîka kurdî dihesin.

 

Cemîla Celîl profesor Stoyê Cindî re dizevice û dibe xweyî zarok û nevî. Di wan xebatên xwe de gelek alîkarîya wî digre. Dema mala wan Masîsê bûye Stoyê Cindî kesên kilam zanibûye didît, hema digot; “Cemile teyba xwe bîne û qeyd bike[9]”.

 

Xebatên 35 salên Radyoya Rewanê, di Beşa Kurdî de

Di wan salan bavê wê Casimê Celîl Radyoya Rewanê de serokê para kurmancî dike, çend sal şûnda para Muzîkaya kurdî de qedera neh sala kar dike. Xebatên xwe piranî bavê xwe û herd birayên xweva tevayî dike. Mirov dikare eşkere bike Cemîla Celîl bin bandora bav û birayên xwe de dimîne û evîna xizmeta gelê Kurd di dilê wê de cî digre. Heta roja îroyîn jî karên xwenî dîrokî her berdewam dike. Stranên kurdî li ser piyanoyê lêdide û paşê jî wan stranana dike nota. Ew xebata di nav kurda xebatên hêja tê nirxandinê. Piştî bavê wê para muzîka Kurdî li radyoya Yêrêvanê dest bi kar berdide, du kes qedera sê sala di wê parê de xebat dikin. Cemîla Celîl, Konsêrvatorya Êrîvanêye ya dewletê ser navê Komîtas, para têoriya muzîkayê xilas dike. Sala 1967an gazî Cemîla Celîl dikin, wek pispor derbazî ser karê radioyê wezîfa berpirsyara para muzîkayê be.

 

Heta sala 2002ya 35 sal bênavber li radyoya kurdî de karê xwe yê muzîkzaniyê berdewam dike. Di dema bavê wê de, navê fonda muzîkayê bi hizkirin tê danîne. Muzîka pêşîn ku di Fonda Zêrîn da cî girt û di bin hijmara yekê da hatiye parastin, ew awazek e ku Şamile Beko bi hostatî ser fîqê qedandiye. Du bavê xwe re Fonda Muzîka Kurdî berdewam dike û stranên kurdî yên pêşîn û xweşik radyoya Kurdî hatiye weşandin amade kiriye. Dema behsa karên xwe dike, di radyoyê de çi dikir û berpirsiyariya wê çi bû wiha qal dike[10];”Ez rêdaktor, berpirsiyara Para Sazbendiyê bûm. Xebata min ev bû; qissa sazbendiyê min dida derhewa sazbendan, kompozîtirên navdar û yên klasîk, derheqa dengbêjan. Timê guhê min ser bûye, ka di kîjan gundî da dengbêj hene, kijan rind distirê û pir strana dizane bibînim bînim, dengê wî bigirim û Fonda Zêrîn bi stran û muzîka nû va dewlemend bikim. Pevgirêdana min bi gundan ra timê hebûye. Ji ber ku dengbêj timê nikaribûn bihatana radyoyê, ez diçûm gundan. Min stranên wana dibihîstin û gava aqilê min jê dibirrî; kîjan stran bona radyoyê baş e- bi deng, bi xeber û bi esil kurdîbûn- min cem xwu îşaret dikir, dengbêj rap ev diketim kîjan rojê bê radyoyê ez dengê wî bigirim. Hema vedigeriyam, tevî sazbendan pev diketim kîjan rojê maade bin, em stûdyoyê da deng bigirin. Min bona roja pevketî sûtyoyê sehet hildida. Tevî rêjîsor û opêratir pev diketim amade bin, şirîtên mezin didane min, ew şirît ji Moskvayê dihatin û me deng digirt…. Carna jî dengbêj dihatin û bendek, duda stranên govendê xweş distiran, digotin; ”Em nikarin stranên govenda bistirên.” Min digot; ”Çira birê min, xûşka min?  Çira nikarin?” Digotin; ”Kom gerek e. Em bendekî distirên, benda duda distirên, her cara gerek e kom vegerîne.” Ez zû vedigeriyam para me kurdan, ji hevalên xwu hîvî dikir bên, alî min bikin. Pê ra pê ra wê derê min çend kesan bi xwu ra dibire stûdyoyê, me vedigerand û stran dinivîsîn. Ji tunebûnê me tiştan çê dikirin û ew tişt, ku dihat çêkirin xweşa cimaetê jî dianî.”

 

Gelek stran û awaz (1700) bi destê Cemîla Celîl hatine civandin û ewana li wê fonda zêrînda ciyê xwe girtine. Nava salên ku wê li radioyê kar kiriye bi sedan stranên nû nivîsiye û li ser xana “Fonda zêrîn“ zêde kiriye.  Jibo xebatên xwenî salan wiha neql dike[11];” Dibû car gava dengbêjek ji gund tenê dihate radioyê, min ji xebetkarên radioyê grupeke xwe re amade dikir û ez jî tevî wana, me distira û vedigerande stranvan. Seredana mine sîstêmatîk gundên kurda, gele navên nû yên dengbêj û stranvana derdixistin holê û min wanara demeke kurt kar dikir, paşê danîn studioyê bona bernivîsarê. Di vî karîda gelek alî wê dikirin muzîkarên wek Egîtê Cimo û Xelîlê Evdile. Ewana wek sazbend timê nava gel da digeryan. Gele cara wana navên dengbêja mira digotin û mi biryar digirt kengê bêne radioyê û stranên xwe yên nû bêjin. Dengnivîsar li studioyê ji minra karê herî berpirsyariyê bû. Studio bi demeke kurt didane me. Dengbêj bê tecrube bûn, hînî mîkraofonê û şertê studioyê nebibûn, gele cara tevlî hev dibûn. Min wana rehet dikir, şirovedikir, girîngya rastnivîsandina dengê wê yan wî jêra beyan dikir. Min dicedand, her tişt dikir, wekî stranê me bi zelaliya xwe ya sirûştî, wek wana li gundada, li çiyê strane, usa jî li studioyê bistirên. Tu cara min pirînsîp-şerta, ku bavê min ji mira wesyat kiribû, ez jê dûr neketime”.

 

Cemîla Cemîl di nav wan salên dirêj roja yekşemê bernamekê jî bi navê “Posta sazbendiyê“ bi dirêjaya sehetekê çêdike. Gelek salan wê bernamê dimeşîne. Ev bernema bibû pirakî navbera kurdên radioguhdar ji xerîbiyê û ji malbatên wana re. Cemîla Celîl wiha qala xebata xwe dike[12];” Min salên dirêj di para muzîkayê da bernamêkê rêve bir. Navê wê bernamê Posta Sazbendiyê bû. Xebera min tune bû, wekî ser wê xelq ewqas guhdarî dike. Min bona roja ledê(yekşem) Posta Sazbendiyê hazir dikir. Zûtirekê ser vê bernamê xelq gelek name dişandin û daxwaz û dîtinên xwu ser dengbêjan û stranvaniya wan dipesinandin. Xuya bû wekî radyoguhdarê me gelek jê hiz kiribûn. Roja yekşemê sehetekê temam Posta Sazbendiyê diçû. Xebatçiyên para name, yên temamiya radyoya Ermenistanê her roj name hatî, dianîn û li paran belav dikirin. Namê para me ji hemû paran zêdetir bûn. Name dihatin ji hemû bajarên Sovête, ji her alî, li ku xortên kurdan erkê xwu yê leşkeriyê ber dewletê li leşkeriyê diqedandin.  Kurdên Qazaxistanê nameyên xwu dişandin. Pirraniya nameyan daxwaz bûn strana hizkirî diyarî dê bavan, heval hogiran, gundî û hizkiriyên xwu dikirin, tevî silavên germ ji rewşa xwu gilî dikirin û me bi pêlweşînê digîhandin kesên ku bi keser hîviya xeberekê wan bûn.”

 

Cemîla Celîl dema radyoyê dixebite gelek şanazî behsa Ahmedê Gogê û xebatên radyoyê wiha dike[13]:” Ahmedê Gogê demek dirêj di para me de xebitî. Ahmedê Gogê dibe serokê Radyoya Kurdî, wek xebatkarekî bi tecrûbe û jêhatî, salên dirêj rêberiya para me kir.

Ahmedê Gogê ji Şamîranê bû û orf edetên me kurdan zehf rind zanibû. Neviyê Ûsiv Beg bû, serokeşîrê Hesiniyan, merîkî xwandewar û miletperwar bû. Dema Ahmedê Gogê, îdî tirsa ji KGBê û partiyayê ser me kêm bû. Ser bûyarên Kurdistanê me hemû nûçe belav dikir. Carekê dengbêjek ji gund hat, Hesenê Gogê got;”Ez dixwazim stranên xwu bidime radyoyê”. Min jê ra got;”Bistrê.” Go;”Kîjanî bistirêm?” Min got;” Çi dilê te dixwaze bistirê.” Go;”Stranê mêraniyê jî?” Min got;”Belê”. Got;”Lê wekî qebûl nekin?” Min got;” Em ê binivîsin, paşê em ê bibînin.” Stranên wî xweş bûn, stranek didu ser şerrên navxwe pê ra stra. Heftêkî şûn da min stranên amadekirî ber komîsyona ji rewşenbîrên kurdan danî bibihên û dîtinên xwe ser van stranên bêjin.”

 

Cemîla Celîl gelek salan jî diçe gundên Kurda stran û awazên Kurdî dicivîne û qeyd dike. Paşê jî wana hemûyan dike nota. Mirov dikare bibêje qeyd kirina stran û awazan bêhed û bêhesabe. Gundekî Kurda li Ermenistanê nemaye ku Cemîla Celîl û birayên wê neçûye û stranên Kurdî ji zimanê dengbêja nenivîsîne. Ne tenê kurdên Ermenistanê ew xebata meşandîye. Kurdên Qazakistan û Qirqîzastanê jî stran û awaz berhev kirine. Salekê Ordîxanê Celîl diçe Asyaya Navîn nava kurda, stranên kurdî dicivîne. Gava vedigere malê Cemîla Celîl maç dike. Cemîla Celîl birînîna xwe, gotina kekê xwe wiha neql dike[14];”Xûşka min, ji wêderê min tera pêşkêşeke mezin aniye, stranên kurdê ji komarên Asiya Navîn, da ku tu wana bikî note“. Cemîla Celîl li ser wan xebat dike û paşwextiyê wana dike note û li kitêba Zargotina Kurdî ya Ordixan- Celîlê Celîl[15] de tê weşandinê. Cemîla Celîl di sala 1988a tevî Celîlê Celîl sê meha di nav kurdên Suriyêye dimîne. Di nava wê demê de gelek bajarên wek Helebê, çiyayê Kurmênc, Qamîşlo, dêrîkê û ciyên mayîn zimanê dengbêjan stran û awaz berhev dike. Dora 1000 stran û awazên pak dicîvîne.

 

Di wan salan de gelek berhemên Cemîla Celîl li ser muzîkaya Kurdî çap bûye. Di wan berhema de stranên govendê, stranên evîndariyê, yê mêraniyê, êpîka- dastanan bi navûdeng, stranê şînê, qewl û beytên Êzidiya jî cî girtibûn. Hemû berhemên Cemîla Celîl de, notnivîsên ser muzîka Kurdî çap bûne. Dema kitêbê wê dihat çap kirine bavê û birên wê çawa pê şa dibûn tu car bîrnake. Bi dilêkê xemgîn wiha bîr dîne wan roja[16];”Kitêbên wê yê nû digirtin destê xwe û maç dikirin. Carna jî heftek du heftaya jî datanîn bin serê xwe û paşê radizan. Dema qala bîranînene xwe dike, bêtir yên xweşik dîne ziman. Dema gavên nû di warê tomarkirina stranên kurdî da despêkiribû, komponîstê dinya naskirî Aram Xaçatûryan, gava destnivîsa berevoka wê dîtibû, gelekî kêfxweş bibû. Xaçatûryan fikra xwe bona çapkirina pirtûkê erênî dabû xuya kirin û pêra jî şikil-nîgara xwe bi diyarînivîsê ji re şandibû ew çax gelek kêfxweş dibe û ewî bîranîna xwe her dem dilê xwe de zendî xwayî dike.

 

Di axaftina me de tiştê herî zêde bala min kişandibû, stran û awazên kurdan dema dibihîst dibû mal û milkên çanda milete din, gelek diêşiya. Ji ber wê gelek xemgîn dibû û dilê wê nazik gelek aciz dibû. Cemîla Celîl salan xizmet kirîbû hemû kilama baş dizanibû. Salan wek me jorê jî got bi qelem û defterên xwe, makîna dengnivîsên xweyî giran digirte destê xwe gund bi gund, zozan bi zozan digeriya û zimanê dengbêjan stran tomar dikir. Sala 1988an de li Ermenistanê erdhej bû. Erdhejek zehf mezin bû. Bi rastî jî rojên zehf çetin bûn bona Ermenistanê û kurda. Cemîla Celîl bîranînekê xwe derheqa wan rojan wiha dînê ziman[17];” Li bajarê Lênînakanê, Spîtakê kurdên me gelek bin kelefa de man. Çendekê derbaz bibû, min ra gotin dengbêjek heye bi texmîn ji aliyê Tibilîsê ye, hatiye stranekê bi navê “Zulm e”bistirê ser bijîşkê navdar Şîralîyê Eşo, ku li bajarê Spîtakê tevî zarê xwu bin kelefêd xaniyê şeş qatî da mabûn. Min wê strana bi şewat dengnivîsî û bi radyoyê weşand. Ser her bûyareke girîng, ku şopa xwu ser hîssa kurdan kiriye, kurd destxweda stranek avêtiye. Kurd çi ku ber çavê xwu dibînin, çi ku dilê me da cî digire – êş e, şabûn e, guman e, her tişt em bi stranan dibêjin.”

 

Cemîla Celîl sala 2002an de teqawît dibe. Lê karê xwe di mal de berdewam dike. Di kovar û rojnameyên cûre cûrada gotarên wê li ser muzîka Kurdî çap bûne. Gelek welatan jî tev lê konferans û sempozyûma dibe. Cemîle Celîl endama “Yeketiya Muzîkarên Sovyêt”ê bû û ya Ermenistanê ye. Endama yeketiya rojnemegerên Sovyêtê bû û ya Ermenistanê ye jî.

 

Kitêbên Cemîla Celîl[18]

  1. Kilamêd Cimeta kurda. Êrîvan, 1964. 75 stran.
  2. Kilamêd cimeta kurda. Moskova, 1965. 100 stran. Bi tîpên Latînî. Peyv bi wergera Rûsî.
  3. Kilam û miqamêd cimeta kurda. Moskova, 1973. 103 stran û awaz. Bi tîpên Latînî. Peyv bi wergera Rûsî.
  4. Stranê cimeta kurda.Êrîvan, 1977. 103 stran.
  5. Kilam û miqamêd cimeta kurda. Stokholm, 1982. Bi tîpên Latînî.
  6. Kilam û miqamêd cimeta kurda. Moskova, 1985. 102 stran û awaz. Bi tîpên Latînî. Peyv bi wergera Rûsî.
  7. Goraniye milliyekanî kurdî. Hewlêr. 1998. 100 stran. Bi tîpên Erebî.
  8. Stran û dîlanên kurdî. Benda I. Êrîvan, 2001. 157 stran û awaz. Tevî Naza Celîl. Bi tîpên Latînî hatiye çapkirin.
  9. Stran û awazên kurdî. Benda II. Êrîvan, 2002, 241 stran û awaz. Tevî Naza Celîl. Bi tîpên Latînî. Pêşgotin bi Almanî.
  10. Goranî millî kurdî. Sulêymanî, 2004. 100 stran. Bi tîpên Latînî û Erebî.
  11. Stran û awazên kurdî. Hewraman. Benda III, Êrîvan, 2006. 179 stran û awaz. Bi tîpên Latînî. Starnên gelêrî veçêkirî bona koma sazbenda
  12. Stranên kurdî yên gelêrî. Para I. Bona koma sazbenda. Êrîvan, 2001. 20 stran.
  13. Stranên kurdî yên gelêrî. Para II. Bona koma sazbenda. Êrîvan, 2001. 20 stran.
  14. Stran û awazên kurdî. “Yêrêvan Xeberdide”Benda 3. Wien, 2011, 198 stran û awaz. Tevî Naza Celîl. Bi tîpên Latînî.
  15. Stran û awazên kurdî. “Yêrêvan Xeberdide” Benda 5. Wien, 2011, 160 stran û awaz. Tevî Naza Celîl. Bi tîpên Latînî.

16- Awazên Kurdî – Pastoral (Bona blûr û koma sazbendên sîmî)- Cirîd(Bona dihol û koma sazbendên sîmî) Wien- 2019

17- Awazên Kurdî – 8 Pîyês. Bona flêyta, hoboy, bi rêberîya pîyano Wien- 2019

18- Awazên Kurdî – 10 Pîyês. Bona sîmên kvartêtê Wien- 2019

 

Radyo Rewanê 70 saliya wê pîroz dike, jibo xebatên xwe sala 2016 madalya digre

Sala 2010a radioya Komara Ermenistanê ji bona 70 saliya Celîla Celîl pîrozbahiyekê dişîne. Di wê pîrozbahîyê de ew tişt tên nivîsandine;[19] ” Bona 70 salîya Cemîla Cemil pîrozname

Bi dil bona 70 salîya we û xebata wê 35 salîye bimbarek û pîroz dikin. 67 salê wirda tu dixebitî, keda te zehf mezine dereca sazbendîye da çawa redaktor. Û te ew xebat pêşda bir, bi saya bavê xwe Casimê Celîl sala 1955 an hîmdare radyoye xeberdana para kurdî bûye û zehf xebata mezin kirîye dereca nivîsarê, topkirina stranan û bona fonda radyoyê. Qebûlke bona 70 salîya we xebera pîrozbahîye. Armin Amîryan- Seroke Radyoyê”

 

Jibo xebatên xwe serokê komara Ermenistanê madalya digire[20]: “Bi fermana serokê Komara Ermenîstanê 17 îlona sala 2016an Cemîla Celîl bi madalyayê rêzgirtinê hatiyê xelatkirine. Numreya madalyayê 145ê. Alîyê serokê komara Ermenistanê Serkar V.Sarkisiyan”

 

Encam

Em tu car wan gotin û şîretên Cemîla Celîl[21];”Heger yek dixwaze gelê kurd nas bike, xu-xeysetê wîva bive nas, serederî jî dîrok û medenyata wî bike, divê berê pêş bi zargotina wî ya gelêrîye bêserobinva bibe nas. Zargotina kurda, mûzîka û dîlanên wan awqas kevnedîrokîne, çiqas kevnedîrokîye bi xwe gel” bîrnekin. Xebatên civandin û notanivîsarê stran û awazên Kurdî wek kitêb gihîştiye milete kurd ew tiştekî dîrokiye. Bi xebatên xwe nehiştiye ew dewlemendiya mezin, xezîna kal û bava winda bibe, bibe mal milkê miletên din. 60-65 salên têr tije di nava muzîk, berhevkarî û zargotina kurdî de xebatên wê yê ronahî dîtine hemû a niha Wienayê di kitêbxana Casîmê Celîl de tê xwayî kirine. Dawîya dawî, ez bi dil û can, bi hezeke mezin 80 saliya muzîkzane gelê xwe ya hezkirî, qedirgiran Cemîla Celîl pîroz dikim û jêra jiyaneke tijî bextewerî, sihet û qewet dixwazim.

 

 

[1] Mahmûd Lewendî, Nedîm Baran.- Nameyên Nûredîn Zaza- Rûpel 81- Weşanxana Rupel,

[2] Mahmûd Lewendî, Nedîm Baran.- Nameyên Nûredîn Zaza- Rûpel 82- Weşanxana Rupel,

[3] 1- Awazên kurdî Pastoral, Cirîd, 2- Awazên kurdî 8 Pîyês, 3- Awazên kurdî 10 Pîyês. Wien 2019

[4] Hevdîtina min a Yêrêvanê 24.06.2018

[5] Hevdîtina min a Yêrêvanê 24.06.2018

[6] Hevdîtina min a Yêrêvanê 24.06.2018

[7] Hevdîtina min a Yêrêvanê 24.06.2018

[8] Hevdîtina min a Yêrêvanê 24.06.2018

[9] Hevdîtina min a Yêrêvanê 24.06.2018

[10] Metin Yüksel – Kurdolojî û Malbata Celîlan- rûpel 193

[11] Hevpeyvîna Kakşar Oremar- Kompûnîst Cemîla Celîl 09.03.2010

[12] Metin Yüksel – Kurdolojî û Malbata Celîlan- rûpel 188

[13] Metin Yüksel – Kurdolojî û Malbata Celîlan- rûpel 187

[14] Hevdîtina min a Yêrêvanê 24.06.2018

[15] Ordîxanê Celîl- Celîlê Celîl – Zargotina Kurdî 1-2 Weşanxana Aram

[16] Hevdîtina min a Yêrêvanê 24.06.2018

[17] Metin Yüksel – Kurdolojî û Malbata Celîlan- rûpel 191

[18] Arşîva Cemîla Celîl

[19] Arşîva Cemîla Celîl

[20] Arşîva Cemîla Celîl

[21] Zerî Înanç – Di Radyoya Êrîvanê de Dengê Kurdî rûpel 73

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın