"Enter"a basıp içeriğe geçin

Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de COTEPEYV – 5 /    Hasbey KÖKSAL

Rêzenivîs: 5                                                                                                      Hasbey KÖKSAL

                         Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de COTEPEYV                                                                  

                                                       

                                                          D

Dar û daristan

                       Dar.1.Darik, şiv, şivtan, direx.

2.Ço.

3.Qilafet, bejnûbala, endam, şikil. (ji bo merivan.)

Daristan:1.Darûbar, dehl, rêl. Cihê ku pir dar lê şên bûne.

2.Dehlûdir, dehlistan, devî.

Mane: Dar û koma daran.

Cîhe ku her cûre dar lê şên bûne yan jî lê hatine çandin.

Mînak:Hatin ji çol û çolistan, bûn xwedîyê dar û daristan.[1]

 

Dar û ber

Dar.1.Darik, şiv, şivtan, direx.

2.Ço.

3.Qilafet, bejnûbala, endam, şikil. (ji bo merivan.)

Ber:1.Pêş, hember, pêşber. Li ber.

2.Sîng.

3.Memik, çîçîk.

4.Dol, tov.

5.Cenîn.

6.Kevir.

7.Rû, serûçav, rûçav.

8.Dev, derî.

9.Berhem.

10.Hîna tiştek nebûye.

11.Berê, demak berî niha.

12.Ber bi…ve, ber bi…de

Mane: Rêl.

Darûbar.

Dar û berhemên darê.

Mînak:Derdora dar û beran bi kulîlkan xemilî ye.

 

 

 

 

Dar û dever

                   Dar.1.Darik, şiv, şivtan, direx.

2.Ço.

3.Qilafet, bejnûbala, endam, şikil. (ji bo merivan.)

Dever:1.Herêm, der, cî, cîh, zon.

Mane: Jîngeh.

Herêm û Rîwek.

Mînak: Dar û dever şîn bûn e.

 

Dar û devî

                 Dar.1.Darik, şiv, şivtan, direx.

2.Ço.

3.Qilafet, bejnûbala, endam, şikil. (ji bo merivan.)

Devî:1.Tûm. şewl.

2.Riwekên weka daran, ji daran kurtir û şiv û çeqên wan ziravtir.

3.Dehl, rêl, dehlûdir, daristanok.

Mane: Daristanok.

Dehl.

Mînak: Nîşana çîya, dar û devî ne.[2]

 

Dar û pel

                  Dar.1.Darik, şiv, şivtan, direx.

2.Ço.

3.Qilafet, bejnûbala, endam, şikil. (ji bo merivan.)

Pel:1.Belg, pelg, belçîm, pelçîm, belçim, pelçim, belçûm. Parçeyên gulîyê dar û devîyan.

  1. Per, kaxez, belgename.

Mane: Darê bi pêl.

darê pêldar.

Mînak: Bê dar û pel, xweza şilf û tazî ye.

 

Dar û dehl

                 Dar.1.Darik, şiv, şivtan, direx.

2.Ço.

3.Qilafet, bejnûbala, endam, şikil. (ji bo merivan.)

Dehl:1.Daristanok.

2.Baxçeyê fêkîyan.

Mane: Daristanên piçûk, daristanok.

Dar û devîyên kevîyê nal û neqeban.

Mînak:Dar û dehl bişewite devîyeke min tê de tune!

Dar û dîyar

                  Dar.1.Darik, şiv, şivtan, direx.

2.Ço.

3.Qilafet, bejnûbala, endam, şikil. (ji bo merivan.)

Dîyar:1. Berçav, aşkire, eşkere, xuya, zelal.

  1. Jîngeh, der, dever, cih, war, welat.
  2. Jor, cihê bilind, tum.

Mane: Memleket, welat, erazî.

Mînak: Li  dar û dîyarê welatê xwe gerîya.

 

Dar û dewen

                  Dar.1.Darik, şiv, şivtan, direx.

2.Ço.

3.Qilafet, bejnûbala, endam, şikil. (ji bo merivan.)

Dewen:1. Devî, şêwl, daristanok.

Mane: Devîstan, şafir, devî, şewl.

Mînak: Sewa kana madenê dar û dewen birîyan.

 

Dar û rêl

                  Dar.1.Darik, şiv, şivtan, direx.

2.Ço.

3.Qilafet, bejnûbala, endam, şikil. (ji bo merivan.)

Rêl:1. Dehl, dehlûdir, daristanok, bîşe, xerz.

Mane: Dar û darikên hûrik.

Dar û dehlûdir.

Mînak: Çend sale gîsin lê neketî ye, rûxalê zevîyê dar û rêl girtî ye.

 

Dar û derb

                Dar.1.Darik, şiv, şivtan, direx.

2.Ço.

3.Qilafet, bejnûbala, endam, şikil. (ji bo merivan.)

Derb:1.Lêdan, lêxistin, lêkdan. Sewre, kudeta (derbê leşkerî).

2.Car, dor, tel.

3.Fîşeng, gule.

4.Şikandî, çewsandî. ( ji bo merivan.)

Mane.Lêdan, lêxistin.

Mînak:Şopa dar û derbê dinê li ser laşê wî hebûn.

 

 

 

 

Dar û dîyar

Dar.1.Darik, şiv, şivtan, direx.

2.Ço.

3.Qilafet, bejnûbala, endam, şikil. (ji bo merivan.)

Dîyar:1. Berçav, aşkere, xuya, zelal.

  1. Der, dever, war, welat, cîh, jîngeh.

Mane: Memleket, welat, dever.

Mînak:Ji dar û dîyarê xwe dûr ket.

 

Dahat û daçûn

                         Dahat:1.Daramet, qezenç, muçe, warîdat, maeş, îrat, heçel. Pereyê yan qezenca ku mirov wer digire.

Daçûn:1.Lêçûn, mesref, sandin.

                                   2.Binketin, têkçûn.

Mane: Qezenc û mesref.

Mînak: Dahat û daçûna me ya vê mehê, hev dernexist.

 

Dahat û lêçûn = Dahat û daçûn.

Mane: Qezenc û mesref.

Mînak: Dahat û lêçûna me ya vê mehê yeksan li hev hat .

 

Dan û stan

                 Dan:1. Dîyarî kirin, raber kirin, pêşkêş kirin.

  1. Welidandin ( ruh dan).
  2. jê çêbûn, lê pêyda bûn.
  3. Dexl, dexlûdan, genim, ceh, tov.
  4. Tiştekê xwe bide kesekê/kesekî
  5. Dem, zeman (danê sibê, danê êvarê.)

Stan:1. Zivistan.

  1. Girt, wegirt.
  2. Welat, ax, cîh ( Kurdistan, Hîndîstan…hwd.)

Mane: Girtin û dayîn.

Mînak: Ji bo dan û standinê, em çûn çarşiyê.

 

Das û tar

              Das:1.Ji bivirê siviktir, dar û şiv pê tê birîn.  Cûreya dasan ; dasa daran û dasa gênim, cê…hwd. (dasok).

Tar:1. Qasnaxa darîn ya li dor bêjingê. Qasnax (qasnaxa makînê).

  1. Amûrê ku ji bo çinandinê dikin tilîyê xwe û bi dasê pê genim, cê…hwd. tê cinîn, êlcek.
  2. Pûnik.
  3. Tax.
  4. Pereyê berarî.
  5. Rîvekek. Şêlim (Brassîca rapa)
  6. Serpêç.
  7. Amûrekî muzîkê.
  8. Çîya, kaş, hevraz.
  9. Xefik, davik.
  10. Ter.
  11. Meger.
  12. Tara stû, kortika stû (argo).
  13. Kêf. (mîn: Ji tara xwe jî kêm nabin.)
  14. Reya ku di berfê da hatîye vekirin.

Mane: Amûrê çinînê das û kasnaxa bêjingê.

Amûra çinînê das û êlcek

Mînak: Havînê dengê das û tarê, zivistanê dibe bêhna nanê  sêlê.

 

Daw û deling

                      Daw:1.Parçeyê kirasan ya jêrin û cilê din.

  1. Paş , dû, pê.
  2. Dûyê mî, beran û berxan.
  3. Derman.

Deling:1. Derpî, derpêk, derpêyê jinan.

  1. Pançik, devdeling, devling. ( pançikê/devlingê şal.)

Mane: Pancik, devdeling.

Serê daw.

Mînak: Ew kar li ser me ma, me jî daw û delîngê xwe hilkir û dest pê kir.

 

Dawat û dîlan

Dawat:1.Dîlan, zemawend. Şahîya zewicîna du kesî  ( dilda û dilberdan).

2.Govend, dans, reqs.

3.Dawet.

  1. Gazîkirin, bangkirin.

Dîlan:1.Dawet, mîhrican, pîrozî, cejn, festîval.

  1. Zevq, zemawend, kêf.

Mane: Kêf û şahî.

Mînak: Roja Nevrozê  dawat û dîlan e.

 

 

 

 

 

 

Dawat û şahî

Dawat: 1.Dîlan, zemawend. Şahîya zewicîna du kesî  ( dilda û dilberdan).

2.Govend, dans, reqs.

3.Dawet.

  1. Gazîkirin, bangkirin.

Şahî:1.Cejn, zewq, dawet, dilxweşî, aheng, kêfxweşî.

  1. Paşatî, qraltî, keyîtî, seroktî,meliktî.

Mane: Dawet û dîlan.

Mînak:Li  alîyekî  dawat û şahî, li alîyekî qîrîn û gazîn.

 

Dawet û şênahî

                           Dawet:1.Dîlan, zemawend. Şahîya zewicîna du kesî  ( dilda û dilberdan).

2.Govend, dans, reqs.

3.Dawat.

  1. Gazîkirin, bangkirin.

Şênahî:1.Kêfxweşî, şadî.

Mane: Kêf û şahî.

Bezm û şahî.

Mînak:Dawet û şênahî gelek gurlax bûn.

 

Dayîn û girtin

                      Dayîn:1. Dan. Tiştekî bide kesekî.

  1. Sencandin.
  2. Baç, tar. Pereyê ku herkes dide dewletê.
  3. Dêşîr.

Girtin:1. Bernedan, zeft kirin.

  1. Zindankirin, asêkirin.
  2. Wergirtin, standin.

Mane: Teslîm teselum.

Mînak: Belgenameya  dayîn û girtinê di dest da ye.

 

Dax û durf

                 Dax:1.Dirûv. Nîşanên ku bi hesinê şewitandî (kozir bûyî) li gohên sewalan muhr dikin.

2.Jan, jana giran.

Durf:1.Dirûv.

2.Form, şikil.

3.Wêne, şêwaz, teşe, rism, foto.

4.Wakî, hevşêwe, hevşib.

Mane: Nîşan, îşaret, elamet, remz, dawe.

Mînak:Dax û durfên vîya naşibin dax û durfên wî.

 

Def û dawet

                     Def:1. Dahol, dehol. Amûrekê muzîkê.

  1. Tayê porê.
  2. Qewitandin, def kirin.
  3. Deh(10) qarix. ( qarixê zerzewatan).

5.Li ba, li nik, li def, li bal, li cem.

Dawet:bnr.”dawet”.

Mane: Kêf, dîlan, şahî.

Dilşayî, dilxweşî, dilgeşî.

Mînak: Heta xanim xemilî, def û dawet betilî[3].

 

Der û dor

               Der:1.Ne hundir, ne tê ve, ne tê de.

2.War, dever, herêm, cî, cîh.

3.Dermal.

4.Derî, dergeh.

5.Binkiras.

6.Diltengî, tengasî. (mîn: Ew, ji wî gele der ê.)

Dor:1.Sira, nobet, ger.

2.Dorber,  dorder, doralî, dewrûber.

3.Hêl, layen, alî.

4.Nêzî.

Mane: Hemî rexên tiştekê/tiştekî.

Çarmedor, dorbedor, doralî, hawirdor.

Mînak:Jina çê, derû dora mala xwe paqij dike.

 

Derd û kul

Derd:1.Keser, xem, nîgeranî, kul.

  1. Êş, jan, ezyet, nesaxî, nexwaşî.
  2. Pirsgirêk, problem, mesele.

Kul:1.Êş, jan, nesaxî, nexwaşî,azar.

2.Biêş, jandar, biazar, nexweş.

3.Leng, kulek.

4.Hemû, gişt, tev, hemî.

Mane: Rewşa ne xweş.

Bi êş, bi jan, bi birîn.

Mînak: Derd û kulê wan, em li cih û warê xwe xwedî dernekevin.

 

 

Del û dîn

Del:1.Wek nêrînî/nêrzayî  wêrek, dilêr,cesûr. Wek mêyî/mêzayî nazdar, xweşik, rindik. Wek delêr(dilêr)= cesur, delal= rindik.

Dîn:1.Bêhiş, bêmejî, bêaqil, şêt, aqilsivik.

2.Har, netebitî.

3.Bawerî, ol, perestkarî.

Mane:  Çavnetirs, bicerg, bizirav.

Aqilsivik, bêhiş, şêt.

Mînak: Erê lê lê lê Fatimê,

Del û dînê bav zalimê,

Gulka kumê topa romê,

Şer giran e li ser Dersîmê.[4]

 

Dest û pê

Dest:1.Organêkî laşê mirov. Pênç tilî û çeng. Organa pê girtinê.

  1. Desthilatî, otorîte, kelij, bandor.

Pê:1. Organa  meşînê.

Mane: Organên pê girtin û organên pê meşê.

Mînak: Dest û pê lê sar bû.

 

Dev û diran

                   Dev:1.Organa xwarin, vexwarin û axaftinê ( ji bo mirovan).

Diran: 1. Didan.

  1. Di dev de organa cûtin û hêrandinê.

Mane: Organa xwerin, xwarin û  di dev da organa cûtinê.

Mînak: Wer tirsîya ku dev û diranê wî li hev ket.

 

Dev û lêv

Dev:1.Organa xwarin, vexwarin û axaftinê ( ji bo mirovan).

Lêv:1. Derdora dev.

2.Rex, hindav, sînor, kevî.

Mane: Organa xwerin, xwarin û dora dev.

Mirûz.

Mînak: Dev û lêv dahêştîye.

 

 

 

 

 

 

Dewr û dewran

Dewr:1.Serdem, heyam, zeman, çerx.

2.Dor, nobet.

Dewran:bnr.”dewran”.

Mane: Zeman, çerx, wext, çax

Mînak:Dem û dewran sîya darê ye; geh li jor û geh li jêr e[5].

 

Dewr û dem

Dewr:1.Serdem, heyam, zeman, çerx.

2.Dor, nobet.

Dem:1.Wext, çax, heyam, zeman.

2.Kelîna çayê.

Mane: Zeman, çax, wext, çax.

Mînak: Di dewr û dema Feqîyê Têyran da jîya ye.Dem û dewr= Dewr û dem.

 

Dek û dolab

                    Dek:1.Kemîn, dav, xefik, tepik, asteng, dafik.

2.Fêl, fen, xap, lêb, cambazî, qîlê, hîle.

Dolab:1.Qemsûr, gardrob.

2.Dolav, desîse, fend, xap, fût.

Mane: Hîle, fend, xapîn.

Mînak: Dek û dolab , karê hîlebazan e.

 

Deq û fend = Deq û dolab.

 

Deng û bahs

                    Deng:1.Pêjn, gazî, bang, awaz, dey, sewt, seda, hawar, hewar. Lerzê ku guh dibîhîsî.

2.Ray, rey, reî. (Bo bijartinê.)

3.Hevber, wakhev, beraber.

Bahs:1.Gotin, vegotin, qal, axiftin, qezîkirin. Di derheqê tiştekî da axavtin.

2.Mijar, babet.

3.Bingeh, cîh.

Mane: Nûçe, xeber, peyam.

Mînak: Di televîzyonê de bernameya deng û bahs dest pê kir.

 

 

 

 

Deng û bang

                     Deng:1.Pêjn, gazî, bang, awaz, dey, sewt, seda, hawar, hewar. Lerzê ku guh dibîhîsî.

2.Ray, rey, reî. (Bo bijartinê.)

3.Hevber, wakhev, beraber.

Bang:1.Gazî, hewar, daxwaz, dawet, tika, ezimandin, hêvî.

Mane: Deng kirin, gazî kirin,

Hayîdar kirin.

MînakBi  deng û banga apê xwe hesîya.

 

Deng û reng

Deng:1.Pêjn, gazî, bang, awaz, dey, sewt, seda, hawar, hewar. Lerzê ku guh dibîhîsî.

2.Ray, rey, reî. (Bo bijartinê.)

3.Hevber, wakhev, beraber.

Reng:1.Boyax, elwan.

2.Şikil, dirûv.

3.Xulk, mehde. Reng û rû.

Mane: Dîtin, nirxandin û raman. Bi şiklekî şirove kirin.

Ray, rey.

Mînak: Deng û rengê xwe kirin yek.

 

Deng û beng

                    Deng:1.Pêjn, gazî, bang, awaz, dey, sewt, seda, hawar, hewar. Lerzê ku guh dibîhîsî.

2.Ray, rey, reî. (Bo bijartinê.)

3.Hevber, wakhev, beraber.

Beng:1. Bêdeng.

  1. Evîn, dildarî.
  2. Dem, zeman.
  3. Gîyayê bang (Hyoscyamûs nîger).

Mane: His û pis, deng û meng.

Heyleme, deng vêketin.

Mînak: Wer tirsîya ku deng û beng jê derneket.

 

Deng û meng

Deng:1.Pêjn, gazî, bang, awaz, dey, sewt, seda, hawar, hewar. Lerzê ku guh dibîhîsî.

2.Ray, rey, reî. (Bo bijartinê.)

3.Hevber, wakhev, beraber.

Meng:1. Raman, fikir, hizir, pûnij.

Mane: Heyleme, şemate.

Deng vêketin.

Mînak: Me dixwastin, di  civînê da  deng û mengê te jî derbiketana.

 

Dest û rû

              Dest:1.Organêkî laşê mirov. Pênç tilî û çeng. Organa pê girtinê.

  1. Desthilatî, otorîte, kelij, bandor.

Rû:1.Serçav, dêm, wech. Cîhê ku dev, poz, çav, gep û enî lê heye.

2.Beşê dervayê tiştekî. ( Rûbalgî, rûdoşek…hwd.)

3.Ber, pêşî, pêşîya tiştekî. (Rûyê çîya, rûyê dinê…hwd.)

4.Tabîet, sirişt, xwerist.

  1. Kêlek, tenişt, rex.

Mane: Dest û serçav.

Mînak: Xisleta dest û rû li hev e.

 

Dehl û dir

                 Dehl:1.Daristanok.

2.Baxçeyê fêkîyan.

Dir:1.Cîh, cî, war, herêm, dever, navçe.

2.Hov, dirinde, har, wehş, hêç.

Mane: Daristanok, daristanên piçûk.

Mînak: Dehl û dir rakirin, kirin zevî.

 

Dehl û dêş

                 Dehl:1.Daristanok.

2.Baxçeyê fêkîyan.

Dêş:1. Dêz, kêş, gumlat.

  1. Qûrç, qêç, qûç ( ji bo keviran.)
  2. Lod, melû ( ji bodexl, êzing û daran.)
  3. Dêz, deyz ( ji bo loda çilo.)
  4. Girse,kutle, cemawer.

Mane: Daristana ku bivir lê neketîye.

Daristan yan jî dehla ku dar û berên wê di hev da ne û gurlax e.

Mînak:Dehl û dêş, jîngeha mar û mûr , teyr û tûr û ajalan e.

 

Der û cîran

               Der:1.Ne hundir, ne tê ve, ne tê de.

2.War, dever, herêm, cî, cîh.

3.Dermal.

4.Derî, dergeh.

5.Binkiras.

6.Diltengî, tengasî. (mîn: Ew, ji wî gele der ê.)

Cîran:1.Cînar, hevsa, dirawse. Kesên malên wan  nêzî hev, yên ku nêzikî hev dijîn.

Mane: Kesên kû li nêzîkê malê mirov rûdinîn.

Kesên ku xanîyê wan li rex hev e.

Kesên ku hemsînorê hev in.

Mînak:Derîyê der û cîranên baş, di rojên zor û zehmet de vekirî dibe.

 

Der û ber

               Der:1.Ne hundir, ne tê ve, ne tê de.

2.War, dever, herêm, cî, cîh.

3.Dermal.

4.Derî, dergeh.

5.Binkiras.

6.Diltengî, tengasî. (mîn: Ew, ji wî gele der ê.)

Ber:1.Pêş, hember, pêşber. Li ber.

2.Sîng.

3.Memik, çîçîk.

4.Dol, tov.

5.Cenîn.

6.Kevir.

7.Rû, serûçav, rûçav.

8.Dev, derî.

9.Berhem.

10.Hîna tiştek nebûye.

11.Berê, demak berî niha.

12.Ber bi…ve, ber bi…de

Mane: Cihê ku mirov têdeye.

Hemû alî, hawirdor, dorber.

Biyav. (Mijar, babet, biwar).

Mînak: Çavdêrîya  der û ber kir.

 

Dest û dar

                Dest:1.Organêkî laşê mirov. Pênç tilî û çeng. Organa pê girtinê.

  1. Desthilatî, otorîte, kelij, bandor.

Dar.1.Darik, şiv, şivtan, direx.

2.Ço.

3.Qilafet, bejnûbala, endam, şikil. (ji bo merivan.)

Mane: Rewş, hal, kavdan, barûdox.

Derfet, fersend, dirav, îmkan.

Mînak: însan, bi qasî dest û darê xwe, xwedî derfet e.

 

Derpî û kiras

                     Derpî:1.Derpê. Kincê ku meriv di bin şal, yan jî di  bin kiras da li xwe dike.

Kiras: 1.Fîstan, binkiras.

2.Îşlik, kurtik, pîrehen.

3.Mehê ketin (ji bo jinan.) (mecazî)

4.Kiras avêtin, yan jî kiras guhartin. ( ji bo maran, çerm avêtin.)

Mane: Kinçên binlibas.

Mînak: Mal û milk ji destê wî girtin û  bi derpî û kiras li rastê hiştin.

 

Dest û lep

                Dest:1.Organêkî laşê mirov. Pênç tilî û çeng. Organa pê girtinê.

  1. Desthilatî, otorîte, kelij, bandor.

Lep:1. Penc, pençe.

  1. Mist, kulm, dest.

Mane: Bi her dû destan.

Mînak: Çû, ket ber dest û lepên wî zalimî.

 

Dem û dewran

Dem:1.Wext, çax, heyam, zeman.

2.Kelîna çayê.

Dewran:1.Serdem, çerx, zeman, dem.

2.Dewr.

Mane: Zeman.

Wext. Çerx û zivira  demê.

Mînak: Her kes dem û dewrana xwe derbas dike.

 

Dem û dezge

                      Dem:1.Wext, çax, heyam, zeman.

2.Kelîna çayê.

Dezge:1.Cihê ku li ser îş û kar tê çêkirin.

  1. Sazî, damezrek, rêxistin, teşkilat.
  2. Organîzasyon, sazman.

Mane: Bi dem û dewran.

Bi dem û dergeh.

Mînak: Sazîya xwe bi xweşikî  dem û dezge kirin.

 

 

 

 

 

 

Dem û demistan

Dem:1.Wext, çax, heyam, zeman.

2.Kelîna çayê.

Demistan:1. Dem + istan. Wext + cîh, war, welat.( mîn: Kurdistan, gulîstan, daristan.)

Mane: Zeman.

Mînak: Di dem û demistana xwe da me jî rojên xweş dît.

 

Der û daw

               Der:1.Ne hundir, ne tê ve, ne tê de.

2.War, dever, herêm, cî, cîh.

3.Dermal.

4.Derî, dergeh.

5.Binkiras.

6.Diltengî, tengasî. (mîn: Ew, ji wî gele der ê.)

                  Daw:1.Parçeyê kirasan ya jêrin û cilê din.

  1. Paş , dû, pê.
  2. Dûyê mî, beran û berxan.
  3. Derman.

Mane:  Daling.

Pancik

Mînak: ji bo berjewendîyên xwe der û dawên her kesê maç dike.

 

Der û dertûl

               Der:1.Ne hundir, ne tê ve, ne tê de.

2.War, dever, herêm, cî, cîh.

3.Dermal.

4.Derî, dergeh.

5.Binkiras.

6.Diltengî, tengasî. (mîn: Ew, ji wî gele der ê.)

Dertûl:1. Derkirin, derva, derve, xarîç. Qewitandin.

  1.   Derê xelkê. kuçe.

Mane : Derê xelkê.

Der, kuçe (avêtina kuçeyê, avêtina ber derî)

Mînak:Kesên bêçare, bê der û dertûl jî dimînin.

 

Derî û pace

Derî:1.Dergeh, der. Cîhe têketin û derketin.

Pace:1. Bace.

  1. Pencere, şibak.

Mane: Têketingeh û şibek.

Mînak: Derî û paceyê xwe kîp kirin û çûn havîngehê

Derd û kul

                 Derd:1. Kul, kovan, xem, nîgeranî, keser.

  1. Jan, êş, nexaşî, ezyet.
  2. Pirsgirêk, doz, mesele, problem.

Kul:1. Mexluqê xeyalî, afrandîkê xeyalî. (mîn: Kul lê xist. Kul li canê te bikeve.)

  1. Birîn (birîna ku xwe bi xwe çêbûye).
  2. Êş, jan, nexweşî, derd. (mecazî)
  3. Hemû, hemî, gişt, tev.

Mane: Derd û bela.

Cefa û tengasî.

Mînak: Lê lê dayê, çima derd û kulê vê dinyayê hemû bûye para me.[6]

 

Dest û bird

                 Dest:1.Organêkî laşê mirov. Pênç tilî û çeng. Organa pê girtinê.

  1. Desthilatî, otorîte, kelij, bandor.

Bird:1. Jî “birînê” dorpêç kirin, dorgirtin, rapêç.

Mane: Rapêçan, dorgirtin, dorpêç.

Mînak: Keleha  Dimdimê di sala 1609-1610 an da ji alîyê Sasaniyan ve hat dest û birdkirin.

 

Dest û mist

                   Dest:1.Organêkî laşê mirov. Pênç tilî û çeng. Organa pê girtinê.

  1. Desthilatî, otorîte, kelij, bandor.

Mist:1.Kulm, gurmiç, dulmiçk. Nava dest. Kefa dest.

Mane:Dest û kefa dest.

Mînak: Ji ber neçarîyê dest û mistên xwe vekir.

 

Dest û mil

Dest:1.Organêkî laşê mirov. Pênç tilî û çeng. Organa pê girtinê.

  1. Desthilatî, otorîte, kelij, bandor.

Mil:1. Pî, pîl. Organa ku destan bi laş ve girêdide.

  1. Alî, kêlek tenişt, hêl kevî, qirax.

Mane:Dest û pîl.

Mînak:Li hember  bûyerên nebaş dest û milê mirov tê girêdan.

 

 

 

 

 

 

 

Deşt û berî

Deşt:1. Mexer,zêlat. Devera rastgeh. Cihê ne çîya, ne zozan. Rasta axê nizm dirêj û fireh.

Berî:1.Pêşî. Hîn ku tiştek nebûye û neqewimîye.

2.Bersîng, berahî, pêş.

3.Ji “ber”.

4.Deverên ziha. Bêrî, çol, deşt.

5.Berhemên dara çilo. Berû.

Mane: Aran, mexer, deştîn, berîn.

Mînak: Deşt û berîyên Botanê; zivistanê mala berfê, havînê mala hezar gul û kulîlkan e.

 

Deşt û newal

                      Deşt:1. Mexer,zêlat. Devera rastgeh. Cihê ne çîya, ne zozan. Rasta axê nizm dirêj û fireh.

Newal:1. Gelî (taybetî yên piçûk),co, robarê kiçik. Robarê biçûk.

Mane: Devera rastgeh û gelî.

Mînak: Tama hingivê deşt û newalên Qabilcewzê/ Sasonê ji devê meriv dernakeve.

 

Dev û çene

                  Dev:1.Organa xwarin, vexwarin û axaftinê.

Çena:1. Çenik, çen, erçen, lam, zenî, arzenî, argûşk.

Mane: Dev û çenik.

Çenebaz.

Mînak:  Dev û çeneya sîyasetmedaran tim dilive.

 

Dev û dil

              Dev:1.Organa xwarin, vexwarin û axaftinê.

Dil:bnr.”dil”

Mane: Gotin û daxwaz.

Yêkîtîya dev û dil.

Mînak: Dev û dilê  wan yek e.

 

Dev û dîn

Dev:1.Organa xwarin, vexwarin û axaftinê.

Dîn:1.Bêhiş, bêmejî, bêaqil, şêt, aqilsivik.

2.Har, netebitî.

3.Bawerî, ol, perestkarî.

Mane:Dev û baverîya xwe yek.

Mînak: Dev û dînê xwe kir yek û çi di dilê wî da hebû got.

 

 

Dev û qirik

                  Dev:1.Organa xwarin, vexwarin û axaftinê.

Qirik:1.Gewrî.

  1. Qijik, qirak (corvus).

Mane: Dev û gewrî.

Mînak: Li ber tavê dev û qirika mirov ziwa dibe .

 

Dev û qûn

                 Dev:1.Organa xwarin, vexwarin û axaftinê.

Qûn:1. Paşîya laşê mirov û heywanan. Organê ku posayê xwerine (gû) pê tê avêtin.

Mane: Pir nezan.

Hirnezan, hircahî

Mînak: Dev û qûna xwe ji hev dernaxe, hatîye ji min ra aqilmendîyê dike.

 

Dev û rû

             Dev:1.Organa xwarin, vexwarin û axaftinê..

Rû:1.Serçav, dêm, wech. Cîhê ku dev, poz, çav, gep û enî lê heye.

2.Beşê dervayê tiştekî. ( Rûbalgî, rûdoşek…hwd.)

3.Ber, pêşî, pêşîya tiştekî. (Rûyê çîya, rûyê dinê…hwd.)

4.Tabîet, sirişt, xwerist.

  1. Kêlek, tenişt, rex.

Mane: Rûden, rûdeyn, sikûm.

Ser û sîma.

Mînak: Dev û rûyê xwe bi ava gû şûştîye[7].

 

Dev û poz

                Dev:1.Organa xwarin, vexwarin û axaftinê.

Poz:1. Bêvil, difin, lût, kepî. Organa bêhn kirinê.

  1. Pêş û pîjên hinek tiştan.
  2. Erdê nizm ê ku ber bi deryayê ve dirêj bûye.

Mane: Dev û bêvil.

Ser û sîma.

Mînak: Dev û poz lê şikandin.

 

Deve û gêl

                Deve:1. Hêştir. Dewarekî piştxoz, piranî li deştan dijî û bar pê te hilgirtin.

Gêl: 1. Mû.

  1. Ehmaq, bom, bomik.

Mane: Berhewa, badilhewa, belehek.

Cihê tî û tune.

Mînak: Ev kar û barekî deve û gêl e.

 

Dexl û dan

                 Dexl:1. Genim, ce, nîsk…hwd zadên ku nav ji kayê hatîyê hilçinîn/hilçinandin.

Dan:1. Genimê ku hatîye kelandin, li ber tavê hatîye hişk kirin û aşê ding da spî kirin. Genimê qeşartin.

Mane: Zad, zaxîre, qût.

Mînak: Cotkar, ji bo zivistanê dexl û danê xwe di demsala payîzê da dikin ambarê.

 

Deyn û dû

                 Deyn:1. Tiştê ku kesekî daye kesekî.

Dû:1. Dûman, dûxan, moran.

  1. Pey, dûv.
  2. Ji wî bawerî (rêya wî de).

Mane:Tiştên  ku kesekî ji kesekî wergirtîye û dîsan  di pêşerojêde bide wî kesî.

Mînak: Me  deyn û dû kir û li Amedê xanîyek ji xwe re kirîya.

 

Dê û bav

              Dê:1. Dayîk, day, deyk, dayêk, da, dadê, mak, yadê. Jina bizarok.

Bav:1. Bab, yabo. Zilamê bizarok. Bavo, bawo.

Mane: Dêbav.

Merivên mezin yên kû zarokên xwe xwedî dikin.

Mînak: Dê û bav, sî û stara zarokên xwe ne.

 

Dê û jin

            Dê:1. Dayîk, day, deyk, dayêk, da, dadê, mak, yadê. Jina bizarok.

Jin: 1. Mirovên mê. ( Taybetî yên mezin.)

Mane: Dayêk û jin.

Dayêk û jinên malê.

Mînak: Devê xwe vekir, dê û jin da ser hev dûz çû.

 

Dê û mak = Dê û jin.

 

Dê û dot

             Dê:1. Dayîk, day, deyk, dayêk, da, dadê, mak, yadê. Jina bizarok.

Dot:1. Keç, qîz.

Mane: Dayêk û qîza wê.

Mînak: Dê û dotê şer  kir, kêmaqilan bawer kir.[8]

 

 

Dil û kezeb

Dil:1.Li alîyê çepê, di sîngê mirov da organa xwîn hilkişandin û pompekirinê.

2.Cîhê hestan û evînê. (mecazî)

3.Yar, berdilî. (mecazî)

4.Navend, merkez. (mecazî)

Kezeb:1.Mêlak.

2.Dil, ceger, cerg. (mecazî)

Mane: Dil û ceger.

Pê êşan. (mecazî)

Tirsa mezin. (mecazî)

Mînak: Ji hevqetîn dil û kezeb li mirov dişewitîne.

 

Dil û gurçik

               Dil:1.Li alîyê çepê, di sîngê mirov da organa xwîn hilkişandin û pompekirinê.

2.Cîhê hestan û evînê. (mecazî)

3.Yar, berdilî. (mecazî)

4.Navend, merkez. (mecazî)

Gurçik:1.Di laşê mirov. û heywanan da organên ku xwîn dadipilîne.

Mane: Organa ku xwîn pompe dike û organa ku xwîn dadipilîne

Ji bo xwarinê organên ku ajalên dirinde  pir hezdikin.

Mînak: Li mala rovî û dil û gurçik?[9]

 

Dil û xatir

                Dil:1.Li alîyê çepê, di sîngê mirov da organa xwîn hilkişandin û pompekirinê.

2.Cîhê hestan û evînê. (mecazî)

3.Yar, berdilî. (mecazî)

4.Navend, merkez. (mecazî)

Xatir:1.Bîr, hiş.

2.Dil.

3.Giramî û hezkirin, qîmet.

4.Hal, rewş, hal û hewal.

5.Xatirxwestin, weda.

Mane: Qedr û qîmet.

Mînak:Dost, bi dil û xatirê hevdu dizanin.

 

Dilda û dilberda

                           Dilda:1. Evîndar. Dilketî, dildayî, bidil. (Piranî ji bo jinan.)

Dilberda:1.Evîndar. Dilketî, dilberdayî. (Piranî ji bo mêran.)

Mane: Kesên ku dil dane hevdu.

Kesên ku ji hevdu hezdikin. (Bo jin û mêr.)

Aşiq û maşûq

Mînak: Darek bûma li deştan,

Di gulîyê min da hêlîna teyran,

Di bin sîya min da dilda û dilberdan,

Bihejîyama bi bayê salan.[10]

 

Dilop û dilop

                     Dilop:1.Çilk, çipik,çip, niqut. Libên avê.

2.Pîçek, peşk. (mecazî)

Dilop:bnr.”dilop”

Mane: Dilop bi dilop.

Çilk û çilk, niqut bi niqut.

Mînak:Dilop û dilop  berhev kir.

 

Dike û nake

                   Dike:1. Ji kirin. Dikarî. Hêz û raman heyî.

Nake:1.Ji kirin. Nikarî. Hêz û raman kêmî.

Mane: Bi hêz û ne hêz.

Çare û neçar.

Mînak: Dike û nake pêsîra xwe ji destê wî  xilas nake.

 

Dims û mast

                    Dims:1. Şerbeta tirî ya kelandin. Aqit, doşav şurûb.

Mast:1.Şîrê ku bi hêvênî meyandî û tîrkirî.

Mane: Tevlihev bûn.

Li hev qelibîn, li hev ketin.

Mînak: Kî kîye, çi çîye, rêç li kuye; her tişt wek dims û mast, tevlihev bûye.

 

Dinya û axret

                       Dinya:1. Cîhan, alem, gerdûn.

  1. Pilaneta zemîn ya ku em li ser dijîn.
  2. Xelk û alem, hemû mirov.
  3. Derdor, derber, hawirdor, dewrûbar.
  4. Civak.
  5. Parçeyek ji dinyayê. (Dinyaya rojhelat, dinyaya rojava.)
  6. Rewş. (mîn: Dinê reş û tarî bû.)
  7. Jîyana berî mirinê.
  8. Têkilîyên navbera mirovan. (mîn: Ev meriv ê vê dinê ye.)
  9. Karên ji bo xwe, ne ji bo xwedê. (mîn: Dîn û dinê bêyî hev nabin.)
  10. Erd, ax, zemîn, gerdûn, kaînat, unîvers, kozmoz, felek, mirov, xelk, civak.

Axîrer.1. Axret.

  1. Roja qiyametê, roja qîr û qiyametê. Jîyana piştî mirinê. Gora dîn û olan, mirovên bêguneh diçin bihûştê yên gunehkar jî diçin dojehê.

Mane: Jiyana berê mirin û jiyana piştî mirinê. ( Gora olî)

Va dinê û wê dinê.

Mînak: Tu  çibî,  dinya û axîreta te jî ew e.

 

Dirik û virik

                  Dirik:1. Dareke pîjpîjî. Dara strî.

Virik:1. Zikçûn, hinavêşî, îshal.

Mane: Vir û viç, vir û viz.

Derew û xapîn.

Mînak. Karê ku ev dike dirik û virik e, galegala vala û bêkêr e.

 

Dirûn û birîn

Dirûn:1.Çinîn, dirûtin. ( Ji bo gîya, dexl û hwd.)

  1. Dirûtin, dûran, henc kirin. Bi derzî û dêzî du tişt bi hev ra zelikandin. Cil, kinc û ber hwd. çêkirin.

Birîn:1. Parçe kirin, kerî kirin. (mîn: caw bi meqesê birîn.)

  1. Şikestin.
  2. Neman, Qut bûn. Qet neman. Qet. Qetkirin.

Mane: Kerî kirin û sernûve berhemek awa kirin.

Mînak: Meriv,di qursa dirûn û birînê da dirûna têlgirîyê û  dirûna qûnderzîyê fêr dibe.

 

Dîn û har

Dîn:1.Bêhiş, bêmejî, bêaqil, şêt, aqilsivik.

2.Har, netebitî.

3.Bawerî, ol, perestkarî.

Har:1.Xezebî, dijwar, hêrs, qehirî.

Mane: Biaqil û hişaloz.

Mînak: Keç û xort li ser hev dîn û har bûn.

 

Dîn û apter

                  Dîn:1.Bêhiş, bêmejî, bêaqil, şêt, aqilsivik.

2.Har, netebitî.

3.Bawerî, ol, perestkarî.

Apter:1.Ebter.

  1. Dîn, bêaqil, aqilsivik, şêt, bêhiş, aqilkêm.

Mane: Dîn û har.

Dîn û dîwane.

Mînak: Kete evîna giran dîn û apter bû, kuçe û kolanan digere.

Dîn û îman

                Dîn:1.Bêhiş, bêmejî, bêaqil, şêt, aqilsivik.

2.Har, netebitî.

3.Bawerî, ol, perestkarî.

Îman: 1. Bawerî, bîr û bawerî.

Mane: Ol û bawerbûna rê û rêzikên olî.

Mînak: Ol kirine babir (paravan), dîn û îman jî kirine mal û milk  û mpere .

 

Dol û dewar

Dol:1.Devere nav du çîyayan, yan jî du tûman.

2.Zarok û nevî, zirîyet, nesl, tov.

  1. Bîdon, dolik .

4.Amurekî muzîkê . (dahol, def).

5.Çeşît, cûre.

6.Dawat.

Dewar:1.Ker, hesp, hêstir û ajalên ku ji bo lêsiwarbûnê û pê bar tê kişandinê.

2.Ga, mange, golik…hwd. Dewarên reş. Dewarên stûr.

3.Bêhiş, bêaqil. (mecazî)

Mane: Her çûre heywanên kedî yên siwarbûnê (berzîn) û dewarên reş û pez.

Mînak: Dol û dewar çûn zozanan.

 

Dol û tov

              Dol:1. Navbera du çîyayan. Newal, gelî, neqeb, boran.

  1. Nesl, zirîyet.
  2. Dewlik.
  3. Amûrekî mûzikê.
  4. Fahîşe, dêl, tol.

Tov:1. Toxim, tovik.

  1. Dendik.
  2. Sperm, bizir, bizrik, dol.
  3. Binemal, dol, nesl. (mecazî)

Mane: Toxim.

Ezbet, binemal, zurîyet.

Mînak: Dol û tova beranê sor heta heft nifşan dewam dike[11].

 

Dûr û dirêj

                 Dûr:1.Ne nêzik, ne nêz.

Dirêj:1.Ne kurt, ne kin, ne qut.

2.Kûr, dûr, dûvdirêj.

Mane: Gelek dirêj.

Demdirêj.

Mînak: Li ser mijarên aborîyê dûr û dirêj axivîn.

 

 

Dûr û nêz

              Dûr:1.Ne nêzik, ne nêz.

Nêz:1.Ne dûr. Nêzik.

Mane: Zû û dereng.

Dema ne dîyar.

Mînak: Dûr û nêz  ê  rastî derkeve holê.

 

Dûr û nêzik = Dûr û nêz.

 

Dû û dûman

Dû:1.Dûkel, dûman, dûxan.

2.Pey, dûv.

3.Dûvîk, doçik.

Dûman:1.Mij, moran, tem, dûkel, dûxan, dû.

Mane: Dûkel, dûxan, mij.

Gaza ku di şewatêde derdikeve û têde zereyên madeyên hişk û helm hene.

Mînak: Dû û dûman nal û neqeb girt.

 

[1]Gotinên pêşîyan.

[2] Gotinê pêşîyan.

[3] Gotinên pêşîyan.

[4] Beşek ji kilama “Mamedo û Fatimê” ya herêma Lîcê. (1937- 1938)

[5] Gotina pêşîyan.

[6] Ji stranêkî gelerî.

[7] Biwêj.

[8] Biwêj.

[9] Gotinên pêşîyan.

[10] Ji pirtûka “Kilamên Bêdeng” helbest Hasbey Koksal.

[11] Biwêj.

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın